Desteya Dîsîplînê ya Girtîgehê di 2’yê Gulanê de derheqê girtiyên bi navê; Sûat Ogûz, Şukru Abdo, Cemal Ozguç, Mehmet Tîryakî, Mehmet Şîrîn Kaya, Ahmet Ayan, Aydin Degîrmencî û Cuneyt Aslan de lêpirsîn da destpêkirin. Girêdayî lêpirsinê cezayê dîsîplînê li girtiyan hate birîn. Ji cezayên hatî birîn re egerên çalakiyên di çarçoveya daxwazên weke; rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya pirsgirêka Kurd de hatine pêkanîn, hatin nîşandan. Girtiyan li dijî vê biryarê îtîrazên xwe li Dadgeha Cezayê Giran a Tokatê kirin.
Her wiha hevdîtinên girtiyên li heman girtîgehê yên bi parêzeran re jî ev 3 sal in bi hinceta ‘agahiyên îstixbaratî’ tên tomarkirin. Parêzer Ahmet Taşî destnîşan kir ku ev kiryar derqanûnî ne û di 7’ê Gulanê de îtîrazên xwe li Dadgeha Cezayê Giran a Tokatê kir. Dadgehê jî bêyî ku egerekê nîşan bide, serlêdana îtîrazan red kir.