Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Torontoyê şehîdên HPG û YJA Starê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akbay: Wezîfeya bingehîn a ciwanan ew e ku paradîgmaya nû ji civakê re ragihîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlinê Partiya Çep yekemîn e, li Mecklenburg-Vorpommernê AfD’ê li pêş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Doza JITEM’ê ya Qoserê mînakek ji wan cînayetan e ku kiryar tê zanîn lê bêceza tê hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da
Rojane

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonên li hemberî Rêber Apo û pêvajoyê da û ji bo derdorên qirêj destên xwe vekişînin daxwaza statuyê ji Rêber Apo re kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî wan manîpulasyonan da ku li hemberî Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têne kirin.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi vî rengî ye:

“Em niha di serdemeke girîng re derbas dibin ku tê de hewl tên dayîn da ku şert û merc werin afirandin ku pirsgirêka Kurd a ku xwedî paşxaneyeke dîrokî û siyasî ya nêzîkî du sedsalan e, li şûna ku di çarçoveyeke pevçûn û tundûtûjiyê de were sînordarkirin, li ser bingeheke siyasî û yasayî were çareserkirin. Ev demek e, hin derdorên curbecur gotinên manîpulatîf û provokatîf belav dikin ku li dijî birêz Ocalan in. Birêz Ocalan kesayeteke sereke ya pêvajoyê ye û derfeta nû da afirandin. Hemû hewldanên wî li ser wê yekê kom kirine ku vê derfetê veguherîne aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk.

Em baş di wê ferqê de ne ku ev zîhniyet a ku hewl dide giraniya dîrokî û siyasî ya pirsgirêka Kurd veşêre û pêvajoya berdewam ji çarçoveya wê ya bingehîn qut bike. Ev helwest dixwaze peşkê li lêgerîna aştî û demokrasiya civakê bixe. Ev bêtehamulî jî naxwaze şer û tundî biqede û dixwaze xwe li ser vê yekê bi rê ve bibe.

Kesên ku herî zêde ji dawîlêanîna şer aciz in, dixwazin pêvajoyê bikin ber rojevên xwe yên magazînî yên erzan. Ev kesên aciziya wan li hemberî pêvajoyê heye, ne ew kes in ku bedela mirovî, aborî û civakî dabin. Rastiya ku ew kesên ku bi hemaseta ‘Malên bêsewax’ şovenîzmê gur dikin û di heman demê de naxwazin tawîzê bidin konfortiya xwe. Ew dixwazin ku her tim mirovên ku bedel dane, dîsa bedel bidin. Dixwazin xwe li ser rijandina xwîna mirovan bi rê ve bibin.

Ev çembera ku nijadperestî û gotinên nefretê geş dike, wisa difikire ku civaka Tirkiyê bi çend dirûşman, agahiyên şaş û gotarên provokatîf dikare bi hêsanî were manîpulekirin. Ev tiştê ku ew kesên ku wêrekiyê dikin bîranîn û şiyana ramanên rexneyî ya gel biçûk bibînin û siyaseta xwe li ser texmînên wiha ava dikin ji bo vê civakê vê yekê rewa dibînin.

Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn ku tê de birêz Ocalan, bi rêberiya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, azadiya jinan wekî hêmaneke bingehîn a azadiya civakî dibîne û li gorî vê yekê têkoşînê kiriye, divê mirov hêvî bike ku kesên li ser wî diaxivin, qet nebe divê derbarê wî de xwedî zanîn bin û xwedî wê astê bin ku dikaribin tiştekî bêjin. Lê belê di heman demê de ev jî xuya ye ku em ji zîhnihiyetek wiha ku nijadperestiyê dike û dijminê jinan e jî ne li benda wê astê ne.

Mijarek din a manîpulasyonê jî nîqaşa li ser ‘mal-konuta’ li Îmraliyê ye. Ev mal ji bo pêşvebirina pêvajoyê û xebatên siyasî û hiqûqî li pêş bikevin hewcedariyek sereke ye. Lê belê vê malê ku tê nîqaşkirin ji rastiya wê dûr dixin û veguherandine amûra sorkirinê û dixwazin bi meseleya malê reşkirinê bikin.

Bêguman, înkara gelê Kurd a ku sed sal in tê domandin, têgihiştina li ser Ocalan a ku ji aliyê dewletê ve di 50 salên borî de hatiye avakirin û rejîma Îmraliyê ya ku 27 sal in li cih e, derfet daye van hêzan ku bêperwa tevbigerin. Hêzên siyasî yên ku hewl didin pirsgirêka Kurd di çarçoveya rejîmeke înkar û tundûtûjiyê de çareser bikin, heta îro, di şexsê birêz Ocalan de êrişkirina têkoşîna gelê Kurd a mafdar û belavkirina gotinên nefretê wek rêbaz pejirandine. Ji aliyê hemû çavdêrên bêalî ve tê qebûlkirin ku Birêz Ocalan di nav civaka Kurd ya ku li erdnîgariyeke berfireh belav bûye de xwedî hêza temsîliyeteke xurt e, kesayetekî xwedî pêbawerî û piştgiriya herî mezin e. Ji ber vê yekê, aşkere ye ku armanca sereke ya kampanyaya nêrîna neyînî ya ku li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, gelê Kurd e.

Em van înîsiyatîfên ku mafên şexsî yên birêz Ocalan binpê dikin, di şexsê wî de gelê Kurd piçûk dixin, rûmeta wî dikin armanc, û nêrîneke nijadperest û kolonyalîst nîşan didin, red dikin.

Em bi tevahî haydar in ji armancên provokasyona ku ji aliyê wan kesên ku, bêyî ku girêdana wan a siyasî çi be, zimanekî faşîzan, helwestên dijcivakî û zayendperestiya baviksalarî tawanbar kirine, ji bo hedefgirtina Ocalan bi kar tînin.

Û tam ji ber vê sedemê ye ku nîqaşa li ser statuyê girîng û biqîmet e. Ji ber ku derfetên birêz Ocalan ên ji bo xweîfadekirin û parastina helwesta xwe ewqas bi berfirehî hatine paşguhkirin, divê şert û merc werin afirandin da ku ew bikaribe rêya aştiyê nîşan bide. Daxwaza statuyê pêdiviya afirandina wan şertan e ku bi rêya wan her tiştê ku divê gel bizanibe, bikaribe rasterast ji aliyê partiya têkildar ve, ji çavkaniyên yekem û bi awayekî şefaf were pêşkêşkirin. Her wiha statu tê wateya ku divê ev derdorên gendel destên xwe ji jiyana gel, ji aramiya wan a derûnî û ji nirxên wan ên exlaqî vekişînin; ev tê wateya ku divê rê li ber wan were girtin ku li dijî lêgerîna vî welatî ya ji bo demokrasî û aştiyê provokasyonê bikin.

Çawa ku di pratîka dadweriyê de gotinên nijadperest û nefretê yên li dijî Kurdan hatine armanckirin bi giranî hatine paşguhkirin, her wiha gotinên weha yên li dijî birêz Ocalan jî heta îro di derveyî çarçoveya dadweriyê de mane û bi vî awayî rê li ber wan hatiye vekirin ku di qadên siyasî û giştî de cih bigirin. Ji bo ku Tirkiye xwe ji pratîkên yasayî yên keyfî û otorîter rizgar bike, divê ew pêşî bi rabirdûya xwe ya yasayî re rûbirû bibe.

Helbet, pêwist e ku pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bê nîqaşkirin, ku hemû beşên civakê nêrîn û helwestên xwe bînin ziman û ku helwestên avaker û rexnegir di qada giştî de bên nîşandan. Lêbelê, divê hemû alî çi alîgirên pêvajoyê bin, çi jî dijberên wê misoger bikin ku ev yek li ser bingeheke herî kêm a exlaqî û mirovî pêk were. Em her wiha dixwazin aşkere bikin ku em ê li dijî her gotinên berevajî, di çarçoveya qanûnê de bersivên pêwîst bidin û însiyatîfên pêwîst bigirin.

Têgihiştinên sedsalê hildiweşin. Hewldana ber bi komareke demokratîk û civakeke demokratîk ve, soza welatekî dide ku tê de hemû cudahî dikarin li ser bingeheke azad û wekhev bi hev re bijîn. Desthilata talankaran diheje û tevliheviya ku em îro şahidê wê ne, tam ji vir tê.

Em careke din dixwazin eşkere bikin ku em ê mafên birêz Ocalan ên ku doza wî weke ‘naparêzbar’ tê nîşandan û her wiha mafên Kurd û hemû bindestan, di her şert û mercî de biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DYE’yê bi peymanên veşartî zêdeyî 25 hezar koçber şand welatên sêyemîn
Nûçeya Pişt re Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi sernavê “Yekîtî û Berxwedan” hat lidar xistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Sabrî Ok: Rojeva me ya bingehîn divê Rêbertî be

Sabrî Ok anî ziman ku divê rojeva bingehîn a gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêberê…

Ji aliyê Stêrk TV

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê banga rawestandina êrîşên Tirkiyeyê kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE’yê bi peymanên veşartî zêdeyî 25 hezar koçber şand welatên sêyemîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pakistanê êrişa hewayî bir ser Efganistanê: 3 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?