Yek ji femandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Seyîdxan Ûrmiye têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser wateya 4’ê Nîsanê û got: ‘’Roja 4’ê Nîsanê weke roja rojbûna Rêber Apo tê naskirin. Ev roj, ji bo me xwedî wateyeke û her sal di roja 4’ê Nîsanê de em vê rojê bi coş û moraleke mezin pîroz dikin. Di despêkê de em rojbûna Rêber Apo di şexsê dayikên xwe de li tevahî jinên Kurd yên sosyalist, demokrat û li tevahiya hevrê û dilsozên Rêber Apo pîroz dikin.’’
Seyîdxan Ûrmiye piştre diyar kir ku Rêber Apo xwe bi keda xwe afirand û ev yek anîn ziman: ‘’Rêber Apo, ji çanda Rojhilata Navîn dûr neket, xwe bi wê re kir yek û bi wî rengî xwe da afirandin. Bi wê avakirinê re ne tenê rojbûna Rêber Apo roja îroyîn her axaftinek, ken û wêneyekî Rêber Apo ji bo civakê xwedî wateyeke cuda ye. Rastiya Rêber Apo îro gerdûnî ye. Her kesê ku rastiya Rêber Apo nas bike bi awayekî teqez jê bandor dibe. Rêber Apo bi fikr û hestên xwe ji bo civak û azadiya civakê jiya, rastiya dîrokî nas kir û her tim xwedî lê derket. Îro jî ku em weke 4’ê Nîsanê bi nav dikin, em nikarin bi tenê wek rojbûna Rêber Apo bigirin dest. Ji ber ku ev roj êdî rojbûna gelê Kurd û ya me bi xwe ye. Bi rojbûna Rêber Apo re gelê Kurd ji xewa mirinê şiyar bû û ji nû vejînek pêk hat.’’
Seyîdxan Ûrmiye di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Rojhilatê Kurdistanê hîskirina xwe ya ji Rêber Apo re tu car kêm nekiriye, ew hîskirin bûye sedema girêdaneke mezin û got: ‘’Ev rastî çawa xwedî bandor e di rastiya Rojhilatê Kurdistanê de jî mirov dibîne û tê zanîn. Di sala 1999’an de dema ku li hemberî Rêber Apo komploya navdewletî pêk hat li Rojhilatê Kurdistanê serhildaneke mezin çêbû û ew roj, mîna rojeke reş hate pênasekirin. Ruxmî ku li Rojhilatê Kurdistanê rastiya Rêber Apo bi berfirehî nehatibû naskirin jî bi her awayî di aliyên hîskirinê de gelê Rojhilatê Kurdistanê bi Rêber Apo re di nava diyalogê de bû. Di rastiya wî gelî de bi Rêber Apo re girêdan û hevgirtineke mezin hebû. Ew girêdan û hîskirin her ku çû mezin bû û di encamê de bû wesîle ku di sala 2004’an de di roja rojbûna Rêber Apo de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) were avakirin. Gelê Rojhilatê Kurdistanê xwest bi navê PJAK’ê rastiya Rêber Apo bijî. Roja 4’ê Nîsanê çawa ku roja rojbûna Rêber Apo ye ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî roja ferqkirina felsefeya Rêber Apo û jinûvewatekirina paradîgmaya Rêber Apo ya di navacivakê de ye.’’
Fermandar Seyîdxan Ûrmiye piştre bal kişand ser şerê li Îranê û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku em li roja me ya îroyîn dinêrin em rastiya sîstema kapîtalist dibînin. Em dibînin ku avakirina PJAK’ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê derfeteke pir mezin e. Pêwîst e were zanîn ku sîstema kapîtalîst ji bilî tevlîhevî û avakirina neteweperestiya di nava civakan de tu rastiyên wê tune ne ku bide civakê. Şerê ku îro li Îranê tê meşandin, îfadeya herî berbiçav a qirkirina gelên li herêmê ye. Pergala kapîtalîst tim û tim li ser qirkirina gelan serweriya xwe dide avakirin. Bi awayekî berbiçav rastiya sîstemê ji her demê zêdetir xwe nîşan dide.’’
Seyîdxan Ûrmiye di dawiya axaftinê xwe de bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku li ser esasê fikr û paradîgmaya Rêber Apo gel xwe birêxistin bikin û ev yek anîn ziman: ‘’Çawa ku gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi fikr û felsefeya Rêber Apo di serhiladanên ‘Jin Jiyan Azadî’ de pêşengî kirin û hevgirtina xwe pêk anîn, divê a niha jî li hemberî wê zilma ku li ser gelê Îranê tê meşandin xwe bi ruhê neteweya demokratîk xwe bikin yek û di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de hevgirtineke ruhî bidin avakirin. Ger ev yek pêk hat wê demê wê her cure astengiyan derbas bikin. Em ji rastiya Rêber Apo em baş dizanin ku felsefeya Rêber Apo dikare her cure astengiyên sîstemê têk bibe. Rêber Apo, bi xwe, civak û bîra dîrokê bawer kir xwe birêxistin kir û bi wî awayî heta roja îroyîn jî xwe di nava dilê bi milyonan de bi cih kir. Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eger bikaribin xwe di vê çarçoveyê de birêxistin bikin û yekîtiya xwe ya ruhî ava bikin wê bikaribin her cure astengiyên heyî jî derbas bikin. Ev rastiyek e û li gel wê serkeftin tacîdar dibe. Em careke din 4’ê Nîsanê li tevahiya mirovahî û gelê Kurd pîroz dikin.’’

