Pêncşem, 21 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêgerîna evîna azadiyê: Bêrîvan – Zînnet Karaaslan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: ‘Statuya Abdullah Ocalan, statuya gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê meclîs bikeve dewrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata rêveberiya xwecihî de mijara ‘aboriya komînal’: Modelên cuda pêkan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Amedê bang kir: Bila gav bê avêtin, Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: Erk û wezîfeya me ye ku armancên şehîdan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Xebatê Zarokan’ destpê kir
Rojava

‘Xebatê Zarokan’ destpê kir

'Xebatê Zarokan' ê ji şano, perwerdeya muzîkê û nîşandana fîlman destpê kir. Zarokên navbera 9 û 12 salî wê sê mehan bêne perwerdekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Projeya ‘Rojên Şanoyê’ ku Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çandê ya Jinê Hîlala Zêrîn û Komîteya Zarokan a Şilêr par bi hev re lidar xistin, nîşandana fîlman, karê avakirina komên muzîkê di 8’ê Hezîranê de bi zarokan re hatin meşandin.

Di çarçoveya projeyê de ku bi komek ji 15 kesan tê meşandin, li bajarên Rimêlan û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Kampa Newrozê çalakî hatin lidarxistin. Kantonên Şehba û Efrînê jî di nav de 12 komên şanoyê yên zarokan hatin avakirin. Her wiha li Rimêlanê bi beşdariya zarokên şehîdên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Koma Zarokan a Faraşîn hate avakirin, mamoste hatin perwerdekirin. Lîstikên ku kom dilîzin, lîstikên klasîk ên Kurdan e. Lîstikên mîna Pîre Rovê, Şêr û Mişk, Çûk û Pore, Mişk û Pisîk hatin amadekirin. Çar lîstik li Rimêlan û Dêrikê, sê lîstik jî li Qamişloyê hatin lîstin. Ji bo lîstikan stran hatin amadekirin, zarokan stran gotin. Li Minbicê jî bi vê projeyê festîvaleke zarokan hate lidarxistin. Her wiha komên muzîk û govendê yên ji zarokan bûn piştgirî ji projeyê re. Ji welatê Baskê Şaredariya Durango, Komeleya Fronti Di Pace, Rêxistina Societa in Formazione, Teatro Degli Incontri, Teatro Ura, Oltreunpo Teatro û Comunita Brasiliana ya li Romayê piştgirî dan vê projeyê. Ev sazî piştgiriyê didin karên vê salê.

AFIRANDINA TAYBETMENDIYÊN AFIRÎNER

Komên hunerê yên zarokan ku par tenê karên şanoyê dikirin, îsal li gel şanoya sê mehan her wiha wê karên muzîkê û nîşandana fîlman bikin. Weke temamkirina perwerdeya li dibistanan zarok wê havînê dema xwe bi têr û tijî derbas bikin û bi perwedeya hunerê taybetmendiyên xwe yên afirîner bi pêş bixînin.

JI 50 ZAROKÎ RE WÊ PERWERDEYA HUNERÎ BÊ DAYIN

Perwerdeya li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê wê hefteyê du rojan be û ji 50 zarokî re bê dayin. Şivan Cizîrê, Şevzan Mehmûd û Ekîn Ronî wê perwerdeyê bidin zarokên di navbera 9 û 12 salî de. Di çarçoveya perwedeyê de her wiha wê li gel dersan ger û geş û karên ekolojîk jî bêne kirin. Malbatên ku ji karê par kêfxweş bûn, îsal jî piştgiriyê didin karê hunerî yên ji bo zarokên xwe.

HAVÎNEK BEDEW JI BO ZAROKAN

Sê mehan li beşa muzîkê tevî perwerdeya amûran, karê koro, perwedeya nota wê dersên solfejê jî bêne dayin. Li beşa şanoyê jî perwerdeya lîstikvaniyê, hezkirina nivîsandinê, karên drama, deng û diyaframê, jestê bêne dayin. Her wiha her hefte wê bi çalakiyên civakî piştgiriya derûnî û fîzîkî ji zarokan re bê dayin. Ji nîşandana rêze fîlman heta bi sporê û konseran wê zarok havîneke bedew derbas bikin. Zarokên Dêrikî wê beşdarî festîvala zarokan bibin ku her sal 1’ê Îlonê tê lidarxistin. Wê bi şano û koroya zarokan hunera xwe pêşkêş bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÊRIK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li dijî mêtingeriyê pêwîstî bi têkoşîna ekolojîk heye’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çûbû Îmraliyê vegeriya.

Ji aliyê Stêrk TV

YBŞ: Di rizgarkirina Şengalê de keda herî mezin a Rêber Apo ye

Fermandariya YBŞ'ê salvegera 9'emîn a rizgarkirina Şengalê bi daxuyaniyekê pîroz kir û destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Em ji gel û şervanên xwe bawer in

Têkildarî êrîşên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê gaziyên jin diyar kirin ku li hember…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koma 6’emîn a Efrîniyan ji Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Navên nû li lîsteya hilbijartinê ya Qamişloyê hat zêdekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xizmên girtiyan li Qamişloyê aqûbeta zarokên xwe pirskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûspiyekî Hesekê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?