Di vê hejmara Serxwebûnê de ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotarek bi sernavê ‘Dîroka Gerdûnî û Rojhilata Navîn’ hate weşandin. Di gotarê de bi mînakên balkêş hate destnîşankirin ku heta ji xaka mirî ya civakîbûna negatîf neyê rizgarkirin civaka azad (civaka erênî) nikare bê afirandin.
Nivîsa ‘Rastiya Rêbertî tevgera herî xurt a civakîbûnê ye’ ya A. Haydar Kaytan di vê hejmarê de bi beşa duyemîn û ya dawî dewam dike.
Dûran Kalkan bi sernavê ‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê dîroka hebûna azad a Kurdan da destpêkirin’ gotarek nivîsî û tê de destnîşan kir ku hîmê esasî yê destketiyên heyî yên Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.
Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Bêyî xweparastina jinê şoreşa civakî nabe’ li dijî êrişên rêxistinî û bi rêk û pêk ên desthilatdariya çînî-dewletî ya sîstema bi serwweriya mêr a li dijî jinan, analîza xweparastina jinê dike û perspektîfa vê yekê pêşkêş dike.
Dûran Kalkan di gotara xwe de ya bi sernavê ‘Stêrka biriqandî ya modernîteya demokratîk’ hate weşandin, Şoreşa Rojava dinirxîne.
Cemal Amed di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Em pêngava azadî ji Rêber Apo re bi ser bixînin’ hate weşandin, asta heyî ya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ dinirxîne ku 10’ê Cotmehê li tevahiya cîhanê destpê kir. Cemal Amed destnîşan dike ku bi serxistina pêngavê toleke mezin ji siyaseta îmhayê dikare bê hilanîn.
Bozan Tekîn di beşa duyemîn a nivîsa xwe de ya bi sernavê ‘Di sedsala duyemîn de xwedubarekirina dewleta Tirk a mêtinger-qirker’ kodên avabûnê yên dewleta Tirk û rê û rêbazên israra li ser van kodan şîrove dike.
Piling Zerdeşt di hejmara 511’an a rojnameyê de Berxwedana 14’ê Tîrmehê weke yek ji pîvanên bingehîn ên jiyana nû dinirxîne.