Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozel: Divê gavên demokratîkbûnê di nav hev de bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ji bo pêşnûme qanûna çarçoveyê 7 pêşniyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Rêya ber bi aştiyê qonax bi qonax e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Tamîr: Girtîgeh bûne navendên binpêkirina mafan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Qereman Şukrî tevî efûya taybet jî li girtîgehê tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Radyoya Dengê Jiyanê di sala xwe ya 7’emîn de ye
Rojava

Radyoya Dengê Jiyanê di sala xwe ya 7’emîn de ye

Radyoya Dengê Jiyanê ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê Erebî weşanê dike, di sala xwe ya 7’emîn de weşangeriyeke li ser bingeha heqîqeta gelan ku dîrokê ronî dike, esas digire.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Radyoya Dengê Jiyanê ku li seranserê hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, xwedî toreya weşan û nûçegihanane û navenda wê Hesekê û Reqayê ye, ev 6 sal in bi zimanê Erebî weşanê dike. Yek ji endamên damezrandina Radyoya Dengê Jiyanê û her wiha Rêvebera wê Sozda Ehmed, der barê pêvajoya ji avabûna radyoyê heta roja îro ku di sala xwe ya 7’emîn de ye ji ANF’ê re axivî.

DI SALA 2017’AN DE JI BO DAMEZRANDINÊ AMADEKARÎ DESTPÊ KIRIN

Sozda Ehmed, anî ziman ku ji bo vebûna Radyoya Dengê Jiyanê di sala 2017’an de xebat dane destpêkirin û wiha got, “Li Rojavayê Kurdistanê weşana radyoyê bi kadroyên xwe di şert û mercên teng de di sala 2012’an de destpê kir. Di van salan de radyoyên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikirin, pir kêm bûn. Bi rêya radyoya herêmî, di nûçeyên Kurdî yên dihatin weşandin de, de behsa dîroka Kurdan û taybetemendiyên herêmê dihate kirin.

PÊDIVÎ BI RADYOYEK KU XÎTABÊ GELÊ EREB BIKE, ÇÊBÛ

Li herêmê şer gelek berfireh bûbû û her roj bajarek ango herêmek dihate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina bajarên ku bi giranî gelê Ereb lê dijîn, pêdivî bi radyoyek ku bi zimanê Erebî weşanê bike çêbû. Gelê Ereb, gelekî ku bi xwezayê û axê ve girêdayî ye. Ji ber vê piraniya demên xwe di nava xwezayê de diborandin û eleqeya wan a li hemberî radyoyê zêdetir bû. Pêşî ji bo radyo dest bi weşanê bike, hewcehî bi kadroyeke xurt hebû. Em ne xwedî civakeke bi tecrûbe bûn. Ji bo radyoyê kesên di zimanê Erebî de serwer dîtin jî, ne hêsan bû. Ji bo temamkirina van kêmahiyan pêdivî bi perwerdehiyê hebû. Ji bo radyoyê 12 kadro nêzî 8 meh hatin perwerdekirin û zemîneke xurt hat amadekirin.”

WEŞANGERIYEK LI SER BINGEHA DÎROKA SÛRIYEYÊ 

Sozda Ehmed, da xuyakirin ku Radyoya Denê Jiyanê di 1’ê Tebaxa 2018’an de dest bi weşanê kiriye û wiha domand, “Ji ber ku dewleta Tirk di wê demê de li dijî Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin, pêvajoyek zehmet bû. Ji bo vê jî me weşangeriyeke ku li ser bingeha çand û dîroka gelên ku li Sûriyeyê dijîn, rastiya erdnîgariya Sûriyeyê û polîtîkayên dewletê yên li ser Sûriyê hatine meşandin, esas girtin. Di serdema perwerdehiyê de me bi rêya medyaya dîjîtalê dest bi xebatê kiribû. Lê di 1’ê Tebaxa 2018’an radyo dest bi weşanê kir. Piştî ku weşan destpê kir, em pê hesiyan ku guhdarvan zêde ne. Ev yek ji bo moral û motîvasyona me jî baş bû.”

PÊŞÎ LI CIZÎR, REQA Û DÊREZORÊ DESTPÊ KIR

Sozda Ehmed, anî ziman ku weşan pêşî saet di navbera 07:00 û 22:00’an de hatiye kirin û got, “Di serî de radyoya me, li seranserî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, weşana xwe nekir. Li ser Cizîr û hin deverên navçeyên Reqa û Dêrezor weşanek hate kirin. Armanca me avakirina xebatkarên radyoyeke profesyonel bû. Me giranî da ser bernameyên siyasî. Her wiha me mijarên ku rojeva gel esas digirin û di bernameyên sibehê de bala gel dikişînin weşand. Piştre me dest bi pêvajoya bernameyên jin, zarok û ciwanan kir. Di sala 2022’yan de radyoya Dengê Jiyanê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî 24 saetan dest bi weşana xwe kir. Ji ber bername û nûçe girêdayî çand û jiyana gel bû, bala wan dikêşa û dihate guhdarîkirin.”

ARMANC LI SER BINGEHA HEQÎQETÊ WEŞANGERIYE

Sozda Ehmed, diyar kir ku ji ber şerê giran ê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihate meşandin, weşangerî ne tiştek hêsan bû û wiha dewam kir, “Ji ber şer û ambargoyê gelek car me nedikarî amûrên teknîkî peyda bikin. Ev yek dibû sedem car bi car weşan qut bibe. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn her roj pêşketineke siyasî ya nû rû dide. Ev rastî dihat berçav girtin û li gorî wê bername dihatin amadekirin. Gelê ku dîrok û koka xwe nizanibe nikare siberoja xwe li ser hîmên rast ava bike. Ji bo vê jî di serdema pêş de em ê giranî bidin ser weşangeriya ku dîrokên bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çandên gelên li van gundan dijîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê li ser rê ‘Pêşî Peya’ hat nivîsandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Licê agirê Newrozê hate vêxistin

Li navçeya Licê ya Amedê, agirê destpêkê yê Newroza îsal hate vêxistin, şahî hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Raportora NY Morgera: Veguherîna enerjiyê divê xweza, av û xurekê biparêze

Raportora taybet a avhewa û mafên mirovan a NY’ê Elisa Morgera diyar kir ku veguherîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Îştar dest bi çalakiyên têkildarî 9’ê Cotmehê kir

Meclîsa Îştar a li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dest bi çalakiyên 9'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di teqîna Şamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê teqîn çêbû; birîndar hene

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê xerac ji xwediyên erdan dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Eyşe Efendî: Rêber Apo civak ji pencên qirkirinê rizgar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?