Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya salvegera fermana Şengalê daxuyanî da.
KBDH’ê diyar kir ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî warê Êzidiyan Şengalê kir û 10 li ser vê fermanê re derbas bûn. KBDH’ê destnîşan kir ku ev êrîşa weke fermana 73’yan tê binavkirin, weke yek ji komkujiyên herî hovane di dîroka mirovahiyê de cih girtiye û ev tişt got: “Li Şengalê bi hezaran mirov hatine qetilkirin, destdirêjî li hemberî bi hezaran jinan hatiye kirin, hatine revandin û li bazarê hatine firotin. Ti dewletên desthilatdar ên mêr, li hemberî vê yekê dengê xwe dernexistin, mîna îro li Fîlîstînê tenê bi şermezarkirinan hate derbaskirin. Di serî de jinên ji deverên cur be cur ên cîhanê, gelên cîhanê yên bindest li hemberî vê komkujiyê rawestiyan. Weke şênber jî bi pêşengiya HPG û YJA Starê komên gerîla çûn Şengalê û di çeperê herî pêş de xelkê me yê Êzidî parastin. Hikûmeta Iraq û PDK jî li hemberî vê komkujiyê bêyî ku li pişt xwe binêrin, reviyan.
Bi berxwedanê bersiva van êrîşên komkujiya li Şengalê hate dayîn û li xaka rizgarkirî Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin. YBŞ û YJŞ hate avakirin ku hêza xweparastinê ya xelkê Êzidî û jinan e.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi lîstokên dewleta Tirk a faşîst, hikûmeta Iraq û PDK’ê yên li ser Şengalê hate kirin û hat ragihandin ku bi van lîstokan dixwazin destkeftiyên gelê Kurd tune bikin.
KBDH’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li dijî gerîla, di heman demê de li dijî gelên Kurd, Ereb û Xrîstiyan tên kirin. KBDH’ê da zanîn ku eger dewleta Tirk a faşîst gerîla tasfiye bike, wê li Bakur, Başûr û Rojava siyaseta xwe ya komkujî, tunekirin, çewisandin û asîmîlasyonê bi rengekî pir hêsan û eşkere bimeşîne. KBDH’ê ev tişt jî got: “Îro dewleta Tirk baş dizane ku astengiya li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd û jinan, gerîla ye. Ji ber ku tevgera azadiya Kurd bi pêşengiya jinan lîstokên sîstema kapîtalîst a patrîarkal û hevkarên wê têk dibe, lewma li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşên leşkerî û siyasî li pey hev tên kirin.
Dewleta Tirk ji roja avabûna xwe heta niha li ser gelê Kurd bi dehan û bi sedan ferman pêk anîn. Ya ku me rizgar bike dîsa têkoşîna şoreşa yekbûyî ya jinan û gelên bindest e. Herî dawî em nemirên xwe yên di komkujiya Şengalê de şehîd bûne, bi bîr tînin. Li dijî her cure êrîşê em bi jinên Êzidî û xelkê Şengalê re ne û bi vê wesîleyê em car din diyar dikin ku em ê vê têkoşînê xurt bikin.”