Cenazeyên Zehra Kisaoglu (Raperîn) û Suheyla Kaya (Zîlan) ku di sala 1999’an de şehîd bibûn, ji Goristana Garzanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û li Goristana Kilyosê ya Stenbolê li ser peyarê hatibûn veşartin.
Di encama hewldan û serlêdanan de malbatên Suheyla Kaya (Zîlan) û Zehra Kisaoglû (Raperîn) jî îro bi pêşengiya MEBYA-DER’a Stenbolê çûn Goristana Kîlyosê û cenazeyên zarokên xwe derxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, malbatên her du şehîdan, rêveberên MEBYA-DER’ê û hin welatî bi hev re çûn Goristana Kîlyosê û cenaze wergirtin.
Pêşî cenazeya Suheyla Kaya hate derxistin. Paşê jî cenazeyê Zehra Kisaoglû hate derxistin.
Piştî cenaze hatin derxistin, li vir ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
Endamê OHD’a Stenbolê û parêzerê MEBYA-DER’ê Veysel Demîrkaya, axivî û diyar kir ku cenzeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê bi awayekî derhiqûqî li vir hatine veşartin û wiha got: “Me van her du cenazeyan wergirt. Lê belê divê cenazayên hevalên din jî demildest teslîmî malbatan bê kirin.”
Malbat jî axivîn û sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re xwestin û dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate berzkirin.
Piştî axaftinan malbatan cenazeyên zarokên xwe ber bi navçeya Kanîreşê ya Çewligê ve derxistin rê.
Suheyla Kaya (Zîlan) di sala 1997an de tev li têkoşîna Tevgera Azadiyê dibe û di sala 1999an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Zehra Kisaoglûya (Raperîn) jî di sala 1997an de tev li têkoşîna Tevgera Azadiyê dibe û ew jî di sala 1999an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide.

