Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn didomin. Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) bi daxuyaniyên hevpar ên li gelek bajaran bertek nîşan da.
EDENE
Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Edeneyê ya TMMOB’ê, li ber Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê daxuyanî da. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Edeneyê û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) tev li daxuyaniyê bûn. Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’ê Kerem Şahîn xwend.
Şahîn, destnîşan kir ku demokrasî careke din hatiye binpêkirin û biryara hatiye wergirtin biryareke siyasî ye. Şahîn, diyar kir ku jiholêrakirina vîna gel darbeyeke îdarî ye û wiha got: “Ev darbeya li dijî vîna gel hatiye kirin, tu sûdê nade demokrasiya Tirkiyeyê.”
Şahîn, bang li desthilatdariyê kir ku dest ji pêkanîna qeyûman berde û rêzê ji vîna gel re bigire.
MÊRDÎN
ÎKK ya Mêrdînê ya TMMOB’ê jî têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Şaxa Odeya Endezyarên Avahîsazan a Mêrdînê daxuyanî da. Daxuyaniya hevpar nûnerê Şaxa Odeya Avahîsazan a Mêrdînê Diyar Kût xwend. Kût, da xuyakirin ku tunekirina baweriya gelên herêmê ya li demokrasiyê, li dijî feraseta aştî, wekheviyê û welatîbûna wekhev a li Tirkiyeyê ye û got: “Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûm berde û rêzê nîşanî vîna gel bide.”
AMED
ÎKK a Amedê ya TMMOB’ê jî li Şaxa Odeya Endezyarên Avahiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê Ûfûk Bûlût, di civîna ku pankarta “Asayîbûn bi qeyûm pêk nayê” hate daliqandin de metna çapemeniyê ya hevpar xwend.
ÊLIH
ÎKK a Êlihê ya TMMOB’ê jî li ber Şaxa Odeya Avahîsan a Êlihê daxuyanî da. Nûneren Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Qeyûm xespa vînê ye” hate daliqandin de metna hevpar rêvebera TMMOB’ê ya Êlihê Zelal Ekîncî xwend.
STENBOL
Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya li Beyoglûyê hate lidarxistin de pankarta “Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê nayê qebûlkirin! Vîna gel nikare were xespkirin!” hate vekirin.
Daxuyaniya hevpar ji aliyê Sekreterê ÎKK’ê yê Stenbolê yê TMMOB’ê Seyfettîn Avci ve hate xwendin. Avci, bi lêv kir ku darbe li vîna gel hatiye xistin û got: “Mafê kesê nîne ku vîna demokratîk a mirovan îpotek bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku dest ji pêkanînên qeyûman berde û rêzê ji vîna gel re bigire.”