Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bagcilarê tora çeteyan berfireh dibe, gel dilnerihet e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aleksiva: Têkoşîna gelê Kurd bi kêrî gelê Laz jî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Bayramoglû: Di meseleya Kurd de em li ber qutbûnê nînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo aştiyê îrade divê, ya ku bi aliyê Tirk re nîne ev e!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Têkoşîna me li cîhanê belav bûye û mafdariya me îspat kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Platforma Zimanê Kurdî: Asîmîlasyon dibe sedema şer
Kurdistan

Platforma Zimanê Kurdî: Asîmîlasyon dibe sedema şer

Platforma Zimanê Kurdî bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û got, "Asîmîlasyon dibe sedema şer." Platformê bang kir ku li her qadê bi Kurdî biaxivin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûlah Aştî, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl ên li bajêr û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Beşdarvan, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bi zaravayê kurdî kurmancî, Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî bi zaravayê kurdî yê kirmanckî daxuyanî dan.  Şerefxan Cizîrî yê bal kişand ser derketina Kovara Hawarê, wiha got: “Sal 1932, di Kovara Hawarê ya yekemin de ev sernivîs hatibû nivîsandin ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, wê hebûna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê hebûnê yê pêşîn e.’ Em weke Platforma Zimanê Kurdî heta niha li ser xeta Kovara Hawarê meşîyan e. Me bi xebata xwe xwestiye vê xetê hergav zindî bihelîn û hişmendîya zimanê kurdî her bi pêş ve bibin.

Cizîrî axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan berdewam û mayînde bibe, hezkirîyên Zimanê Kurdî di sala 2007’an de 15’ê Gulanê weke ‘Cejna Zimanê Kurdî’ îlan kiribûn. Ji wê salê û vir ve, ev roj e bi rihê netewî, hezkirin, bi nirx û hişmendiya zimanê kurdî tê pîroz kirin.

Em hemû baş dizanin! Baş jî eşkere bûye! Pirsgirêka ku bi sedan salan weke pirsgirêka kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de siyasetên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê kurdî têne meşandin, bi taybet xwe di xwestina asimîlasyona kurdan de didin der. Ev siyaseta dewletê dixwaze pêşiyê zimanê me tune bike, zimanê me ji holê rake, îrade û berxwedana kurdan bişikîne. Ji bona tunekirina nirxên kurdan bi berfirehî dewletê bi awayekî fermî û hevbeş plansazîyeke asimîlasyonê xistine rojeva xwe. Vê yekê jî bi gelek rêbazên parzûnandî didine meşandin.”

Cizîrî, diyar kir ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avakirina Komara Tirkîyê ve bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û wiha lê zêde kir: “Gelê me hergav ji bona mafê zwe li ber xwe daye, teslîm nebûye. Doza wî her zindî maye. Siyaseta înkarê ya li dijî nirxên neteweyî yên gelê kurd, gelek caran bûne sedema şer û pevçûnan. Ev yek jî îro baş tê zanîn.”

Cizîrî, bi lêv kir ku ji bo welatekî demokratîk, wekhev, pêşketî û di nava aramiyê de, divê beriya her tiştî pîvanên pêkvejîyanê hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê di nava pêkhateyên welat de hevdû qebûl kirin hebe. Divê maf û azadî hebin. Di vê tevgirêdanê de, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşîya azadîya Zimanê Kurdî asteng in, bên sererast kirin: Em hemû kurd bi hevbeşî dixwazin ku zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermi. Ji ber ku zimanê kurdî yê hemû kurda ye. Bi vê mebestê em jî bi yek dengî dibêjin; Zimanê me nasnameya me ye, rengê me ye, taca serê kurda ye, hebûna me ye. Pejirandina zimanê me xeta me ya sor e.”

Cizîrî yê got ku “Li malan, li bazaran, li kolanan, li dibistanan, li şaredarîyan, li nexweşxaneyan, li mizgeftan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê; em ê herdem bixwazin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin, bi kurdî bijîn” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hemû jî nîşaneyên kurdbûna me ne. Bi vê helwesta xwe em dixwazin hişmendîya zimanê kurdî li her der ê berz bikin û zimanê Kurdî bikin beşek ji nasnameya xwe. Ji ber vê sedemê em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi kurdî bikin. Em ê xebata çandî, hunerî û têkilîyên civakî jî bi kurdî bikin. Em ê bixwazin her gav weke kurdan bi şanazî bijîn û hergav xwedî li hebûna xwe derkevin. Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema zimanê kurdî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA Gel Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Nûçeya Pişt re Gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê li dagirkeran dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo gaziyên şer têkildarî komploya 15’ê Sibatê semîner

Ji aliyê Federasyona Gaziyan ve bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

Li gundê Serbîrê yê navçeya Pirdê cenazeyê jinek bi kêrê hatî qetilkirin hate dîtin. Têkildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

Di meşa ku bi banga Jin Bi Hev re Bihêz in hat lidarxistin de, navên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzer Şahîn: Binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?