Pêvajoya ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dest pê kir, ji ber gav neavêtina dewletê bûye mijara nîqaşê. Di pêvajoya ku nêzî saleke dewam dike de, aliyê Kurd di serî de biryara fesixkirina PKK’ê gavên cûrbecûr avêtine, lê dewletê ji bilî komîsyona meclîsê tu gavên berbiçav neavêtine. Yek ji sernavên herî girîng ên pêvajoyê statûya Rêber Apo ye.
Parêzer û Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven, ji ajansa me re axivî û behsa girîngiya statûya Rêber Apo û gavên ku divê ji hêla dewletê bên avêtin kir. Guven, anî ziman ku divê pêvajoyê tenê bi bêdengbûna çekan re negire dest.
Guven diyar kir ku salên şer encamên mirovî yên pir giran bi xwe re anîne û got, “Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane, bi mîlyonan kesan bandorên vî şerî dîtine. Ji ber vê yekê, her gavek ber bi bidawîkirina şer ve pir girîng e.”
Guven anî ziman ku ew pêvajoyê di bin du sernavên sereke de digirin dest û got ku ya yekem, rawestandina tevahî ya şer û ya duyemîn jî, çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Guven destnîşan kir ku meseleya Kurd meseleyeke dîrokî ye û diyar kir ku çareserî bi guhertina çend rêziknameyên qanûnî ve sînordar nabe û got ku pêvajoyeke berfirehtir û guhertinên destûrî hewce dike.
‘GAVÊN KU JI ALIYÊ PKK’Ê VE HATIN AVÊTIN, HÊVÎ ÇÊKIR’
Yakûp Guven got ku daxuyaniyên PKK’ê yên li ser danîna çekan û fesixkirina rêxistinê di nava civakê de hêvî çêkiriye û diyar kir ku gel êdî çareseriyan dixwazin, ne şer.
Guven da xuyakirin ku ji bo pêvajo pêşde biçe, ne bes e ku tenê yek alî gavan biavêje divê dewlet jî gavên berbiçav û şênber ber bi demokratîkbûnê ve bavêje. Guven, anî ziman ku ji bo hin gavan pêwîstî bi guhertinên qanûnê hene.
‘DIVÊ QEYÛM BÊN RAKIRIN Û NEDIYARIYA QANÛNÎ BÊN DERBASKIRIN’
Guven diyar kir ku pergala qeyûman zirarê dide siyaseta demokratîk û got ku ger çareseriyek were nîqaşkirin, divê ev polîtîka bi dawî bibin. Guven, her wiha diyar kir ku rewşa qanûnî ya endamên rêxistinên ku çekên xwe danîne ne diyar e û got ku divê bi zelalî were rêzkirin ka ev kes dê çawa di jiyana civakî de werin entegrekirin û dê çi garantiyên qanûnî hebin.
‘MAFÊ JIYANÊ YÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊ BINPÊKIRIN’
Parêzer Yakûp Guven got ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş ên giran hene û mafê jiyanê yê kesên ku nikarin bigihîjin dermankirinê tê binpêkirin. Guven, her wiha diyar kir ku nebicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî pirsgirêkek cidî ya qanûnî diafirîne û got ku hin biryarên der barê siyasetmedarên Kurd de hîn jî nayên bicîhanîn.
‘STATUYA ZIMANÊ KURDÎ Û PIRSGIRÊKA MISOGERKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN’
Guven diyar kir ku bi tenê bidawî anîna şer pirsgirêka Kurd çareser nabe û got ku nîqaşa rastîn ew e ku mafên Kurdan wê çawa werin naskirin. Guven, anî ziman ku perwerdehiya bi zimanê dayikê, statuya zimanê Kurdî di qada giştî de û misogerkirina destûrî ya mafên kolektîf ên gelê Kurd xalên bingehîn ên çareseriyê ne.
Guven her wiha destnîşan kir ku divê dewlet bi kuştinên faîl nediyar û windakirinên bi zorê yên ku di salên berê de qewimîne re rû bi rû bimîne.
‘DEWLET JÎ ROLA OCALAN DIBÎNE’
Yakûp Guven anî ziman ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de roleke diyarker dilîze û diyar kir ku dewlet bi rengekî fiêlî Rêber Apo muxetab girtiye.
Guven ragihand ku bandora Rêber Apo ya li ser rêxistinê heye û dikare di bidawîkirina pevçûnan de roleke girîngtir bilîze.
‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN XEBAT Û RAGIHANDINÊ BÊN SERERASTKIRIN’
Guven di dawiyê de anî ziman ku ji bo pêvajoya aştiyê bi awayekî saxlem pêşve biçe, divê şert û mercên ragihandin û xebatê yên Rêber Apo bên sererastkirin.
Guven diyar kir ku pêvajo tenê bi hevdîtinên sînorkirî nayê meşandin û got ku divê rêziknameyên pêwîst ên siyasî û qanûnî werin çêkirin da ku Rêber Apo bikaribe rasterast bi rêxistina xwe re têkilî dayne.

