Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz hate entubekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Krîza li Sûriyeyê bi hevdîtina bi Kurdan re çareser dibe
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Krîza li Sûriyeyê bi hevdîtina bi Kurdan re çareser dibe

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Rêya rastî ya lihevkirina bi Şamê re ji Qamişlo û Kobanê derbas dibe." Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê jî da û berxwedana dayikan silav kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclîsê de mijarên di rojevê de ne nirxand. Dayikên ku ji bo li dijî tecrîdê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniyê bidin çapemeniyê hatin Enqereyê, tevlî civîna koma DEM Partiyê bûn. Dayikan tim û tim dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan.

Tulay Hatîmogûllari qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, “Ji bo girtina bersûcên reviyayî gavek şênber nehat avêtin. Dema ku biryara li ser dembihurînê ya têkildarî dozê hate eşkerekirin, Erdogan got, li ser xêrê be.”

Tulay Hatîmogûllari got, “Di bin sîwana vê parlamentê ji bo rûbirûbûna bi komkujiyên Elewiyan, Roboskî û komkujiyên mîna wan komîsyon divê bê avakirin.”

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser hewldanên Erdogan ên ji bo xwe nêzîkkirina li rêveberiya Şamê û got, “Dibêje ti karekî me li Sûriyeyê nîne. Dibêje, em tevlî karên navxweyî yên Sûriyeyê nabin. Dostê min Esad ji nişka ve bû dijmin Esed û niha careke din dixwazin vegerin dostê min Esad. Ji bo hevdîtinan ev bi sala ye di nava hewldanan de ne. Ev ne helwestekî nû ye. Baş e lê heke çi karê we bi karên navxweyî nebe, wê demê we çima qeymeqam tayînî Efrînê kir, we çima şaxa Zanîngeha Dîlokê li wir vekirin, we çima PTT vekirin û hûn çima mûçeyê OSO’yê bi lîreyê tirk didin? Ma heke ev xwetevîkirina karên navxweyî nebe wê demê çi ye?”

Hatîmogûllari got, “Tirkiye ji ber cihê xwe yê jeostratejîk, her tim ji bo herêmê û cîhanê bû welatekî girîng. Em tevek di ferqa vê de ne. Em li vir careke din dubare dikin; erê divê Tirkiye bi awayekî fermî bi Sûriyeyê re hevdîtinan bike. Divê bi Esad re hevdîtinan bike. Dema ev hevdîtin tên kirin, divê bi îradeya gelê kurd a li wir re jî hevdîtin bên kirin. Divê li wir bi Qamişloyê re jî hevdîtin bên kirin. Em vê yekê baş dizanin ku heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, îxtîmal nîne ku Tirkiye di siyaseta derveyî welat de serkeftî be. Û em vê hişyariyê careke din dikin; Tirkiye li şûna ku bi rêya wezareta karên derve guftûgo û dîplomasiyê bike, van xebatan MÎT dike. Xebatekî îstîxbarî ye, nabe ku siyaseta derveyî welat weke xebatên îstîxbarî bên meşandin. Di vê mijarê de gotina min a dawî ev e; rêya lihevkirineke jêbawer a bi Şamê re, bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk pêkan e. Rêya rasteqîn, ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”

Dayikên me yên Aştiyê jî li vir in. Jiyan û serpêhatiya van dayikên me her yek ji wan bi serê xwe dibe romanek û pirtûkek. Her yek ji wan bi awayek cuda dilê wan şewitî ye û windahiyên wan hene. Lê belê hemû xwedî êşek hevpar in. Daxwaza van dayikên me yên dilşewat heye; aştî. Tevî hemû êş û xema hatiye serê wan jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê dayikên me îro livir in. Dayikên me bi israr ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi şiklê demokratîk û aştiyane di têkoşîna xwe de israr dikin. Daxwaza sereke ya dayikên me ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.

Dayikên me ji Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê kirin. Belê hevdîtinek pêk hat lê belê Wezîrê Dadê bi qasî serê derziyê ji bo pirsgirêk bên çareserkirin tu çareseriyek pêşniyaz nekir. Niha li girtîgehan çalakiya bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi şiklê demokratîk berdewam dike. Dayik li aliyekî piştgiriya vê berxwedanê dikin û li aliyekî jî her hefte tên Enqereyê û diçin ber Wezareta Dadê û li vir daxwazên wan tevahiya Tirkiyeyê bihîst. Em jî wek DEM Partiyê dibêjin; em ê heta dawiyê li pey daxwazên we bin. Em ê mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bidomînin. Ez bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînim.

Erdogan piştî têkçûna xwe ya di hilbijartina xwecihî de behsa asayîbûnê kir. Asayîbûnek ûcebeyî anî rojeva Tirkiyeyê. Heke li Tirkiyeyê hemû ked û têkoşîn û keda dayikan ji nedîtî ve were dîtin, asayîbûn nayê vî welatî. Gelê kurd tevî hemû zextên li ser xwe jî hevşaredarên xwe bijart. Niha wezîfeya xwe ya li şaredariyan bi rê ve dibin. Li ber rewşa bêhiqûqî û rewşa anormal kar û barên xwe dikin. Ji ber serkeftina partiya me rabûn qeyûm tayînî şaredariya me ya Colemêrgê kirin. Me wek hemû pêkhateyên Tirkiyeyê li Qada Kartalê dengê xwe bilind kir û daxwaza me hemûyan ev bû; em ji bo ked û azadiya xwe qeyûman naxwazin û em ê rê nedin qeyûman. Belê em ê rê nedin qeyûman. Qeyûm ne rewa ye û derqanûnî ye. Qeyûm carek din di 31’ê Adarê de hat binaxkirin. Divê ku demildest dest ji polîtîkaya qeyûm bê berdan. Divê Viyan Tekçe ya ku Meclisa Şaredariya Colemêrgê wê wek serokwekîla şaredariyê bijartiye, demildest ji bo serokwekîliyê bê tayînkirin.

Em ê serê xwe li ber polîtîkaya Erdogan û desthilatdariya wî netewînin. Em ê nekevin xefika polîtîkaya wî ya şaş. Em ê her li ber polîtîkayên xelet ên desthilatdariyê bisekinin û rabin. Em ê wek partiyek muxalefetê her li cem karkeran, kedkaran, jinan, feqîran, cotkaran, teqawidan, ciwanan, astengdaran yanî bi hevokek zelal, em ê li cem hemû netew û baweriyên ku keda wan tê xwarin û bindest bin. Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên xelet, bi awayek xurt li ser pêya bisekinin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çawişên pispor ên dest dirêjî zarokan kirin, hatin berdan
Nûçeya Pişt re MARDEF’ê têkildarî Komkujiya Sêwasê daxuyanî da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NY ji ber ‘Venezuela’ nerazîbûn nîşan da: Pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî hatine binpêkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku mudaxeleya leşkerî ya DYE’yê ya li dijî Venezuelayê yek…

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed hirgûliyên peymana 29’ê Çileyê parve kir

Îlham Ehmed hûrgiliyên peymana QSDˊê û hikumeta demkî şîrove kirin û destnîşan kir ku peyman…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Esra Solîn Dal 19 roj in di hucreyê de ye

Esra Solîn Dal ku li Stenbolê tevî gelek hempîşeyên xwe hate girtin 19 roj in…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Zeynep Cansiz hate entubekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Divê demildest tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?