Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!
Kurdistan

Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

Karkerê sendîkayî Mehmet Yariç, ku banga piştgiriyê li her kesî kir, got: “Ev neheqî li her derî heye, em ê li dijî vê neheqiyê li ber xwe bidin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Karkerên înşeatê yên ku li şantiyeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê ku Mijdara 2021’an de dest bi çêkirina wê hatibû kirin dixebitin, salên dirêj e bi zextên sîstematîk re rûberû dimînin. Karkerên ku di dema avakirina şantiyeyê de gelek caran heqdestên xwe nestandine û ji ber giraniya mercên kar berê jî du caran dest bi çalakiya protestoyê kiribûn, vê carê jî ji ber ku bibûn endamên sendîkayê û hatin derxistin, dest bi çalakiya berxwedanê kirin.

 

Çalakiya 75 karkerên ku endamên Sendîkaya Karkerên Yapî û Yolê (Yapî Yol-Sen) ne, ji bo baştirkirina mercên xebatê û wergirtina mafên xwe yên rewa, 14 roj in ku berdewam e. Karker, diyar dikin ku divê birîna neheq a ji mehaniyên wan bi dawî bibe, prîmên wan ên SGK’yê li ser heqdestê wan ê rastî bêne razandin, heqê xebata zêde û xebata rojên Yekşemê bê dayîn, pirsgirêkên çûnûhatinê û yên ewlehiya kar bêne çareserkirin.

Karkeran diyar kir ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên sendîkayî bi zext û gefên ji kar derxistinê re rû bi rû mane û bal kişandin ser wê yekê ku heta daxwazên wan neyên qebûl kirin, wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Endamê Yapî Yol-Senê Mehmet Yariç, diyar kir ku li cihê xebatê ne tenê ew, hemû karker di bin zextê de ne û mercên kar her ku diçe xirabtir dibin. Yariç behsa pêvajoyê kir û got: “Di mercên xebatê de zexteke berdewam li ser me hebû. Berî sê mehan dîsa pirsgirêka ji kar derxistinê çêbû. Me sendîkaya xwe vexwend, piştî wê lihevkirin çêbû û em vegeriyan ser karê xwe. Lê ji wê rojê û vir ve, ji ber ku em bibûn endamên sendîkayê zexta li ser me hêj bêtir zêde bû. Em rasterast bûn qurbana mobbing û zextê.”

‘JI BER DU SÊ DEQE EM ZÛ ÇÛN XWARINÊ HEQDESTÊ ME HAT BIRÎN’

Yariç destnîşan kir ku hemû karên xeternak û giran bi qestî didan wan û axaftina xwe wiha domand: “Ji sedî 90’î kar li ser milê me bû., lê karên hêsantir didan karkerên xwediyê kargehê. Ji ber ku em sendîkayî bûn, em tim di bin zextê de bûn. Her roj bi derxistina ji kar gef li me dihat xwarin. Ji ber derengmayîna du-sê deqeyan jî gefa ji kar derxistinê li me dihat kirin.”

Yariç da zanîn ku di vê pêvajoyê de dema bêhnvedana xwarinê jî bûye mijara pirsgirêkê û got: “Ew ewqas bi pêş ket ku tenê ji ber ku em deqeyek, du deqe an jî sê deqe zû çûn xwarinê, heqdestê me yê nîv rojê hate birîn. Ji mehaniya piraniya me, yan jî me hemûyan birîn çêkirin. Me li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got ku em birîna heqdestê xwe qebûl nakin. Firmaya sereke Gurbag bû, serkar jî Hermet bû. Berpirsyarê di ser me de, ku em difikirin navê wî Alî Ulkusever e heqdestê me birîn. Me birîna mehaniya xwe ji ber derengiya du sê deqeyan qebûl nekir. Li ser vê yekê ji me re gotin: “Kî qebûl nake, dergeh li wir e; bira biçe îmzeya xwe bide, îstîfaya xwe bike û biçe.’”

‘KARKER LI HER DERÎ DI BIN ZEXTÊ DE NE’

Yariç anî ziman ku wan ev ferzkirin qebûl nekiriye û ji ber daxwaza mafên xwe kirine, zor li wan hatiye kirin ku dest ji kar berdin û wiha pê de çû: “Me ev tişt qebûl nekir, me bang li sendîkaya xwe kir û roja din me dest bi çalakiyê kir. Li Tirkiyeyê karkerên sendîkayî di bin zext û gefan de ne. Mafên karkeran nayên dan; di qezayên kar de jî mafên karkeran nayên parastin. Divê êdî dawî li piçûkxistin, tenêhiştin û cahilxistina karkeran bê anîn. Ev neheqî dê heta kengî berdewam bike? Em ê heta kengî neçar bimînin ku berxwe bidin? Ji bo em mafê xwe bistînin em çima neçar in tim têkoşînê bikin? Em dixwazin êdî kesek mudaxeleyî vê rewşê bike.”

‘HETA EM MAFÊN XWE NESTÎNIN EM JI VIR NAÇIN’

Yariç banga rêxistinbûnê li karkeran kir û ji gelê Amedê daxwaza hevgirtinê kir. Yariç wiha axivî: “Li vir zarok, dê, bav û hevserên her kesî hene. Em hemû dixebitin da ku debara malbatên xwe bikin. Mafên ku dewletê bi qanûnî dane me hene, lê astengî li ber bikaranîna van mafan têne derxistin. Ev zilm dê heta kengî berdewam bike? Em dixwazin ku ev bûyer tavilê bi dawî bibin. Divê gel û saziyên sivîl ên bajêr di vê mijarê de piştgiriyê bidin me. Heta em mafên xwe nestînin em ji vir naçin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Pêşniyarên zanîngeha Kobanê û hevyazbendî ne li gorî hev bûn’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heften ji bo rawestandina darvekirinan banga zexta xurt a civakî kir

Endamê Meclîsa PJAK'ê Mezlûm Heften nerazîbûn nîşanî darvekirinên li Îranê da û diyar kir, ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabin!

Li Amedê danezana “Divê em ji nû ve çareseriyê biaxivin” hate eşkerekirin û peyama “Heta…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Dêrsîm Nûrhak wê ti carî neyê jibîrkirin!

HPG'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Dêrsîm Nûrhak bi bîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?