Hefteya derbasbûyî zêdeyî 1.300 namzetên hecî li Mekkeyê ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dan. Li DYE’yê jî zêdeyî 100 milyon mirov di bin hişyariya germahiya zêde de ne. Li Hindistanê di nava sê mehên derbasbûyî de herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Zanyar li bendê bûn ku havîna îsal ji havîna 2023’an hênik derbas bibe ku havîna herî kêm 2 hezar salên dawî ya herî germ a li bakurê cîhanê bû. Lê belê havîna 2024’an piştî ku destpê kir ji aliyê germahiya zêde ve bû cihê fikaran.
Zanyar Zeke Haûsfather ji rojnameya Washîngton Postê re axivî û diyar kir ku meha Hezîranê wê rekora germahiya global a meha 13’emîn a li pey hev bişikîne. Haûsfather anî ziman ku meha bê dibe ku bibe meha herî germ a gerstêrkê ya ku heta niha hatiye pîvandin.
Tevahiya hefteyê li beşeke mezin a Efrîka, Rojhilata Navîn, Başûrê Ewropayê û Başûrrojihlatê Asyuyayê şert û mercên giran û awarte yên germê hate dîtin. Mînak bikaranîna zêde ya klîmayê li Arnavûtlûk û Kûweytê xetên elektrîkê têk bir.
Ji destpêkirina serdema pîşesaziyê û vir ve bikaranîna sotemeniya fosîl a ji aliyê mirovan ve gerstêrk bi qasî 1.2 pileyî germ kir. Di nava 12 mehên derbasbûyî de germahiya cîhanê li gorî asta beriya dema pîşesaziyê bi 1.5 pileyî dewam kir.
Meha Tîrmeha 2023’an li gorî zanyaran germahiya herî bilind a heta niha bû. Tê gotin, ev yek asta herî bilind a germahiyê ya ji 100 hezar salan û vir ve ye.