Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan
Jin

Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

"Jina ku xwe ji paşverûtiya pergalê rizgar dike, li çiyayan dibe xwedî vîn û di nava civakê de rûmeta azadiyê ava dike; ew êdî ne tenê şervanek e, mîmar û rênîşandera şoreşa zihniyetê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dema ku me dest bi nivîsandin û danasîna lêhenga ku kok berdaye deşta Geverê dikir, yekser ev şîrove û dahûrandina Rêberê Apo di hişê me de teyisî. Wekî ku ew tîp û peyv bi giştî ji bo lêhenga azadiyê Dilovan (Mahmûdiye Ocî) hatibin rêzkirin û di hebûna wê de wateya xwe dîtibin.

Wekî kedkarên vê berhemê, dema me dest bi sêwirandin û pêkhateya hemû beşan dikir, me çar stûnên bingehîn ji xwe re weke peyman û rêgezeke esasî digirtin. Lewma her xelekek dibû ezmûn, xwenasîn û hêza têkoşînê. Di wan parvekirin, gotûbêj û hestên hevaltiyê de, me ew kêlî mîna parastina dadgeha heqîqetê, rastiya dîrokê û hîmê artêşa Starên Azadiyê didît. Her wiha me ew lêhengên ku dibûn felsefe ji hevrê û têkoşînê re yek bi yek nas dikirin. Ji bo ku peyva felsefeyê di hewayê de nemîne, em carinan li gelî û çiyan, pir caran jî li deşt û zozanên welat li pey dîroka zindî digeriyan.

Belê; em dibûn mêvanên wan jinên têkoşer ku di paşila xwe de dîroka jina Kurd a artêşbûyî, ezmûnên şer û fermandariyê, hestên xwerû yên hevrêtiya pîroz û dildariya ku di oxira wê de canê xwe feda dikirin, dihesandin. Me ew jinên ku bûbûn şahidên tevahî kêliyên azad û berxwedêr ên Dilovanê nas kiribûn. Em bi pênûs, kamera û dilê xwe yê hîmbûna dîrokê re, dibûn mêvanên wan şoreşgerên ku Dilovana Kurdistanî bi me didan naskirin.

Me guh dida axaftina şoreşger Sozdar Avesta û em dibûn mêvanên wan kêliyên bextewer ku di şexsê Dilovana azadiyê de pîvanên partiyê dihatin teyisandin. Hevrêya wê ya xweşik û şagirtê ku bi Dilovan re kêliyên nûbûn û destpêkê jiyabû, gerîla Hebûn, asta rewşenbîrî û entelektueliya Dilovanê nîşanî me dida. Her wiha ne tenê qadên çiyayî û leşkerî, em di vegotina hevaltiya Rûken Jîrkî re bangawaziya Dilovanê ya di nava civakbûnê û hêza wê ya birêxistinkirina gel de jî nas dikirin. Bi rêya Nalîna Dilpakî re jî, rastiya şer a herî tazî û vîna polayî ya Dilovanê di canê me de dihejiya. Niha jî armanca bingehîn ew e ku em jan û bedewiya jiyana Şehîd Dilovan bikin kaniyeke zindî ku îro û sibe jî biherike. Ji ber ku Dilovan hemû kêliyên jiyana xwe di vegotina hevrêyên xwe de wekî ‘janeke teze, saf û naşî ku jinê bedew dike’ pênase dikir. Lewma wê êş veguherand estetîkê û şer veguherand felsefeya jiyanê.

Ji bo me bi xwe ya girîng ew bû; em ê çi teslîmî dîrokê bikin? Ew pirs her tim di nava lêgerîna bersiva xwe ya rast û biwate de bû. Lewra bernameya Starên Azadiyê dibû bersiva herî şenber di kar û xebatê me de. Wekî amadekarên hemû beşan, em dikarin bibêjin ku ev bername ‘dîroka devkî veguhert mîraseke dîtbarî û nivîskî’. Me pênûs wekî hespekî bayê li ser rûpelên spî baz da û kamera mîna çavekî ku li heqîqetê digere bi kar dianî.

Di nava vê tevna wêjeyî û dîtbarî de xaleya ku bi hemû hûrgiliyên xwe di şaneyên me de cih ava dikir hebû. Ji ber ku fîgura Şehîd Dilovan wekî mîsyoneke felsefî derdikeve pêşberî me; ew jina Kurd a Êzîdî ye ku sermaya reşayî ya Qersê di germiya dilê şoreşgeriyê de dihelîne û li ser lûtkeyên Zagrosan, pênaseya ‘wate û azadiyê’ bi lingên xwe yên birîndar û bêpêlav li ser zinaran xêz dike.

Gerîla Nalîn Dilpak bi vegotina bîranîna xwe balê dikşînê ser vîna Dilovan ya ji pola û dibêje “Bîranîna min a yekem a bi hevala Dilovan re ku rasterast bandoreke kûr û polatî li ser min hişt ew bû: Rojekê dema ku me yekîneya wan dît, min nihêrî ku lingên hevala Dilovan bi temamî birîn bûbûn. Piştre em pê hesiyan ku pêlavên hevala Dilovan qetiyane. Di wê serdemê de mercên lojîstîkê ne mîna îro bûn ku em kengî û çi bixwazin ji bo me amade bibe; îmkan pir kêm bûn. Pêlava wê diqete û tu pêlaveke din a alternatîf nîne ku li pê bibe. Çend caran didirûn, lê êdî çermê pêlavê hev nagire. Ji ber wê yekê, neçar dimîne ku bê pêlav bimeşe.

Wê êvarê meşeke pir giran û dirêj hebû, diviyabû yekîne heta xaleke stratejîk bimeşiyana. Hinek hevalan ji dilxwazî xwestin ku pêlavên xwe bidin wê, lê wê qebûl nekir. Hinek hevalan goreyên (gulfik) xwe pêşkêş kirin da ku çend goreyan li ser hev li pê bike, lê wê ev pêşniyaz jî red kir. Hinek hevalan jê re gotin: “Em ê hinekî li ser pişta xwe te bimeşînin û piştre tu bi xwe bimeşe”, lê wê dîsa got: “Na.”

Hevala Dilovan digot: “Eger hevalek bê gore bimeşe, wê lingê wê bişewite; heke ez pêlava hevalekê bixwazim û bixim lingê xwe, wê çaxê hem lingê wê û hem jî yê min xirab bibe. Ji bo wê jî, bila tenê yê min birîn bibe, bes e.”

Belê, ne nivîsandin û ne jî wesifandin têr dike ku em wê lêhenga ku bûyî felsefeya jîn û heqîqetê parve bikin. Bernameya Starên Azadiyê, di wê cihê ku em bi gotin, nivîs û şibandinê kêm dimînin de, valahiyê tûj (tije) dike. Ger em bixwazin hebûn û xwebûna jina Kurd û civaka Êzîdî nas bikin, navnîşan dibe xeleka ku di vê hefteyê de cih dide wê dîrokê. Ji ber ku lêhengiya Dilovan dibe teyisandina wê rastiyê.

ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gulîz Kaya: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin
Nûçeya Pişt re Nehîr Sevîm: Desthilatdariya siyasî ditirse ku têkiliya wê ya bi emperyalîzmê re bê eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn

Bi pêşengiya TJA’yê der barê salvegera qirkirina Êzidiyan de li Qada Aksarayê daxuyanî hat dayîn…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şamê teqîn çêbû; birîndar hene

Li bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê di erebeya veguhastinê de teqîneke çêbûn birîndar hene.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Efrîkaya Başûr êrişa çekdarî: 11 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Laleş Êzidî: Hevalê Mazlûm têkoşîneke pîroz meşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?