Konfernsa Zimanê Kurdî ku bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê li dar xistin, bi rûniştinên bi navê ‘Statuya Hiqûqî ya Kurdî’, ‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê’ û ‘Çand û Medya’ dewam kir.
Di rûniştina bi serenavê ‘Statuya Hiqûqî ya Kurdî’ de moderatorî parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr kir û Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak, Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û parêzer Ekrem Koçbaşi ku ji Stenbolê tev li konferansê bibû, axivîn.
‘ZİMAN BÎRA HEVPAR E’
Cahît Kirkazak ji zimanên xwedî statu yên cîhanê mînak dan û wiha got: “Divê ziman bibe zimanê jiyanê. Gelek pênase tên kirin. Ji bo ku em dibêjin ziman nasname ye Osmaniyê û dewleta Tirk ewilî êrîşî ziman kirin. Ewilî saziyên Kurdî hatin qedexekirin. Ji bo ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê ziman qedexe kirin. Li gelek medrese, komele û dibistanan perwerdehiya bi zimanê Kurdî dihate dayîn. Bi taybetî êrişî zimanê Kurdî kirin. Di hemû qadên jiyanê de ziman qedexe kirin. Dema mirov li Tirkiyeyê bi Kurmancî diaxive muameleyeke cuda li mirov dikin. Divê ev cudahî û cezakirin tune be. Mafê ziman ê kolektîf heye. Ziman di heman demê de bîra hevpar e weke pirekê ye.”
Piştre Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli axivî.
Cemîle Tûrhalli diyar kir ku meseleya ziman meseleyeke kûr e û wiha got: “Meseleyeke siyasî ye. Nêrîna li siyasetê, li jinan bi ziman tê fêmkirin. Qada min hiqûq e. Heke çek siyaset be gule jî hiqûq e. Ji beriya komarê heta niha mekanîzmaya dewletê li ser tunehesibandina Kurdan e. Wêneyê Peymana Lozanê ji bo me cihê şermê ye. Parçûbûna Kurdistanê ji vê peyamê dest pê kir. Kurdistan li wir nehate parçekirin hate darvekirin. Polîtîkaya netewperestiyê ji Lozanê dest pê kir.”
‘DİVÊ TEQEZ DESTÛRA BINGEHÎN WERE GUHERTİN’
Cemîle Tûrhalli bal kişand ser destûrên bingehîn ên salên 1924, 1961 û 1982yan û wiha domand: “Di van destûrên bingehîn de zimanê dewletê yê fermî Tirkî ye. Yek dibêje zimanê fermî Tirkî ye. Yek dibêje zimanê civakê zimanê Tirkî ye. Tirkiyeyê ev qanûn çêkirin û xwest li parçeyên din ên li Kurdistanê jî vê ferz bike. Dewletê li hemû qadên jiyanê ji bo pergala xwe ava bike li gorî wê qanûn derxistin û pêk anî. Ji sala 1925an heta niha gelê me jî li ber xwe dide tu caran serî nedanî û zimanê xwe heta roja niha anî. Hemû navên gund û bajaran ên Kurdan û Ermenan guhertin. Heta sala 1957an hemû nav guhertin. Ev hê jî berdewam dike. Hê jî navên gundên me qebûl nakin. Divê em li ser pirsa ‘vê pirsgirêkê çawa dikarin çareser bikin’ serê xwe biêşînin. Me şerm dikir ku bi zimanê xwe biaxivin ev trajiyeke. Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Ji bo ku me îtîrazkiriye niha ev pêvajoya avakirinê dest pê kiriye. Divê em vê qebûl bikin û li gorî wê gavan biavêjin. Divê teqez makezagon were guhertin û zimanê me bi qanûnan were misogerkirin. Lê gelek tiştên ku em jî bikin hene divê em wan pêk bînin. Qanûna herfan nahêle em zimanê xwe bikar bînin. Heke em zimanê xwe derbasî qanûnan bikin dê di nava jiyanê de jî bandora wê hebe. Ji bo vê jî divê em bixebitin. Divê bi qanûnan hin raye ji şaredariyan re bên dayîn wê demê em dikarin tîpên xwe bikar bînin.”
DERFETÊN PERWERDEHİYA Bİ ZİMANÊ ZİKMAKÎ
Parêzer Ekrem Koçbaşi jî Pênaseya Hiqûqa Navneteweyî û Endamên Civaka Navneteweyî kir û qala peywîra Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî kir. Ekrem Koçbaşi Şaxên Hiqûqa Navneteweyî rêz kirin û wiha got: “Yek ji wan parastina mafên mirovan e. Mafên zimanî jî di nava vê de cih digire.”
Ekrem Koçbaşi bal kişand mafê perwerdehiyê yê di hiqûqa navneteweyî de û bi lêv kir ku ziman nayên parastin û mafên zimanî yên bikaranîn, hînbûn û perwerdehiya zimanê zikmakî rêz kirin û ev tişt vegot: “Divê dewlet bi derfetên xwe perwerdehiya zimanê zikmakî bidin welatiyan. Divê dewlet ji bo kêm neteweyên cudakariyeke pozîtîf bike.”
Di rûniştina duyemîn a bi serenavê ‘Zimanê Dayikê û Perwerdehiya bi Pirzimanî û Pirzaravayî: Stratejî û Zehmetiyên wê’ de moderatorî Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Amedê Gulser Sargul kir û zimanzan û akademîsyen Dr. Resûl Geyîk, zimanzan û akademîsyen Ûbeydûllah Platîn û nivîskar Ferîde Akturan axivîn.
‘KURS Û KOLEJ DİKARİN PERWERDEYA KURDÎ BİDİN’
Akademîsyen û mamosteyê zimanê Kurdî Resûl Geyîk diyar kir ku du pirsgirêkên mezin hene ya ewil parastina ziman a duyemîn jî dê perwerdehî çawa be? ye û behsa teoriya hînbûna zimanê Kurdî kir û li ser faktorên civakî jî ev tişt anî ziman: “Mîr Celadet di Kovara Hawarê de dibêje ‘yek netew yek ziman yek xwîn.’ Kurs û kolej dikarin perwerdeya Kurdî bidin lê niha tu kolej nadin. Çima em li Amedê kolejeke Kurdî venakin.”
Akademîsyen û mamosteya zimanê Kurdî Ferîde Aktura li ser mijara ‘Di Çarçoveya Entegrasyona Demokratîk de stratejî û perspektîfên perwerdeya pirzimanî û pirzaravayî hem ji bo xwendekaran hem jî ji bo civakê çawa dikarin hîn baştir werin plankirin?’ axivî.
‘ZAROKÊN KURD DEMA DİKEVİN DİBİSTANÊ SERMİYANÊ XWE WİNDA DİKİN’
Akademîsyen Ûbeydûllah Pîlatîn diyar kir jî ku modela netew dewletê laboratûara asîmîlasyonê ye û wiha got: “Piştî ku dewletê karê pewerdehiyê ji xwe re kir armanc gotina yek netew û yek zimanan derket holê. Armanc yekkirina hemû civakê ye. Jiyana dibistan û malbatê ji bo xwendekaran pir girîng e. Zarokên Kurd dema dikevin dibistanê sermiyanê xwe winda dikin.”
ROLA ÇAND Û MEDYAYÊ
Di rûniştina sêyemîn a bi sernavê ‘Çand û Medya’ de Seroka KASEDê Salîha Ayata, Lêkolîner Weysî Varli û Rojnameger Ferhat Akinci axivîn.
‘KURD NEÇAR MANE KU XWE Bİ ÇANDÊ ÎFADE BİKİN’
Salîha Ayata ewilî axivî û mijara di parastina hişmendiya ziman de rol û rista çandê vegot. Salîha Ayata wiha got: “Serokatî dibêje ‘hemû tiştên bi destê mirovan hatine afirandin çand e.’ Çand di heman demê de watedayîna jiyanê ye. Ji bo me Kurdan çand çawa pêşketiye. Bûye bingeheke xwe îfadekirinê. Qadeke ku Kurd xwe lê îfade bikin nîne. Kurd neçar mane ku xwe bi çandê îfade bikin. Carna bi rêya stranekê tu xwe îfade dikî.”
Salîha Ayata qala tundiya serdestan a li ser çandê kir û wiha domand: “Gelek caran bindest di ferqa vê de nîne. Piştî demekê dibêjin ku ‘zimanê min têra jiyanê nake’. Tundiya çandî rêya tundiya fizikî vedike.”
Salîha Ayata li ser tundiya çandê gelek mînak dan û bal kişand ser qedexeyên li ser çand û ziman.
‘MUZÎK DENGÊ WÊNEYA HERÊMA LÊ HATİYE AFİRANDİN E’
Lêkolîner Weysî Varli jî li ser di parastina hişmendiya ziman de rol û rista hunerê axivî. Weysî Varli qala çanda Kurdî kir û diyar kir ku tişta çanda Kurdî li ser pêyan hiştî muzîka Kurdî ye. Weysî Varli pênaseya huner û muzîkê kir û wiha got: “Ya ku di dema Ûrartuyan de muzîk parastî jin e. Em bi hunerê li ber xwe didin. Huner tu car bi afirînerê xwe afirîner bi hunera xwe mezintir nebûye. Serokê Gelê Kurd dibêje; ‘Qasî ez li dîrokê dinêrim dibînim ez huner bi xwe me’. Di civaka Kurd de li dibistan û medreseyan dersa muzîkê hatiye dayîn. Muzîk û çand girêdayî hev in. Ziman nasname ye, muzîk jiyana wê nasnameyê ye. Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e.”
‘ZİMANÊ KÊMARAN Jİ HOLÊ RADİKİN’
Rojnameger Ferhat Akinci jî li ser di parastina hişmendiya ziman de rol û rista çapemeniyê axivî. Ferhat Akinci beriya axaftina xwe rojnameger Bayram Balci ku li Belçîkayê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Ferhat Akinci qala bikaranîna medyaya dîjîtal kir û wiha got: “Dayîk û bavên me rêze fîlmên ku bi zimanê biyanî hatine çêkirin temaşe dikin. Her wiha ji bo zarokan jî ev derbasdar e. Bi vê rêyê zimanê kêmaran ji holê radikin.”
Rûniştin bi pirs û bersivan bi dawî bû. Konferans dê sibê jî bi rûniştinên cûr bi cûr berdewam bike

