Şemî, 19 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence: Derbarê berpirsan de lêpirsînê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran hevdîtinên gel û jinan: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler biryara berdanê hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK :13 saliya Şoreşa Rojava piroz be !

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Delal Akyuz hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erxevanê navê Sirri Sureyya Onder li kolanek hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Tuncer Bakirhan a ji bo Şengalê: Merheleya azadiyê dest pê kiriye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de nîqaşên li ser Jineolojiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan careke din hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hesabên şaş li ser Kurdan nekin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn: Parastina civak û jinên Sûrî erka me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser malbata ku muzîka Kurdî guhdar kir hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya siyasî: Êrîşên li hemberî Pexşan Ezîzî zêde bûne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mela Îdrîs Jaleyî: Divê Misilman dagirkeriyê qebûl nekin
Kurdistan

Mela Îdrîs Jaleyî: Divê Misilman dagirkeriyê qebûl nekin

Alimê dîn ê Kurdistanê, melayê Mizgefta Kelarê Mela Îdrîs Jaleyî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got: "Her kesê ku li ser ax û welatê xwe ji bo rûmeta xwe bê kuştin şehîd e û parêzvaniyeke pîroz kiriye, li ba Xwedayê mezin şehîd e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker her ku diçin zêdetir dibin. Têkildarî vê yekê alimê dîn Mela Îdrîs Jaleyî ji ANF’ê re axivî.

 

‘TIRKIYE HEWL DIDE DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BIGUHERÎNE’

Mela Îdrîs Jaleyî da xuyakirin ku welatên cîran di dîn de hevpar in lê mixabin me dagir dikin û wiha domand: “Em welatekî mezin in ku jê re dibêjin Kurdistan, mixabin di rewşa niha de ew rastî heye ku Kurdistan li ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye dabeşkirin. Welatên cîran ku di dîn de hevpar in, me dagir dikin, ji bo Kurdan ew dagirker in. Tevî vê yekê jî mixabin îro bi van êriş û dagirkeriyên ku Tirkiye dike, em du caran tên dagirkirin. Başûrê Kurdistanê mixabin danîne ser Iraqê, Tirkiye tevî vê rewşê jî dest jê bernade û destûr nade ku em li vir jî bijîn û azad bin. Êrişî ser axa Kurdistanê dike, hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne, hewl dide cihê jiyana hemwelatiyan xerab bike û malên wan hilweşîne. Di dînê pîroz ê Îslamê de xerabkirina cihan û qirêjkirina jîngehê qedexe ye û divê Misilman li hemû cîhanê dengê xwe derxin û vê yekê qebûl nekin.”

‘TIRKIYE DIXWAZE BI RÊYA ÇANDÊ ME DAGIR BIKE’

Mela Îdrîs Jaleyî diyar kir ku dewletên dagirker ên li Kurdistanê dixwazin dîrok û zimanê xwe li ser gelê Kurd ferz bikin û wan bikin beşeke xwe û wiha got: “Di rewşa niha de Tirkiye bi rêya rêzefîlmên xwe û bi rêya dibistanên taybet û kolejên ku vedike, bi her awayî hewl dide hebûna xwe di nav dîroka me de binecih bike û gelê Kurd bike beşeke xwe. Hewl dide hesta Kurdayetiyê û hesta serbilindiya bi dîrok û çanda Kurdî nemîne, hewl dide wisa li me bike ku em xwe wek gelekî windabûyî, bêçand û bêdîrok bizanin. Dema ku nekarî vî tiştî bike, hewl dide wisa li me bike ku em ber bi çand û ziman û jiyana wan a civakî biçin. Dema ku bi rêya çanda xwe em dagir kirin, dagirkirina ax û welêt hêsantir dibe. Ev jî karekî kirêt e û tunehesibandina fermana Xwedayê mezin e. Karê Xwedê ye ku em wek Kurd afirandine, her gel xwedî çand û zimanê xwe ye û hewldana tunekirin û pişaftina wê karek e li dijî fermana Xwedê. Tirkiye ku hewl dide vê yekê bike, li dijî fermana Xwedê tev digere.”

‘DIVÊ OLDAR PARÊZVANIYA AX Û WELATÊ KURDISTANÊ BIKIN’

Di berdewama axaftina xwe de Mela Îdrîs Jaleyî amaje pê kir ku dijminan gelek caran dîn bi kar aniye ji bo dagirkirina Kurdistanê û hesta dîn a gelê Kurd sûîstimal kirine da ku li hember dagirkeran dernekevin, qaşo dagirker Misilman in û ev tişt anîn ziman: “Misilman ew e ku mafê te yê rewa dide te û welatê te dagir nake, xwişk-biratiya Îslamê ew e ku destûrê bide te ku tu wek mirov li ser ax û welatê xwe bijî. Lê belê dema ku ew bi navê xwişk-biratiya Misilmanan were û jiyan û mafên mirov binpê bike, wê demê ew xwişk-biratiya Misilmanan namîne, wê demê ew dibe dagirker û dijmin. Erkê ser milê me ye ku em wek Misilman li hember vê dagirkeriyê derkevin. Her kesê ku li ser ax û welatê xwe ji bo rûmeta xwe bê kuştin şehîd e û parêzvaniyeke pîroz kiriye, li ba Xwedayê mezin jî wek şehîd tê nivîsîn. Erkê zanayên dîn û Misilmanan e ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxin, li dijî çewisandina gelê Kurd ku li ser axa xwe tê çewisandin, divê zanayên dînê Îslamê yên welatên din dengê xwe derxin, fetwayê bidin. Îro 10’ê Muheremê ye, di dîrokê de roja rizgarkirina neteweya Benî Îsraîl e ji aliyê pêxember Mûsa ve, ev roj kirine roja spasdariyê ku Mûsa neteweya xwe ji zordarî û zilma Firewn rizgar kiriye. Divê zanayên Kurd ên Misilman ji vê peyamê îlhamê wergirin ku pêwîst e em neteweya xwe rizgar bikin. Îmam Hisên di vê rojê de hat ji bo rizgarkirina neteweyekê û şoreşa rizgariyê li dijî zilmê ragihand û di vê rêyê de şehîd bû. Divê em zanayên Kurd ên Misilman şoreşê ragihînin ji bo parastina ax û welatê Kurdistanê.”

Di dawiya axaftina xwe de Mela Îdrîs Jaleyî ev tişt anîn ziman: “Wek zanayên dîn peyama me ew e ku em bi Kurdbûna xwe serbilind bin û spasiya Xwedê bikin ku Xwedê em wek Kurd afirandine. Daxwaziya min wek zanayekî dîn ji Misilmanan ew e ku tu caran dagirkeriyê qebûl nekin. Her kes li gorî hêza xwe, bi boykotkirina kelûpel û medyayên dagirkeran beşdar bibe, duayan jî bikin ku Xwedayê mezin dawî li dagirkeriya li ser Kurdistanê bîne û wisa li zilmkar û dagirkeran bike ku vegerin cihê xwe yan jî wan serşor û têkçûyî bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN GERMIYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevdîtinên Hevserokê KNK’ê didomin
Nûçeya Pişt re Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê: Werin em li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH’ê li Kocaeliyê 2 çalakî kir

Milîsên Şêxmus Milazgîr ên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê li Kocaeliyê çalakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsyayê bertek nîşanî Elmayayê da

Tê îdîakirin ku di navbera hin leşkerên Elman de li ser mijara sewqiyata çekan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê: Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin

Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê ji bo bi Wezîrê Edaletê yê Tirk re hevdîtinê pêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa Şengalê: Serkeftina pêvajoya civaka demokratîk, serkeftina Şengalê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Xweparastin mijareke civakî ye, bê parastin jiyana azad nabe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyama Tuncer Bakirhan a ji bo Şengalê: Merheleya azadiyê dest pê kiriye!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Konferansa Şengalê: Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?