Ji fermandarên HPG’ê Fazil Şevger anî ziman ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re hêviya ji bo jiyaneke azad ji nû ve şîn bû û destnîşan kir ku pêngav ne tenê ji aliyê leşkerî û çekdarî, her wiha ji aliyê îdeolojîk, felsefî, çandî û rêxistinî jî gelekî girîng e.
Ji fermandarên HPG’ê Fazil Şevger bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.
Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê rewş li Kurdistanê çawa bû? Ji bo kîjan rêbazê çek hate bikaranîn?
Beriya ku ez bersivê bidim pirsa we, di destpêkê de 40’emîn salvegera cejna vejînê a 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, li tevahî gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê pîroz dikim. Di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd (Mahsum KORKMAZ) de hemû şehîdên pêngava 15’ê Tebaxê bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Em soza xwe ya serketinê dubare dikin û em dibêjin em ê teqez dijminê fasîşt û qirker li bin bixînin.
Niha ji bo ku mirov pêngava 15’ê Tebaxê binase pêwîste zanibe bê wê demê li Kurdistanê çi diqewimî. Dema em li dîroka mirovatiyê binerin em ê bibînin ku ger li ser hebûna mirov bi her awayî tehdîda tinekirinê hebe, derveyî berxwedaniyê ti rê li pêşiya mirov tine ye. Gelê Kurd jî bi taybetî van 100 salê dawiyê di nava rewşeke wisa de bû. Bi hemû aliyan ve di nav çerxa qirkirinê de bû û herkesî jî ji vê rewşê re çavê xwe girtibû. Bêguman gelê Kurd li hember van êrîşan her tim di nava berxwedaneke mezin de bû, lê ji ber di milê neteweyî, felsefik û îdeolojîk de her tim kêm maye, di nava gelê Kurd de Rêberekî stratejîk ranebûye. Ruxmê ku ewqasî berxwedanên mezin çêbûne jî lê mixabin serhildanên gelê Kurd serketî nebûne. Piştî ewqas serhildanan gelê Kurd di demeke wisa re derbas dibû ku dijmin digot; ‘Me gelê Kurd xistiye bin axê û ser beton kiriye’. Di demeke wisa de Rêber Apo dest bi tekoşînê kir. Ji hêla fikir, felsefe û rêxistinîbûnê ve gelê Kurd bi pêş xist. Ji bo gelê Kurd, heremê û cîhanê dîroka hatiye winda kirin derxist holê. Ev rêxistina bi komek ciwanan hatibû destpêkirin, ti kesî nikaribû xwe li peşiyê bigirtiba û ev rêxistin mezin dibû, deng vedida û li nav gel wek heviyeke nû dihate dîtin. Bawerî lê mezin dibû û her roj hîn zêdetir bi girseyî dibû, bi hêz dibû. Ji ber wê dijmin li hember xwe xetereyeke mezin didît. Ji bo planên xwe yên qirkirinê bi ser bixîne, pêwîst bû rê li ber tevgera azadiyê bigre. Dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên qirêj li ser gelê Kurd û tevgera Apoyî bi kar dianî. Li ser wan esasan hêzên NATO gladîoyê mûdaxale kir û cûnta 12’ê Îlonê ya faşîst pêk hat. Li hemberî vê jî tenê rêyek hebû ew jî şerê çekdarî bû. Rêber Apo ev ji nêz ve dît.
Em nêzî salvegera salvegera pêngava 15’ê Tebaxê dibin. Ya ku hişt ev pêngav ewqasî bi wate bibe û heta roja me ya îro ji guhertinên mezin re bingeh ava bibe, çi bû?
Dema ku cûntaya 12’ê Îlonê ya faşîst pêk hat Rêber Apo bi pêşdîtina xwe ya muazam de zû bi vê destwerdanê hesiya û ji bo têk bibe berê xwe da derveyî welat. Têkoşîn li wir dewam kir. Lê dîsa ewrên reş li ser Kurdistanê digeriyan, planên qirej û komployên mezin dîsa ketibûn dewrê. Di rewşeke wisa de meşandina têkoşînê li Kurdistanê weke bi derziyê bîr bê kolandin bû. Bi hatina cûntayê re gelek pêşengên tevgera azadiyê hatibûn girtin. Têkoşîna Rêber Apo ya derveyî welat û berxwedana li zindanan plana dijmin vala derxist, tevger û gelê Kurd ji nav pençeyên qirkirinê xilas kir. Bi taybetî berxwedana li zindana Amedê ya bi peşengtiya hevrê Mazlum, Ferhat, Kemal, M. Hayrî, Akîf, Alî Çîçek destpê kiribû gihiştibû lûtkeyê û li dijmin çog daxistibû erdê. Rixmê bi hemû rêbazên li dijî mirovahiyê êşkence li ser girtiya dimeşandin jî nekarîbûn vîn û baweriya wan tine bikin. Li zindana Amedê êşkenceyeke di dîrokê de mînaka wê tinebû dihate kirin. Dîsa jî cûntaya faşîst nikaribû berxwedana hevalan bişkîne. Ev berxwedan li her deverê di nava gelê Kurd de hêvî û cesaret çêkir. Em dikarin bibêjin ji bo tevgerê û gelê Kurd bû despêka jiyaneke nû.
Berxwedana zindanan ji her milî ve tevgera azadiyê xurt kir. Lê pêwîst bû berxwedan li derve jî destpê bikira. Rêber Apo baş dizanî eger ku hêza me ya parastinê tine be em ê nikaribin li hember êrîşên qirkirinê gelê xwe, tevgerê û mirovahiyê biparêzin. Ji ber ku dijmin ji bo tevgerê tine bike, hemû rêbazên qirêj û çek bi kar dianî. Pengava 15’ê Tebaxê di demeke wisa de pêk hat ku herkesî bawer dikir PKK tasfiye bûye. Ji gelek aliyan ve bawer dikir ku êdî wê dijmin li ser gelê Kurd çerxa qirkirinê bi rihetî bide meşandin. Piştî ku PKK tasfiye bibûya ti hêzeke li pêşiya vê asteng bibûya jî li gorî wan nemabû. Hêzên hevkar ji roja destpêkê ve li ser kar bûn. Xeta tasfiyekar dixwest Rêber Apo û tevgerê bixin bin kontrola xwe. Gelek kes bêbawer bûbûn. Lê Rêber Apo û komek hevalên bi fikir û felsefeya Rêber Apo bawer, bi amadekariyeke mezin di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê çalakî lidar xistin û HRK îlan kirin. Ev pengava bi pêşengtiya heval Egîd hat avêtin di dîrokê de tiştekî nû bû. Ev pengav her çiqasî li hember dijmin hatibe avêtin jî bi esasî li nav mejiyê Kurd ê xiyanetkar ê bi hezaran sal e gelê Kurd mecbûrî bindestî, xizantî û bedengiyê kiribû perçe perçe kir û gel ji nû ve fêrî rêya berxwedanê kir. Bawerî û hevî ji nû ve bi jiyana azad û bi tekoşînê çêbû. Pengava 15’ê Tebaxê Kurd ê azad ê li bin betonê bû dîsa derxist li ser rûyê erdê. Qeydên koletiyê hemû şikand. Ji ber vê ev pêngav ne tenê ji aliyê çekdarî û leşkerî ve girîng e, her wiha ji aliyê îdeolojîk, felsefî, çandî, rêxistinî pir girîng e. Destpêkek û jiyanek nû ye. Ango em dikarin bibêjin ji nû ve vejîneke.
Dewleta Tirk a dagirker li hemberî vê pêngavê di rewşeke çawa de bû û desthilata wê demê ji bo bandora pêngavê bişkîne hewldanek çawa kir?
Dema ku li Dihê ev pêngav pêk hat dijminê faşîst bi pêngavê re wekî ku tasek ava sar li rûyê wî bikeve şok bû. Piştî ku dijmin ev şoka destpêkê derbas kir vê carê jî wek serhildanê berê nêz dibû û digot em ê 72 saet de wan tine bikin. Ji ber ku tevgerên berê çêbûne hemû demeke nêz bi qirkirinê hatine tasfiyekirin. Rêber Apo ew kêmasiyên di dîrokê de derketin giştî didît û dijmin baş nas dikir. Tevgera Apoyî destpêka xwe ji hemû tevgeran cudatir bû. Hevaltiya bi Hakî Karer û Kemal Pîr re, hemû fikrê nîjadperestî yê ku gel diki dijminê hev vala derxistibû. Dijmin li ser gelê Kurd qirkirina çandî dimeşand, gelê Kurd bê fikir û bê îdeolojî hatibû hiştin û kesayeteke kole û perçiqandî çêkiribû. Ji bo kesayeteke wisa bikaribe têkoşîna azadiyê bimeşîne pewîste destpekê kesayetên azad ava bike. Ji ber vê jî Serok Apo felsefeya kesayetên azad bi pêş xist. Bi perwerde û têkoşînê kesayet ji bin axê derxist, bi per kir û kesayet rakir asîmanan. Pirsgirêka jinê ji destpêkê ve dît, bi fikrê sosyalîzma pêkhatî nêz nebû, neavêt taliyê û xeta azadiya jinê bi pêş xist. Rejîma faşîst ji vê gelekî tirsiya. Ji bo vê jî dijminê dagirker dest bi êrîşên bêsînor kirin.
Dewleta Tirk ji bo bandora pengavê ya siyasî, civakî û hwd. bişkîne serî li rêbazên qirej da. Dîsa li hember tevgera azadiyê û gelê Kurd şerekî bê exlaq dimeşand. Bi hezaran girtin çebûn. Êşkenceyen ku pogrom ên Naziyan de dihat kirin li gel êşkenceyên zindanên Tirkiyeyê kêm diman. Bi 10 hezaran kuştinên kujerên wan ne diyar bi destê dewletê çebûn. Bi deh hezaran gund hatin şewitandin. Bi sed hezaran koçberî da çêkirin. Ji gelê Kurd re du rê hişt; an cerdevanî teslîmiyet û hevkarî ya jî kuştin, girtin û koçberî. Bêguman ên ketin û teslîm bûn hebûn. Lê heviya ku tevgera azadiyê li nav dilê gelê Kurd da pêş xistî pêşiya tasfiyekirina gelê Kurd girt. Gel ji nû ve rih girt û zindî bû. Ji gelekî mirî, gelekî her roj ji bo azadiya xwe şer dike derxist holê. Rihê ku pêngavê afirand hesabê dagirkeriyê yê dewleta Tirk, hêzên hegemon vala derxist. Em careke din bibêjin li hemberî ewqas paşverûtî û êrişên dagirkeriyê bi pengava 15’ê Tebaxê ve ji bo gelê Kurd dîrokê ji nû ve despê dikir. Di nav dilê Botanê de ango li warê Hûrrî û Med careke din serhildanê destpê kiribû. Careke din dîrokê destana Kawayan a li hember Dehaqan wê binîvîsa. Dijmin ji bo xelaskirina tevgerê 72 saet da, lê her roj tevger mezin bû û îro em gihîştîn 40’emîn salvegera pengava 15’ê Tebaxê.
Dema ev pêngav pêk hat li Kurdistanê hêzên cuda jî hebûn. Gelo li hemberî vê pêngava dîrokî ev hêz ketin nava sekneke çawa, helwestên wan çawa bû?
Pêngava 15’ê Tebaxê herî zêde tirs xist nava dilê xeta hevkar û îxanetkar. Ji ber beriya pêngavê li Kurdistanê çawa dixwestin wisa hespê xwe dibezandin. Dizanibûn pêngav herî zêde bersiva xeta xayîn û hevkariya bi dijminê koka gel re bû. Ji ber vê di destpêkê de wan hêzan dixwestin pêşiya tevgerê bigrin. Nedixwestin tevger li Kurdistanê belav bibe. Ji bo pêşiya tevgerê bigrin hemû rêbaz ceribandin. Piştî şerê çekdarî destpê kir, yê destpêke xwest rêxistin bisekine dîsa ev xet bû. Bi taybetî PDK û malbata Barzanî serkêşiya vê dikirin. Malbata Barzanî çawa di dîrokê de li hemberî komara Mahabad îxanet kir, dîsa bi heman rol û mîsyonê li ser dikê bû. Çawa zarokên gelê Kurd wek Saît Elçî , Dr. Şivan hwd. bi komployan qetil kir; li hember pêşengên tevgera azadiyê jî bi heman rêbazî êriş kir. Ew rol û mîsyona ku girtine heya roja me a îro bê navber dewam kirin.
Ji wê rojê heta roja me a îro di nava tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê de gelek guhertin çêbûn. Ev guhertin çi bûn û encameke çawa derxistin holê?
Sala 1984’an bi hemû bê derfetiyan dîsa jî şer hatibû destpê kirin. Ji ber gerîlatî li Rojhilata Navîn rêbazeke şer a nû bû bê tecrûbetî pir zêde bû. Gerîla hêz û bawerî ji Rêber Apo digirtin û pişta xwe spartibû gelê xwe. Gel jî gerîla ji parçeyek canê xwe didît û bi hemû hebûna xwe ve xwedî gerîla derdiket. Rixmê tevgera Apoyî di milê maddî de bê derfet bû jî fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo gerîla derfeteke muazzam bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê hemû erîşên dijmin vala derxist. Dijmin li hember gerîla li bin ket. Gerîla bû pêngaveke nû, li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Keç û xortên Kurd li her derê berê xwe dan li çiyayên azad.
Ew çalî di pêşengtiya fermandarê nemir hevrê Egîd de çêdibû, bi taktîkên herî serketî bû. Bi pêşketina zanyarî û teknîkê, di şer de serdemeke nû destpê kir. Pêwîst bû ku gerîla jî li gorî vê serdemê xwe nû bikira. Bi rêbaza berê êdî şerkirin nedibû. Gerîla jî li ser esasên modernîteya demokratik xwe ji nû ve afirand. Di milê îdolojîk de kûr kir, di taktîkê, di performansê de xwe dewlemend kir û di milê teknîkê de bû pispor. Îro Gerîlayên Azadiya Kurdistanê performansa xwe ya li ser erdê gihand asîmanan. Gerîla xwe di dizibûyîn qamuflaj de kûr kir. Teknîka dijmin a sîxurtiyê li ser erd û li asîman vala derxist. Bi rêbaza şerê tunel û tîmên bi tevger gerîla îro çongê li dijmin daniye erdê. Îro li ser cîhanê şer heye. Şerê Rusya Ukranya, Hamas Îsraîl li ber çavan e, kesek zû bi zû xwe li hember teknolojiya demê nikarin bigrin. Lê dewleteke hemû hêza NATO’yê li pişt e ev sê sal e nikare girekî ji destê gerîlayê azadiyê bigre. Ev şer di dîroka mirovahiyê serdemeke nû ye. Ji ber dijmin li Bakur, Başûr û her çar parçeyên Kurdistanê şerekî bê exlaqî li hember Rêber Apo, Tevgera me û gelê me dimeşîne. Li ser Rêber Apo ev deh sale tecrîd û pergala îzalasyonê dimeşîne. Ev 40 meh e derheq Rêber Apo de nahêlin ti agahî derkeve derve. Di dîroka mirovahiyê de tiştekî wisa bê exlaqî nehatiye dîtin. Nahêlin gotineke Rêber Apo derkeve derve. Ewqasî ji bandora Rêber Apo a li ser cîhanê ditirsin. Li hember hemû eriş, êşkence û tecrîda Îmraliyê berxwedana Rêber Apo dide meşandin asta gotinê derbas kiriye. Ango gotineke ku îfadeya wê bike nîne. Ji ber kîjan gotinê bi kar bînî wê kêm bimîne. Giştî saziyen Ewropayê yên mafên mirovan li hember vê rewşa tecrîdê bêdeng dîmînin. Ew jî tê wê wateyê ku hêzên Ewropayê hemû hevkarê tecrîd û sûcên dewleta dagirker a Tirk e. Tecrîda li ser Rêber Apo li Bakur bi temamî belav bûye. Lİ Kurdistanê niha tecrîd tê meşandin. Hemû rêbazên qirêj û dij mirovî li ser gelê Kurd tê meşandin. Rûxmî hemû erişan jî bi pêşengtiya ciwan, jinan gelê Kurd her roj li nava serhildanê de ne. Li çiyayên Kurdistanê li ser gerîlayê azadiya Kurdistanê her roj çeken kîmyewî, termobarîk û taktik nukleer bi kar tînin. Lê dîsa jî li çiyayên Kurdistanê xitimiye, gavê nikare bavêje. Gerîla di asta şer de pêşketineke pir mezin çêkiriye. Bi taybetî di asta êrişkirina li ser dijmin de, dîsa di asta parastina qadan de bûye hêza herî xurt a demê. Dîsa teknîka dijmin vala derxistiye û teknîka demê ya şoreşê afirandiye.
Îro em dibînin ku wekî roja destpêkê îxanetek li ser gelê Kurd tê ferz kirin. Yê ku pêşengtiya vê hevkarî û îxanetê dike jî bêguman PDK û malbata Barzanî ye. Gelo sekna PDK li hemberî guhertin û têkoşîna gerîla çawa derdikeve pêş?
Xeta îxanetkar û hevkar di dîroka gelê Kurd de wek kurmê nava darê ye. Bi rûyekî veşartî li her berxwedanê rola herî mezin a neyînî leyîstî ye. Ji destpêka tevgera azadiyê heya îro her tim li kêleka dijmin cih girtî ne û li herî pêş êrîşê me kirine. Yên destpêkê êrîşî me kirin Stêrka Sor bû. Heval Hakî Karer bi destê van kesên xayîn û noker ve şehîd ket. Lê Rêber Apo bi rêabza xwe maskeyên van hemû hêzên xayin û noker daxist û deşîfre kir. Li nav gelê Kurd sekna îxanetkar hate lanetkirin. Hemû hêzên îxanetkar hatin tasfiyekirin. Malbata Barzanî jî di avakirina PDK’ê heya niha rewşa wê wisa ye. Rêber Apo bi dehan caran ji malbata Barzanî re name şand, bang kir. Rêber Apo got li dijî me nesekine, çi alîkarî ji te re pewîste em bikin. An jî were em bi hev re têbikoşin. Lê mala Barzanî ti wextê xwe nezî yekîtiya neteweyî nekir. Her tim li dijî yekîtiya neteweyî kar kir. Li gel dijmin cihê xwe girt. Ji ber hevpeymana wan ji berê ve hebû. Rol misyona hilda bû li ser xwe a tasfiyekirina tevgerên Kurd bû. Sond xwaribûn ku wê nehêlin ti kes li hember dewleta Tirk a faşîst guleyekê biteqîne. Ev yek di nameyên mele Mistefa Barzanî ji serokwezîre dewleta Tirk re şandiye hene. Dîsa tekîliyê xwe bi Cihû û Îsraîlê ve pir bi kok in. Em dîrokê mêzê bikin di hemû serhildanên Kurdan de cihê wan li kêleka dijmin bûye. Ev di dîroka Kurdistanê de bi belge hatine qeydkirin. Yên destpêkê li Kurdistanê çetekarî, cerdevanî ango cahşîtî kir ev malbat bû. Destê wan bi xwîna zarokên Kurd sor bûye. Gelek pêşengên gelê Kurd bi destê van hatine qetil kirin.
Ev 3 salên dawiyê berxwedaneke dîrokî li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê heye. Pêşengê vê berxwedanê gerîla rixmê ku ewqasî him li hemberî êrişên dagirkeriyê him jî li hemberî îxaneta PDK’ê têdikoşe, çawa dikare ewqas guhertin û pêşketinên mezin di şer de ava dike?
2015 heya 2024; em şerekî pir mezin dimeşînin. Li Bakûr, Heftanîn,Metîna Avaşîn, Zap, Xakurkê, hwd. Ev 9 sale li çar perçeyê Kurdistanê em li nav şerekî bê navber de ne. Ji bo şeref û rumeta gelê xwe biparêzin bi hemû hebûna xwe em şer dikin. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ve erîşê me kir. Bêguman şahadetên me çêbûn lê me bi xwîna şehîdên xwe axa Kurdistanê parast û dijmin bi serneketiye heya niha. Hemû qadan ku dijmin xwestiye bikevê hîn jî navbera geril a dijmin de şer berdewam e. Encamê 9 salên dawiyê de klîka faşîsta AKP MHP’ê ber bi têk çuyînê ye. Rixmê hemû çekên serdemê ên pêşketî ve êrîş dike, çekên qedexekirî bikartîne dîsa jî bi fedaiyên Rêber Apo nikare . Herî dawiye bi hevgirtina dewleta Tirk, PDK, DAÎŞ ve dixwaze encam bigre. Ger ku PDK alîkarî nedaya dewleta Tirk û rê li ber venekiriba niha dewleta Tirk zûde binketina xwe qebul kiribû. Di van 9 salên dawiyê de bi dehan heval şehit xistin. Xetên gerila asteng dike û qadên gerila xistiye dorpêçê. Ji ber ku em zarokên vê axê ne artêşa dewleta Tirk nikare li çiyayên Kurdistanê xwe li ber gerila bigre. Niha PDK bûye parçeyekî plana qirkirina Kurd. Dewleta Tirk çi destûr dide PDK wî dike. Jixwe Rêxistina me her roj derheqê vê mijarê de daxuyanî dide. PDK û malbata Barzanî bûne berdevkê şefê faşist Erdogan û Bahçelî. Parastin bûye parçeyekî Mîta Tirk. Çapemeniya girêdayî PDK bûye çapemeniya şerê taybet a rejîma AKP, MHP’ê. Ango bi temamî îradeya xwe teslîmê dewleta Tirk kirine. Hemû hêza xwe ve dixwazin PKK ê tine bikin. Dixwazin Partiya me reş bikin. Lê tekoşîna me 51 salî de gelê Kurd zane bûye, rastî û şaştiyê baş dizane. Li nav qeydên dîrokê de dema behsa mala barzanî wê li nav rûpelên bi rû reşî û bê rumetiyê de were behs kirin. Pêwîste gelê me (bi taybetî gelê me yê Behdînan) li her deverî li hember mala barzanî rabe li ser piyan, rê li pêşiya mala barzanî bigre. Rê nede ku mala Barzaniyan cardin welat bifroşe çeteyên DAÎŞ û dagirkeriya Tirk. Rê nede mala barzanî li ser xwîna zarokên Kurd berîka xwe tije bike.
Li hemberî şerê topyekûn ê li hemberî gerîla û gelê Kurd wê helwesta gerîlayê azadiya Kurdistanê ji niha û pê ve çi be?
Îro tevgera azadiyê rol û mîsyonekî pir mezin girtiye li ser milê xwe. Rola azadiya tevahî civakên bindest rakiriye. Gerîla jî wî rol û misyona xwe dizane û xwe bawere kû vê erka xwe a dîrokî bi serbixîne. Çavê gîştî mirovahiyê li berxwedana Rêber Apo û gerîlayê azadiya Kurdistanê ye. Dijminê me dizane ger ku em bişkên wê giştî heviyên gelê bindest jî bişkê ji ber wî hemû hêzên hegemon, sazî û rexistinên qaşo mafê mirovan piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin. Ji bo gerilayê azadiya Kurdistan vê erka xwe zû serbixê û tecrîda li ser Rêber Apo rabe, pewîste hemû ciwan bere xwe bidin çiyayên azad. Pewîste hemû gelê Kurd , gelên rojhilata navîn û cîhanê, tevgerên şoreşger, tevgerên jin , karker, hunermend û hemû kesên azadîxwaz demokrasîxwaz li dora Reber Apo bibin xelek.
Herî dawî peyama we ji bo gelê Kurd çi ye?
Em çawa gihîştin van rojan me li jor jî got. Rêber Apo çawa têkoşîn ji tinebûyînê destpê kir û anî van rojan, her kes pê zane. Gelê Kurd ji qirkirinê rizgar kir, kir gelekî têkoşer. Fikra azadiyê li nav mirovahiyê nûjen kir. Ji bo em armancên xwe yên dîrokî pêk bînin, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin, em bi her awayî şer dikin. Ji bo dijminê faşist û qirker têk bibin, em xwe amade dikin. Em jî weke şervanên Reber Apo, şert û merc çi dibin bila bibe, hemû cîhan jî bi ser me de hilweşe em ê dîsa şoreşa gelê Kurd ava bikin û bi Rêber Apo re li ser axa azad bijîn. Em dîsa pêngava 15’ê Tebaxê li herkesî pîroz dikin. Giştî şehîdên şoreşê bi mînnetdarî bîr tînin. Soza serkeftine dubare dikin. Em dibêjin; Bijî rihê 15’ê Tebaxê, Bijî bijî SEROK Apo!