Çarşem, 28 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê: ‘Şer pirsgirêkek tenduristiya gel e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaya: Banga korîdora jiyanî bi dengekî bilindtir bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirinê: Tundî, di sermayê de şilkirin, kiryarên xirab, bi darê zarokê maçkirina alayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê êrîşên li ser Rojava protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan û Ozel: Divê deriyên sînor bêne vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê: ‘Kurdistan yek welat e!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebce ji bo Rojava meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azîz Koyluoglu û hevrêyên wî li cihê ku lê şehîd bûn, hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye nayê teslîmgirtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê Azîz Koyluoglu bi bîr anî: Çapemeniya Azad bêdeng nebû, wê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Azîz Koyluoglu ji aliyê hevrêyên xwe ve hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Amerîkaya Latînî heta Rojava piştgirî: ‘Em Rê Nadine Jenosîdeke Nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li 4 bajaran ji bo ‘windakiriyan’ hatin ba hev
Rojane

Li 4 bajaran ji bo ‘windakiriyan’ hatin ba hev

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine ‘windakirin’, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, çalakiyên xwe berdewam kirin.

Xizmên windayan û rêvberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu di hefteya 795’an de daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan dîsa wêneyên windakiriyan û pankarta “Parastina kujeran şirîkatiya sûc e”, “Dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re derbas nabe” vekirin. Endam, rêveber û parlamenterên DEM Partî û nûnerên saziyên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, anî ziman ku heta niha dewleta Tirkiye bi tu sûcê ku kiriye re rû bi rû nemaye û wiha got: “Dewletê li Dersimê sûc kir. Lê hêj sûcê xwe qebûl nekeriye. Divê arşîva sûcên ku li ser vê erdnîgariyê hatine kirin bên vekirin. Dîroka dewletê dîroka sûc e.”

Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ku di 7’ê Gulana 1994’an de li gundê Mizagê yê Liceya Amedê hatibû windakirin pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdeniz çîroka Ayşîn xwend. Akdenîz, anî ziman ku ji 7’ê Gulana 1994’an heta niha agahiyê ji Ayşin nagirin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûnişa 5 deqîqeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê di hefteya 631’an de li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Gulistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Li vir jî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî amade bûn. Beşdarên çalakiyê wêneyên windayan rakirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ku di gulana 1994’an de hatibû windakirin pirsîn. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Rezan Baytar, diyar kir ku dema Tekîn diçû Liceyê hatiye binçavkirin u windakirin. Piştî daxuyaniyê li vir jî çalakiya rûniştinê li dar xistin û belav bûn.

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan bi hevre bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan li Kolana Hunerê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvberên DEM Partî û DBP’ê û Nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Di hefteya 121’an de cîroka Mîkdat Ozeken ê 17 salî ku di 27’ê Cotmeha 1995’an de di bin çavan de hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.  

Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Eren Basin, daxuyanî xwend û anî ziman ku zarokên di bin ewlehiya dewletê de li ser vê a xê hatin windakirin û wiha got: “Windakirina zarokan di lêpirsînên dosger, biryarên dadgehê û DMME’yê jî derbas dibe. Divê aqûbeta zarokan bê ronîkirin.”

Daxuyanî pişti çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li Parka Sumerbank a Konakê daxuyanî da. Xizmên windayan di çalakiyê de pankartên “Winda wîcdan e, li wîcdan xwedî derkevin” û “Winda diyar in, faîl li ku ne” vekirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Selîm Orhan û Hasan Orhan ên di 24’ê Gulana 1994’an de li navçeya  Pasûra Amedê hatibûn windakirin pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê Zilan Gumuş çîroka Selîm û Hasan Orhan xwend.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qurbaniyên Dersimê hatin bîranîn: Serî li asîmîlasyonê tê dayîn
Nûçeya Pişt re Binçavkirinên di 1’ê Gulanê de hatin protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk ji bo festîvalê banga tevlîbûnê

Jinên ji Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê banga xwedîderketina berxwedana li zindanan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û alîgirê demokrasiyê kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn piştî ku şehadeta wan hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: ‘Şer pirsgirêkek tenduristiya gel e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kaya: Banga korîdora jiyanî bi dengekî bilindtir bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gelê Kurd yek peyamê dide cîhanê: ‘Kurdistan yek welat e!’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?