În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Guhertina esasî wê bi têkiliya Birêz Ocalan a bi derve re xwe nîşan bide!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > 5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin
Çand û Hûner

5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

5'emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim li Marsîlyayê hat lidarxistin. Mihrîcan bi dîmenên rengîn û gerandina govendê bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, 5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bi tevlîbûna hezaran kesan hat lidarxistin. Ji gelek navendên Fransayê Kurdan û dostên wan berê xwe dan qada mihrîcanê.

Li qada mihrîcanê stendên çand û hunerê, xwarin, hunerên destan û cilûbergên herîmî hatin danîn. Beşdaran eleqeyek mezin nîşanî standan dan. Di stendan de hem berhemên kevneşopî hatin pêşandan û hem jî pirtûkên li ser wêjeya Kurdî û dîroka Kurdan hatin pêşkêşkirin. Ev qad, ji bilî nasandina mîrata çandî, ji bo beşdaran bû cihê hevdîtinê.

MUZÎK Û GOVENDÊ DI BIN BARANÊ DE JÎ DOM KIR

Mihrîcan bi folklora Kurd û koroya TEV-ÇAND’ê dest pê kir. Di nav hunermendên ku derketin ser dikê de Ruken Yilmaz, Koma Rojhilat û Serhado hebûn. Tevî barana zêde, beşdaran dev ji govend û muzîkê bernedan; qad bû cihê kêlîyên coşdar.

KONÊ DENGBÊJAN

Yek ji beşên mihrîcanê yên ku herî zêde eleqe dît, konê dengbêjan bû. Stranên ku ji aliyê Dengbêj Rêdur û Dengbêj Mihemed Cantepe ve hatin gotin, ji beşdaran re rêwîtiyeke bîra çandî pêşkêş kir. Beşdaran bi awazên dengbêjan hem welat hîs kirin û hem jî hestên hevgirtina çandî jiyan.

PEYAMA RÊBER APO HATE XWENDIN

Li Mihrîcanê Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî beşdar bû. Ocalan, li ser pêşveçûnên têkildarî pirsgirêka Kurd axivî û bal kişand ser girîngiya hevdîtina Rêber Apo bi komîsyona li meclîsê re. Her wiha li qada mihrîcanê peyama Rêber Apo hate xwendin û beşdaran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiv da.

BI STENDA HEYVA SOR RE HEVGIRTIN

Di çarçoveya mihrîcanê de, stenda Heyva Sor a Kurdistanê hate vekirin. Di stendê de xişr, cilên herêmî û berhemên destan ên ku ji aliyê dildaran ve hatibûn amadekirin hatin pêşandan. Beşdaran bi kirîna van berheman hem çanda Kurdî nas kirin û hem jî tevkarî dan dahatên ku ji bo kesên hewcedar bêne bikaranîn. Stendê armanc kir ku balê bikişîne ser rewşa penaberên Kurd ên ku ji ber koçberî û şer di şertên zor de dijîn.

STENDA PIRTÛKAN BÛ CIHÊ ELEQEYÊ

Stenda pirtûkan a ku di mihrîcanê de hate vekirin, eleqeyeke mezin a serlêderan kişand. Di stendan de pirtûkên bi Kurdî û Tirkî, berhemên wêjeyî û lêkolînê û herwisa pirtûkên hînkirina ziman hatin pêşandan. Berhemên weşanxaneyên Aram, Mezopotamya, Meyman û Dipnot bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Mihrîcan bi muzîk, govend û çalakiyên çandî heta saetên dereng dom kir.
         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MARSÎLYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev
Nûçeya Pişt re Koreya Bakur bi ‘şertekê’ ji bo diyaloga bi DYE’yê re amade ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn wê li Beyrûtê bê lidarxistin

Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn wê 8’ê Hezîranê li paytexta Lubnan Beyrûtê konferansê lidar bixe.

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD ji bo dîtina Rêber Apo wê serlêdanê bike

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku heyeta ÎHD'ê ji bo karibe Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

Şandeya KNK’ê, bi armanca xurtkirina yekrêziya Kurd û ji bo hevkariya siyasî li Rojhilatê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?