Pêncşem, 3 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Merz bang li YE’yê kir ku ‘bi lez’ li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex, Stenbol û Antalyayê şewata daristanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Meha Hezîranê 16 rojnamevan hatin binçavkirin, 6 hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çeşmeyê agir vedimire, li Odemîşê 2 tax hatin veguhestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Sabrî Ok: Rojeva me ya bingehîn divê Rêbertî be
Kurdistan

Sabrî Ok: Rojeva me ya bingehîn divê Rêbertî be

Sabrî Ok anî ziman ku divê rojeva bingehîn a gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û got, "Paşeroja Tirkiyeyê, demokratîkbûn û azadiya gelê Kurdê ji sedî sed bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re bi vî rengî ye:

39 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Kes nizane bê li Îmraliyê rewş i ye, çi diqewime. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên gelê Kurd jî dewam dikin. Hûn hem bexwedan û têkoşîna li Îmraliyê hem jî çalakiyên gelê Kurd û dostan çawa dinirxînin?

Rojeva me ya bingehîn rewşa Rêber Apo ye. Ne tenê tevger û rêveberî, gelê me û dostên me jî divê her roj rewşa Rêber Apo ji xwe re bikin rojeva bingehîn, empatiyê bikin, rastî çi ye, wezîfe û berpirsyarî çi ye, çi dikare bê kirin; van meseleyan nîqaş bikin. Ev yek wezîfeyeke exlaqî, siyasî û mirovî ye. Rêber Apo dibêje jiyan, tenduristî û mirina min çawa dibe bila bibe sedema wê siyasî ye. 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî ye, 39 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. 24 saetan bi kamerayê li Rêber Apo temaşe dikin. Lİ ser milê Rêber Apo barekî giran û dîrokî heye. Em texmîn dikin bê di bin zexteke çawa de ye. Zext û berxwedaneke gelekî mezin li Îmraliyê heye. Şerê esasî li Îmraliyê diqewime. Dewleta Tirk Îmraliyê weke herêmeke bê tasfiyekirin dinirxîne. Dewleta Tirk, Erdogan û Bahçelî li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşînin. Eger îro li Îmraliyê jiyan hinekî normal bûya, Rêber Apo karîbûya jiyaneke asayî bijiya, dewleta Tirk li pêşberî rastiya Rêbertî bi hurmet bûya, qebûl bikira vê rewşê jî wê bandoreke erênî li Tirkiyeyê bikira. Ev yek tiştekî nepixandî nîne.

Dilê civaka Tirkiyeyê, gelê Kurd li Îmraliyê lê dide. Kes nikare berevajî vê yekê ispat bike. Ji ber vê jî paşeroj, demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelê Kurd ji sedî sed bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya her kesî ye. Di serî de gelê me û em, her wiha hêzên şoreşger, her kesên xwedî nirxên mirovahiyê ne berpirsyar in. Ji ber vê jî kampanya ku beriya 8 mehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin li her devera cîhanê piştgirî wergirt. Ev gelekî bi wate ye. Kampanya hîn jî dewam dike. Ji bo fêhmkirina paradîgmaya Rêber Apo akademîsyen, hêzên şoreşger, ciwan parêznameyan dixwînin û nîqaşan dikin. Li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya Rêbertî ji bo her kesî dibe nefesek. Bêguman kampanya gihîştiye astekê lê belê divê em ti carî têrker nebînin. Kampanya divê her roj bi sînerjiyeke nû dewam bike û her kes xwe li pêşberî vê kampanyayê berpirsyar bibîne. Her Kurdek û mirovekî xwedî nirxên mirovahiyê ye divê ji xwe bipirse ku ji bo vê kampanyayê çi kiriye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe divê kes nebêje me gelekî kar kir, bi ser ket û êdî bêhn dikare bê ber me.

Yek ji armancên me yên bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Tecrîd ji xwe li dijî mirovahiyê ye, normal divê malbat, parêzer karibin serdanê bikin. Lê belê armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman ji bo vê têkoşînek tê meşandin lê belê divê hîn berfireh û xurt be. Çawa ku li tevahiya cîhanê mirov xwedî li Mandela derketin, bi heman rengî divê em xwedî li Rêbertî derkevin. Ne tenê gelê Kurd dostên me kampanya dan destpêkirin; ev gelekî girîng e. Hêzên demokrasiyê, dostên me, hêzên sosyalîst, tevgerên jin û ciwanan divê vê kampanyayê bigihînin civakên xwe. Ne tenê tevlîbûna hin dostan bi tevlîkirina tevahiya civakê divê ev kampanya bê meşandin. Di vê mijarê de nîqaş hene, plansazî hene. Rojava ji bo vê kampanyayê li ser piyan e. Em hurmetê nîşanî karên li Bakur û Tirkiyeyê didin, têkoşînek tê meşandin lê belê têrker nîne. Bi taybetî gelê me yê li Bakur, hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, tevgerên Kurdan bila ji xwe bipirsin; gelo li holê tiştekî hiqûqî, qanûnî, exlaqî heye? Ev bi xwe sedemeke ku tiştek bê kirin.

Têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur û Tirkiyeyê tê kirin em kêm dibînin. Divê civak rehet nebe, divê empatiyê bike. Rêber Apo gelê Kurd ji gorê rizgar kir, ku bi saxî hatibû veşartin. Gelê Kurd bû xwedî têkoşîn, îrade û nirxan. Rêbertî gel gihand vê astê. Divê gelê Kurd, dost, hêzên demokrasî û azadiyê bibêjin ku li holê neheqiyek heye. Di şexsê Rêber Apo de paşeroja civakê tê tinekirin. Lewma gelo ji her demê bêhtir pêwîstî bi têkoşîneke girseyî û hîn mezintir nîne? Ev yek pîvaneke mirovî ye. Weke min got, heta astekê kar heye, lê belê li Îmraliyê zext û êşkence dewam dike Lewma divê rabe ser piyan û têkoşînê dewam bike. Ji aliyê hiqûqî ve jî divê têkoşîn bê mezinkirin. Mînak li Tirkiyeyê bi hezaran parêzeran pirsgirêk xistin rojevê. Ev gelekî gigrîng e. Divê ji civakê re qala derewên dewleta Tirk û rûyê rast ê Erdogan bê kirin.

Dihate gotin, dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwedî planên êrişên mezin bû. Ji bo vê jî di navbera Iraqê û dewleta Tirk de gelek hevdîtin hatin kirin. Encamên çawa ji van hevdîtinan derkete holê û şerê navbera dewleta Tirk û gerîla niha di kîjan astê de ye?

Hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li Îmraliyê şerekî gelekî giran diqewime. Ya rast li Tirkiyeyê jî şerekî giran heye. Li Tirkiyeyê gelo kes dikare bi rehetî hilmekê bistîne? Ev jî şerekî psîkolojîk, aborî û siyasî ye. Dewleta Tirk stratejiyek amade kir. Got, di mehên havînê de wê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û gerîla tine bike, bi vî rengî bi ser bikeve. Vî şerî destpê kir. Ji 16’ê Nîsanê û vir ve şerekî giran heye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vê yekê baş fêhm nakin. Carna mîna ku 2 cîhan hene. Li aliyekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê meşandin, li aliyê din jî her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl in. Welê nabe. Eger dewleta Tirk li hemberî gerîla encamê bi dest bixe divê bê zanîn ku li Bakur û li Tirkiyeyê wê bêhn li mirovan biçike. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî gerîla dike. Eger hîn jî nekariye encamê bi dest bixe ev yek bi saya berxweedana gerîla ye. Li Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tecrûbeya bi salan û ruhê fedaî berxwedan tê kirin. Kes nikare li hemberî vê îradeyê bisekine.

Dewleta Tirk ku artêşa duyemîn a herî xurt a NATO’yê ye, çi dike bila bike kes hesab jê napirse. Ew jî pir bê exlaq iln, NATO jî piştgiriyê dide wan. Tevî van hemûyan jî li hemberî gerîla nikarin encamê werbigirin. Divê gelê Kurd bi vê zanibe û jê hêzê werbigire. Hîn di destpêka mehên biharê de heyeta Tirk bi dewleta Iraqê re timî hevdîtin dikir. Pêşniyar li Iraqê û PDK’ê kir ku bi hev re li dijî PKK’ê şer bikin. Kêm zêde em zanin bê di hevdîtinan de li ser çi axivîn, encameke çawa bi dest xistin. Dixwazim çend tiştan ji dewleta Iraqê re bibêjim; Dewleta Iraqê zane, ji dema Saddam û vir ve zêdeyî 40 sal in PKK li çiyayên Kurdistanê ye. PKK’ê ti carî zerar neda civaka Iraqê, neda gelê Başûr, neda gelê Kurd û dewleta Iraqê. Berevajî vê yekê PKK’ê her tim Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, gel û civakên din hemû parast. Tevî vê jî dewleta Iraqê rabû PKK weke rêxistineke qedexekirî ragihand ku ev yek tiştekî şerm e. Em zanin bê ev tê çi wateyê. Ev rewş ne tenê daxuyaniyek e. Ev biryar rast nîne û divê dewleta Iraqê vê biryara şaş tavilê jinûve binirxîne û sererast bike.

PKK’ê beriya niha bi çend salan li dijî DAÎŞ’ê paşeroja Iraqê, Kurdan, Suryaniyan, Êzidiyan û Ereban rizgar kir. Şerekî fedaî kir, xwe ispat kir. Li şûna ku hurmetê nîşanî tevgereke bi vî rengî bide, li şûna ku dostanî û tifaqê pê re çêbike, wergirtina biryareke bi vî rengî neheqî ye. Dewleta Iraqê dibêje dewleteke serbixwe ye, madem welê ye çawa dibe ku dewleta Tirk bi sedan kîlometreyî dide nava xaka wê, dagir dike, li dehan deveran baregehan ava dike, bi hezaran leşkerên xwe lê bi cih dike? Ev êdî desteserkirin e, tu êdî dewleteke serbixwe nîne. Ev çawa dibe? Tu ne mafê xwe yê li hiqûqa navneteweyî bi kar tîne, ne şermezar dike, ne hesab dipirse? Her wiha li pêşiya civakê dibe asteng ku nerazîbûnê nîşan nede. Tu nerazîbûna Ereban, gelê Kurd asteng dike. Tu nahêle ku çapemenî li hemberî dewleta Tirk tiştekî bibêje. Rastiya dewleteke ku ji xwe re dibêje serbixwe ye bi vî rengî ye.

DEWLETA IRAQÊ TI CARÎ JI ME ZERAR NEDÎT

Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad 13 sal in di nava şerekî giran de ye. Sûriye hate talankirin, DAÎŞ, dewleta Tirk û gelek çeteyan dagir kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser heye û dixwaze pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike lê belê dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Di heman demê de li ser xaka Sûriyeyê sîstema xwe ya rêveberiyê dimeşîne, desteser kiriye, weke parçeyek ji xwe dibîne. Bi hezaran çete li wir bi cih kiriye. Tevî van hemûyan jî dewleta Sûriyeyê bersiveke bi vî rengî dide daxwaza hevdîtinê ya dewleta Tirk; heta ku dewleta Tirk a ku xaka me dagir kiriye xaka me neterikîne, heta ku hêzên xwe venekişîne em ê ti hevdîtinê pê re nekin. Bi rastî jî mirov hurmetê nîşan dide. Helwesteke bi pîvan nîşan dide, weke dewletê dibêje ew ê bi kesê ku xaka wan dagir kiriye hevdîtinê nekin.

Em li bendê bûn ku Iraq jî sekneke bi vî rengî nîşan bide. Carna bi helwesteke şermok dibêjin ji xaka me biçin lê belê di heman demê de bi dehan hevdîtinan dikin. Ev rast nîne. Divê dewleta Iraqê zanibe, bila guh nede gefên Erdogan, Erdogan ne weke 20 sal, 10 sal, her wiha ne weke 4 sal berê ye. Di nava civakê de hêza xwe nemaye. Tenê hêza burokrasî û dewletê di destê wî de maye. Wê her tim li ser desthilatdariyê nemîne. Divê dewleta Iraqê hîn stratejîk bifikire, berfireh bifikire, li gorî wê siyasetê bike. Weke tevger em dixwazin ev neheqî ji holê bê rakirin, têkiliyên dostane yên gelê Kurd û tevgera me bi civaka Ereb û dewleta Iraqê re bêne pêşvebirin. Ji ber ku ti carî zerar ji me nedîtin.

Divê careke din bên ser xeta rast. Bêguman hinek hene ku hewl didin navbera Iraqê û dewleta Tirk çêbikin, dixwazin li hemberî PKK’ê helwestê nîşan bidin, ku vê yekê ji xwe re weke wezîfeyê dibînin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn serkêşiyê ji vê re dike. Hewl dide ku Bexda û Enqere li hev bikin. Her wiha li Parlamenta Iraqê jî hinek hene ku dikevin xefika dewleta Tirk. Mînak Serokê Meclîsa Iraqê, Wezîrê Parastinê. Van şermezar dikim. Divê gelê me zanibe ku gelek pirsgirêk ji ber van kesan e. Bêguman pêvajo dewam dike. Dewleta Tirk hîn encam wernegirtiye, niha di patînajê de ye. Em zanin ku wê li dijî me hemû hêza xwe bi kar bîne. Em jî ji hêz, tecrûbe û teknîka xwe baawer dikin, xwe bi ruhê fedaî amade dikin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê ji bo vemirandina şewatê bang kir
Nûçeya Pişt re ‘Dewleta Tirk ji bo êriş bike hincetan diafirîne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Rojhilatê Kurdistanê mehekê herî kêm 40 kolber hatin qetilkirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê binpêkirina mafên mirovan a meha dawî ya dewleta Îranê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM PARTÎ di derbarê dijminatiya qeyyûman ya li ser zimanê Kurdî daxuyaniyek da

Komisyona Çand û Hûnerê ya DEM PARTÎ di derbarê dijminatiya dewleta Tirk ya li hember…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li Colemêrgê polîs tiryakê peyda dike’

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê li ser bikaranîna tiryakê û peydakirina tiryakê raporek amade kir. Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji bo şîna gerîlayê HPG’ê seredaneke girseyî pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?