Hûriye Mihemed ku 25 salan li Efrînê şitilkarî kir, bi zeviyek ji sê donimî dest bi kar kir, bi pêş ve bir û 25 salan dewam kir. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin li navçeya Ehdas a Şehbayê jî heman kar kir.
Hûriye Mihemed ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî ji Efrînê koç kirin, li Şehbayê ji aliyê madî ve zehmetî kişand û got, “Malbata me mezin bû, diviyabû me pêwîstiyên xwe tedarik bikira. Em hatin Ehdasê û ketin xaniyekî xerabûyî. Me pêşiya vî xanî şîn kir û bi vî rengî jiyaneke nû dan destpêkirin. Bi şitilan me mala xerabûyî veguherand qadeke jiyanê. Em hem li vir dimînin hem jî şitlê xwe diçînin.”
Dayika Hûriye anî ziman ku şitilkariya li Şehbayê fikrê wê bû û got, “Ji nava malbatê em 9 kes li hev kom bûn û me dest bi kar kir. Tiştek li ber dest tine bû. Me ji sifirê destpê kir. Diviyabû ji bo şitilkariyê rewşeke guncaw bihata afirandin. Bêguman fikarên me hebûn ku proje wê pêk were yan na. Bi tecrûbeya ji Efrînê wergirtî hewldana me ya destpêkê encam bi xwe re anî. Lewma me hîn zêdetir dest bi hilberînê kir.”
HEM EKOLOJÎK HEM JÎ ABORÎ YE
Dayika Hûriye ji bo karê şitilkariyê bal kişand ser girîngiya sotemeniyê û got, “Ji ber ambargoyê ku rê nayê dayin mazot derbasî herêmê bê kirin, me jî bi sîstema enerjiya rojê dest bi avdanê kir. Enerjiay rojê zerarê nade xwezayê. Sîstemeke kêrhatî ye. Derdekî me yê peydakirina sotemeniyê nema.”
LI NUQTEYÊN HIKUMETA ŞAMÊ ASTENGÎ
Dayika Hûriye diyar kir ku ew zehmetiyan dikişînin ku ji Helebê tovan bînin, li nuqteyên kontrolê yên hikumeta Şamê bi saetan têne rawetandin, di re jî neçar dimînin ku pere bidin û got, pere jî têra wan nake, dest datînin ser nîvê tov û kulîlkan.
QADA JIYANÊ AFIRANDIN
Dayika Hûriye anî ziman ku wan çar cûre darên zeytûnê, darên fêkî û kulîlk çandine û got, “Bi karê avdanî, paqijkirin û poşetkirinê me hewl da barê xwe sivik bikin. Îsal me nêzî 120 hezar şitil firotin. Xelkê Efrînê hez ji şênkahiyê dike. Hewl didin her bihosteke vê xakê veguherînin qada jiyanê ya ji darên zeytûnê û fêkî.”