Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 91’î de dewam kir.
Li Şenyaşarê runiştina li ber deriyê girtî yê wezaretê jî hat qedexekirin. Polîsan mudaxaleyê Emîne Şenyaşarê kirin û dovîza hatibû daliqandin rakirin û Şenyaşarê ji ser kursiya bi çerxe rakirin. Emîneyê çalakiya xwe ya li ber wezaretê bir kolanê.
Şenyaşarê, wiha got: “We xwe rezîl kir. Edeleta we rezîle. Edeleta we ya rezîl têk biçe. Hemû dinyayê dengê me bihist, lê Tirkiyeyê tenê nebihist.”