Sêşem, 25 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya karmendiyê û ceza li Ahmet Ozer hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê ji bo gerîlayên şehîd konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê wê ji bo şehîdan taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Wanê di roja 2’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo şehîdan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî!
Rojane

DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî!

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, gotin: "Serdana Îmraliyê ya ku wê çêbibe, wê bibe gaveke dîrokî ya ji bo bidawîkirina mayînde ya êşên bi dehan salan hatine jiyîn û ji bo misogerkirina lihevkirina civakî."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, derbarê biryara Komîsyonê ya çûyîna Îmraliyê de wiha gotin:

“Em biryara çûyîna Îmraliyê ya Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Xwîşk-Biratî û Demokrasiyê ya ku îro daye, wekî îfadeya herî berbiçav a pêşketina demokratîk û vîna aştiyê ya Tirkiyeyê dibînin.

Serdana Îmraliyê ya ku wê çêbibe, wê bibe gaveke dîrokî ya ji bo bidawîkirina mayînde ya êşên bi dehan salan hatine jiyîn û ji bo misogerkirina lihevkirina civakî. Bingeha diyalogê ya ku wê li Îmraliyê bê avakirin û kanalên têkiliyê yên zelal ên ku wê bên pêşxistin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê firsendeke bêhempa pêşkêş dikin.

Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê wê deriyê serdemeke nû li Tirkiyeyê veke; wê cihê siyaseta tirsê, hêvî û baweriya jiyana bi hev re bigire. Ev hevdîtin wê zelalî û jidiliya pêvajoyê xurt bike û beşdarbûna her beşê civakê ya avakirina aştiyê zêde bike.

Baweriya me temam e ku hevdîtinên ku wê bi Birêz Ocalan re bên kirin, wê di pêşveçûna saxlem û ewledar a pêvajoyê de roleke diyarker bilîzin. Em endamên Komîsyonê yên ku wê vê serdanê pêk bînin ji dil pîroz dikin û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî yên ku di xebatên Komîsyonê de roleke avaker girtine ser mile xwe û Serokê Meclîsê, birêz Numan Kurtulmuş, dikin.

Herwiha, ji ber avakirina Komîsyonê, pêkanîna xebatên wê di nav aramiyê de, dîtina daxwaza gelan a aştiyê û bi wêrekî anîna vîna çûyîna Îmraliyê, em spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyip Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Birêz Devlet Bahçelî û partiyên me yên tifaqa EMEP û TÎP’ê yên ku berpirsyariya siyasî girtine ser xwe dikin.

Rola esasî ya siyasetê, parastina berjewendiya hevpar a welêt û gelan û çareserî hilberandin e. Ev biryara ku îro hatiye girtin, tam jî nîşaneya berpirsyariyeke wiha ye. Lê belê, divê em diyar bikin ku em nêzîkatiyên dûr ên hin derdorên siyasî yên ji vê gava dîrokî re bi xemgînî pêşwazî dikin. Di pêvajoyên aştiyê de, wêrekî û dûrbînî her tim heq dikin ku bên teqdîrkirin. Dudilî û dûrketin wijdana civakî birîndar dikin. Pêwîstiya siyaseta demokratîk, di pêvajoyeke wiha ya dîrokî de, li gel hev sekinîn û mil bi mil meşîn e di biryarên ku derbarê pêşeroja hevpar a gelan de tên girtin.

Bi vê aramancê, em careke din berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê her kesî ji bo xurtkirina vîna aştiyê, tînin bîra wan. Gavên wêrek ên ku em ê îro bavêjin, wê di nav hiqûqa biratiyê de pêşerojeke nû bi dest bixin. Em hêvî dikin ku ev serdan, bibe wesîleya pêşeroja hevpar a 86 milyon kesan, yekîtiya me ya demokratîk a azad, hevwelatîbûna wekhev û aştiyeke mayînde. Avakirina aştiyê erka me ya hevpar û berpirsyariya me ye. Her çend dîtinên me yên siyasî cuda bin jî, em bang li her kesê ku ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo pêşeroja me ya hevpar û avakirina aştiya mayînde gotineke wan heye, dikin ku di payîngeha hevpar a çareserî û aştiyê de bicivin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî biryara CHP’ê ya ‘Îmraliyê’ bertek hatin nîşandan
Nûçeya Pişt re Wê şandeyek ji çar kesan pêk tê biçe Îmraliyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li herêma Asosê balafireke bêmirov hat xistin

Hat diyarkirin ku li herêma Asosê balafireke bêmirov ji aliyê Pergala Hewayî ya Qendîlê ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

Piştî 2 rojan yanî 19’ê Kanûnê wê li bajarê Hannover ê Elmanyayê konsereke mezin a…

Ji aliyê Stêrk TV

Çavreş Kobanê: Em ji berxwedanê re amade ne

Çavreş Kobanê yek ji wan kesên ku beşdarî berxwedana şervanên QSD-YPJ'ê ya piştî êrîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Otobus û tanker li hev ketin: 35 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lîstikvan Denîz Turkalî: Her çend fikarên me hebin jî divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?