Duşem, 21 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa TekoJIN’ê bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû
Jin

Konferansa TekoJIN’ê bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû

Jinên ciwan ên endamên TekoJIN'ê ku ji çar aliyên Elmanyayê li Kasselê hatin cem hev, bi xwendina sosyolojiya jinê, pêvajoya siyasî û eşkerekirina encamnameyê konferansa xwe bi dawî kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî axaftina vekirinê ya Konferansa TekoJIN’ê ya li bajarê Kassel ê Elmanyayê, pêvajoya siyasî û civaknasiya jinên ciwan hatin nirxandin. Konferansa ku bi beşa duyemîn dewam kir, bi hilbijartina nûnerên Elman bi dawî bû. Ji bo nûnertiya herêma Elmanyayê 9 nûner hatin hilbijartin.

Di beşa duyemîn de Zîlan Mêrdîn xebatên TekoJIN’ê yên salan e ragihand.

‘ARMANCA SEREKE AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Zîlan Mêrdîn got, “TekoJIN li ser şopa xwedawendên têkoşer û bi rê û rêbazên serdemê yên li dijî zilm û koletiya ku li ser jinê tê kirin, têdikoşe. Armanca sereke ya TekoJIN azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Têkoşîna xwe li ser paradîgmaya azadiya jinê plan dike û li ser vê bingehê xebatên xwe dimeşîne. Di çarçoveya armanca xwe ya pêkanîna azadiya jin û gelan de xwedî li mîrasa têkoşîna şoreşgerî û têkoşîna jinê ya cîhanê derdikeve. TekoJIN xwe ji bilindkirina têkoşînê berpirsyar dibîne û her roj zêdetir xwe li cîhanê belav dike. Li dijî çeka herî bi hêz desthilata mêr şerê taybet e. Jinan hişyar dike, perwerde dike û li dijî zilma mêr refên têkoşînê berfireh dike.”

Di konferansê de lêkolînên ji sala 2023’yan û vir ve hatin kirin bi delegeyan re hatin parvekirin.

Zîlan Mêrdîn piştî parvekirina xebatên ku hatine kirin, axaftina xwe bi pêvajoya siyasî berdewam kir. Di axaftina xwe de komîteyên TekoJIN li ku ne û di kîjan qonaxan de ne vegot.

Piştî axaftina Zîlan Mêrdîn, Xweza Aydin û Ronya Gul bi danasîna JXK û xebatên wê berdewam kirin.

Di konferansê de wiha hat gotin:

“Armanca JXK’ê ew e ku di avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Onder APO ve hatiye pêşxistin, cih bigire. Têkoşîna jinê ji xwe re esas digirin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin dikin. Azadiya fizîkî ya Rêber APO di navenda hemû xebatên de ye.

Bi giranî xebatên xwe li zanîngehan dikin. Xebatên mîna panel, semîner hwd. ên ku ji bo hişmendiyê dimeşîne.”

Piştî danasîna TekoJIN û JXK, konferans derbasî beşa encamnameyê bû.

Nûnerên koordînasyonê yên li Elmanyayê dixebitin hatin hilbijartin.

Piştî ku nûner hatin hilbijartin, encamname hat xwendin.

ENCAMNAME


Plansaziya di encamnameyê de wiha ye:

Li ser Rêber APO:

• TekoJIN wê azadiya fizîkî ya Rêber APO bike navenda hemû xebatên xwe.

 • Wê pêngava “Ji Rêber APO re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bi rê ve bibe û di komîteya pêngavê de cih bigire.

 • TekoJIN Elmanya, ji bo pêşxistina girêdana bi îdeolojiya Rêber APO wê giraniyê bide xwendina pirtûkên û dahûrandinên Rêber APO. Bi vê armancê li her cihê ku komîteyên TekoJIN, komîn û înîsiyatîf lê hebin dê komên xwendinê bên avakirin û li cihên ku tune ne jî xebatên avakirina van koman bên kirin.

 • Di meha Cotmehê de çalakiyên hişyarkirina rastiya Rêbertî û komployê (semîner, forûm, çalakî û hwd.) bên lidarxistin.

 • Li herêmên Elmanyayê (Başûr, Bakur û Navîn) heta dawiya meha Çileyê wê atolyeyên jinên ciwan û Rêbertiyê bên lidarxistin.

Derbarê avakirin û rêxistinkirinê:

 • Xebatên avakirinê, bi taybetî jî komîn, wê weke modela jiyana kolektîf bê meşandin.

 • Ji bo jinên ciwan ên nepolîtîk cihên weser û taybet bên avakirin.

 • Hemû xebatên TekoJIN wê li ser esasê çandê bin û giranî li ser birêxistinkirina jinên ciwan ên ku beşdarî xebatên çandê bibin, bê dayîn.

 • Heta kongreya TekoJIN dê li cihên diyarkirî komîteyên TekoJIN bên avakirin, civîn û çalakiyên ji bo xebatên avakirinê berdewam bikin.

 • Heta kongreya TekoJIN dê komînên jinên ciwan li cihên diyarkirî bên avakirin.

 • Pergalek ji bo belavkirina kovarê dê were çêkirin.

 • Xebatên kooperatîfê wê destpê bikin.

• Heta dawiya salê wê li Başûrê Elmanyayê bi jinên ciwan ên Elewî re û li Bakûr û Navîn ên Elmanyayê jî bi jinên ciwan ên Êzidî re atolye bên lidarxistin.

 • Ji bo naskirin û birêxistinkirina jinên ciwan rêbazên nû û afirîner bên dîtin û ji bo vê jî xebatên nû li kolanan bên destpêkirin.

 • Weke TekoJIN, mehên Îlon û Cotmehê wê weke pêngava birêxistinkirina jinên ciwan ên xwendekar bên nirxandin.

Derbarê perwerdehiyê de:

 • Di çarçoveya pêngava “Jin Jiyan Azadî – Serbixe Azadî” de, her du mehan carekê wê li gorî hewcedarî û xweseriya qadê bi taybetî xweparastin, çand, exlaqê şoreşgerî û mijarên şerê taybet de perwerdeyî (perwerdeya malê, semîner, portre, analîza Rêbertiyê û hwd.) bên dayîn 

 • Di meha Tebaxê de dê kampa jinên ciwan bê lidarxistin.

• Li ser mijarên zayendperestî û şerê taybet, bi semînerên li ser medyaya dîjîtal û atolyeyên bi jinên ciwan û meclîsên jinan re wê çalakiyên hişyarkirinê bên organîzekirin.

 • Li qadên têkoşîna li dijî zayendperestiyê wê bi lêkolînên TCŞ’ê re panelek bê lidarxistin.

 • Akademiya JXK’ê wê payîzî vebe.

Derbarê çalakiyan de:

 • Di çalakiyên 9’ê Cotmehê, 25’ê Mijdarê, Komkujiya Parîsê, 15’ê Sibat û 8’ê Adarê de wê tevlîbûneke xurt bê organîzekirin û çalakiyên resen ên ku hêz û nasname wê derkeve pêş.

 • Piştî kongreya TekoJIN wê meşeke girseyî pêk were.

 • Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê di navbera 04-07’ê Tîrmehê de hefteyek çalakî bên lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KASSEL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sevda Karaca: Em hêzên li pişta DEDAŞ’ê nas dikin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Mihemed Dilbixwîn li Kobanê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

Beriya civîna bilind a NATO'yê li Tirkiyeyê serdegirtin li malên gelek kesên sosyalîst şoreşger û…

Ji aliyê Stêrk TV

Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin

Droneke bombebarkirî ya aîdê çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdîn û Sêrtê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Li dijî êrîşên li ser Rojava li navçeya Kerboran a Mêrdînê û navçeya Misircê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?