Li Tirkiyeyê xizaniya giran, lêçûnên zêde yên jiyanê û zehmetiya peydakirina pêwîstiyên esasî yên jiyanê bandoreke neyînî li mercên jiyanê yên bi milyonan kesî dike. Li gorî Statîstîkên Mercên Jiyanê û Xizaniyê yên 2025’an ên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) ji sedî 27,9 ê nifûsê xizan e û bi rîska dervehiştina civakî re rû bi rû ne. Di nava zarokan de ev rêje digihêje asta ji sedî 36,8’an.
Li gorî heman daneyan, rêjeya xizaniya civakî û madî ji sedî 11,9, rêjeya xizaniya timî ji sedî 13,6 e.
Di lêkolîna Kanûna 2025’an a TURK-IŞ’ê de sînorê birçîbûna mehane ya malbatek ji 4 kesan 30 hezar û 143 TL, sînorê xizaniyê jî 98 hezar û 188 TL ye. Ji ber ku mûçeyê kêmtirîn ê net ê ji 28 hezar û 75 TL’yî ku ji bo sala 2026’an hate eşkerekirin di bin sînorê birçîbûnê de ye, zor û zehmetiya debarê radixe pêş çavan.
Krîza aboriyê ya zêde û enflasyon dike ku şênî ji bo mehên zivistanê bikevin nava fikaran. Mirovên ku nikarin lêçûnên gazê, elektrîkê û êzingan bidin, dibêjin ku krîza aboriyê giran dibe. Li Amedê ku krîz li her qada jiyanê xwe nîşan dide, bi taybetî li navçeyên Baglar û Sûrê bandora xwe nîşan dide. Cudahiya aboriyê ya navbera navçe û semtan mezin dibe, çetebûyîn, rahiştina çekan a bi şexsî û bûyerên tundiyê yên dema dawî li bajêr zêde bûne, nîqaşên têkildarî encmaên civakî yên vê tabloyê bi xwe re tîne.
Şêniyên navçeya Baglarê sedem û encamên nirxandinê nirxandin û ji bo çareseriya pirsgirêkê jî destnîşan kirin ku divê derfetên kar bêne zêdekirin û belavkirina hatineyê wekhev bibe. Li navçeyê ku bi giranî kesên di salên 1990’î de ji ber şewitandina gundan ji neçarî koç kirin lê dimînin, li malên ku tav lê naxe li hemberî xizaniyê li ber xwe didin.
Xizaniya li taxên 5 Nîsan, Mûradiye, Şêx Şamil û Kaynartepeyê, hem di qeydên keyatiyê de hem jî di lênûskên deyn ên li dikanan xwe nîşan dide.
Keyayên Şêx Şamil û Kaynartepeyê li ser mijarê axivîn û anîn ziman ku xizanî zêde dibe û pirsgirêk bê çareserî tê hiştin. Keyayan diyar kirin ku rojane derdora 30 kes daxwaza alîkariyê ji keyatiyan dikin û ev hejmar her roj zêde dibe, bi taybetî bi vebûna dibistanan re daxwaza ji bo alîkariya alavên dibistanê zêde bûye. Keyayan anîn ziman ku daxwaza ji bo alîkariya êzing û xurekê jî zêde bûye û qala pirsgirêkên hevpar ên li taxan kirin:
“Em êdî nikarin hejmara daxwazê bihejmêrin. Hinek mirov di rewşeke gelekî zehmet de ne. Ji bo alîkariya bi wan re em li her deverê digerin, dema ku alîkariyê peyda nakin jî hewl didin bi derfetên xwe tiştekî bikin. Rewşa mirovan berê jî gelekî nebaş bû, dema dawî hîn giran bû. Hin mirov hene ku qet alîkariyê nikarin bigirin an jî ji ber ku nikarin kar peyda bikin ti hatineya xwe nîne. Hin malbat hene ku rojê dahnekî jî xwarin bi destê wan nakeve. Her wiha hin malbat hene ku nikarin nan jî bikirin an jî nan bi deyn dikirin.
Alîkariya mirovên xêrxwaz carna çêdibe, lê belê têrê nake. Ji ber ku gelek malbat hene ku hatineya wan nîne, em jî di mijara alîkariyê de zehmetiyê dikişînin. Bi taybetî jinên bi serê xwe dimînin û malbatên ku zarokên wan hene lê kar bi destê wan nakeve, di vê mijarê de gelekî zehmetiyan dikişînin. Zivistan tê, ew jî em jî nizanin bê çi bikin. Ji ber ku gaz nîne wê elektrîkê yan jî komirê bi kar bînin, lê belê her du jî biha ne. Rewş gihîştiye wê astê ku mirov êdî nikarin sobeya bikarhatî jî bikirin.
Divê sedema vê bêkariyê, van pirsgirêkan bêne lêkolîn û çareserkirin. Li taxên din mirov xwarina xwe diavêjin çopê, li taxên din jî nan bi destê mirovan nakeve.”
Lêkolîneke ku ev tabloya keyayan qalê kir raxist pêş çavan li Baglarê hate kirin. Encamên lêkolînê ku tenê bi hevdîtina bi jinan re hate kirin, asta xizaniyê ya li navçeyê radixe pêş çavan.
Li gorî ‘Rapora Lêkolîna Xizaniya Jinan a li Amedê’ ya sala 2026’an a Yekîtiya Şaredariyan a Herêma Başûrrojhilatê Anatoliyê (GABB), xiznaiya li Baglarê ji ber bêkarî, keda lênihêrînê û bêewlehiya aboriyê kûr dibe. Zêdeyî ji sedî 90 ê jinên beşdarî lêkolînê bûn anîn ziman ku li karekî ji hatineyê naxebitin, ji sedî 46 ê beşdaran jî hatineyeke wan a şexsî nehate tespîtkirin.
Lêkolînê astengiyên li pêşiya serxwebûna aboriyê ya jinan jî raxist pêş çavan. Hate tespîtkirin ku ji sedî 83 ê jinan ti milk li ser navê wan nehatiye qeydkirin, ji sedî 54 ê jinan xwedî karteke bankayê ya bi navê xwe nîne.
Di raporê de hate xwestin ku ji bo têkoşîna li dijî xizaniya jinan derfetên kar bêne zêdekirin, kreş bêne zêdekirin, kursên pîşeyî bêne vekirin û mekanîzmayên piştevaniya civakî werin xurtkirin.
Dikandarekî li taxa 5 Nîsanê ya Baglarê anî ziman ku wî lênûskên deyn şewitandiye û deyn nikare bê dayin. Dikandarê ku nexwest navê xwe bibêje, bi vî rengî qala pirsgirêkên aboriyê kir:
“Bi taybetî jin gelekî zor û zehmetiyan dikişînin. Yên li zarokan dinihêrin û yên li malê dinihêrin ew in. Berê mirovên ku bi deyn tişt dikirî, dawiya mehê pereyê xwe dianî. Lê belê êdî ev jî bi kêr nayê. Carna dibe mirov ne dikare deynê xwe bide ne jî nanekî bikire. Em êdî ji ber xwe ve didin. Êdî em nikarin dawiya mehê bînin. Gelek dikandaran girtin, em her roj bi zerarê dikanê vedikin. Ev ê heta kengî dewam bike, em nizanin.”
Li gorî lêkolînan ne tenê xizanî, her wiha pirsgirêkên tenduristiyê jî der bûne.
Fatma ya li taxa Şêx Şamîlê dimîne, anî ziman ku li gel daxwaza wan jî gaz bi mala wan ve nehatiye girêdan û her zivistanê nexweş dikevin. Fatma diyar kir ku mala wan a di navbera avahiyan de maye, tav lê nakeve û hem ew hem jî cîranên wê her tim nexweş dikevin.






