Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zonguldakê êrîş li ser karkerên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şenoglû: ‘Paradîgmaya Civaka Demokratîk’ pêwîsetiyeke civakî ye, ne tenê pêşniyareke teorîk e
Rojane

Şenoglû: ‘Paradîgmaya Civaka Demokratîk’ pêwîsetiyeke civakî ye, ne tenê pêşniyareke teorîk e

Sedat Şenoglû li ser 'Manîfestoya Civaka Demokratîk' a Rêber Apo got, "Paradîgmaya civaka demokratîk ne tenê pêşniyareke teorîk e, di heman demê de lêgerînek ji ber pêwîstiya civakî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Feraseta sosyalîzmê ya Tevgera Apoyî di 8-9’ê Mijdara 2025’an de ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve di konferansa ‘Jinûve Sosyalîzmê’ de hate nirxandin. Ji HDK’ê Sedat Şenoglû li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘SOSYALÎZA APOYÎ QALA DANHEVIYEKE DÎROKÎ YA XWEDÎ ÎDÎA DIKE’

Şenoglû anî ziman ku di feraseta sosyalîzmê ya Tevgera Apoyî û pêşketina wê ya heta îro de danheviyeke mezin heye û got, “Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd sosyalîzm her timm bû zemîneke hebûnê, ti carî ji vê yekê qut nebû. Dibe ku pêwîstî bi bilêvkirina wê nebe, lê belê Abdullah Ocalan ew kes e ku ev danhevî ji aliyê felsefî, dîrokî-teorîk, civakî-polîtîk û rêxistinî-çalakî ve afirand û bi rê ve bir. Lewma dema ‘Sosyalîzma Apoyî’ tê gotin, qala bilêvkirin û danheviyeke dîrokî ya xwedî îdîa tê kirin.

‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ ku weke kurteberiya dîrokî ya rojane ya vê danheviyê dikare bê nirxandin, çavkaniyeke şênber e. Bi dîtina min, teza ‘Dîrok dijberiya navbera dewlet û komînê ye’ ku pişta teorîk a nêzîkatiya Ocalan a li sosyalîzmê ye, hem ji aliyê kûrahiya çareseriya bingehîn a lêpirsîna diyalektîk a nirxandina dîrokê, hem jî di pratîka avakirina civakî û lêgerînên sosyalîzmê de ji aliyê nîşandana şopa daîmî ya stratejiyeke xwe dispêre dîrokê ve qadeke berhemdar û pêşketinê diafirîne.”

‘PARADÎGMAYA CIVAKA DEMOKRATÎK NE TENÊ PÊŞNIYAREKE TEORÎK E’

Şenoglû destnîşan kir ku paradîgmaya Civaka Demokratîk li welatekî weke Tirkiyeyê ku krîz û pirsgirêk lê zêde dibin ji ber pêwîstiyan derkete holê û anî ziman ku divê ev paradîgma ne tenê ji aliyê teorîk ve bê nirxandin. Şenoglû got, “Krîzên piralî yên li Tirkiyeyê pêwîstiya bi civaka demokratîk ji her demê bêhtir şênber dike. Newekkheviya aborî ya kûr dibe, dijberiya li hev a civakîı, neçareserkirina pirsgirêka Kurd, tundiya li jinê, talankirina xwezayê û feraseta rêveberiya navendîperest a ku her diçe giran dibe, çareserkirina pirsgirêkên civakî yên sîstema heyî li aliyekî, her roj hîn bêhtir dibe çavkaniya van pirsgirêkan.

Ji ber vê jî paradîgmaya civaka demokratîk ne tenê pêşniyareke teorîk e, di heman demê de lêgerînek ji ber pêwîstiyên civakî ye. Bi taybetî demokrasiya xwecihî, meclîsên gel, rêxistiniyên jinê, têkoşîna ji bo maf a li qadên cuda yên kedê, pratîkên weke kooperatîf, qadên jiyana ekolojîk; nîşan didin ku li nava beşên cuda yên civakê lêgerîneke li jiyana alternatîf heye.

Bêguman li pêşiya vê jî astengiyên cidî ıhene. Li Tirkiyeyê çanda siyasî ya dewletperest gelekî xurt e. Civak salên dûr û dirêj bi avaniya dewletê ya navendî girêdayî ava bû. Her wiha îdeolojiya neteweperest û siyaseta mîlîtarîst rêyên çareseriya demokratîk timî teng dikin. Di vir de  yek ji meseleyên herî krîtîk pirsgirêka Kurd e. Heta ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, demokratîkbûna Tirkiyeyê gelekî zehmet tê dîtin. Ji ber ku yek ji sparteyên bingehîn ên avaniya otorîter a heyî siyaseta neçareseriyê ye. Lewma têkoşîna ji bo civaka demokratîk di heman demê de têkoşîna aştiyê ye.

Li aliyê din, li şûna ku ev model bi carekê bi rengekî yekpare bikeve meriyetê, divê weke pêvajoyekê bê nirxandin ku gav bi gav di nava têkoşînên civakî de bi pêş bikeve. Feraseta modernîteya demokratîk jî ji xwe pêvajoya veguherîna civakî weke pêvajoyeke rêxistinbûna demokratîk a demdirêj dinirxîne.

Îro ya girîng ew e ku civak ji îradeya xwe ya demokratîk bawer bike û li her qada jiyanê avaniyên xwe yên rêxistinî ava bike. Li Tirkiyeyê potansiyela vê heye; lê belê pêwîstî bi têkoşîneke xurt a civakî û yekîtiyeke demokratîk heye.”

‘PÊWÎSTÎ BI XETEKE HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ HEYE’

Şenoglû destnîşan kir ku tifaqa bi hêzên sosyalîst ên Tirkiyeyî re pêwîstiyek e, ev zemîn divê bê mezinkirin û got, “Bi dîtina min yek ji pêwîstiyên bingehîn ên heyî yên li Tirkiyeyê mezinkirina zemîna têkoşîna hevpar a bi hêzên azadî û demokrasiyê re ye. Ji ber ku krîza heyî ya siyasî ne tenê ya derdorekê ye, krîzeke piralî ye ku derdorên berfireh ên civakî di nav de ne. Kedxwarî mezin dibe, mafên demokratîk teng dibin, destketiyên jinan dibin hedef, talankirina xwezayê mezin dibe û polîtîkayên şer bêhnê li civakê diçikîne. Lewma li pêşberî vê tabloyê, têkoşîna hevpar ê ne tenê tercîhek e, di heman demê de mecbûriyeteke dîrokî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê GULANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Ev jî bû: Axaftina bi Kurdî li gardiyanan jî hate qedexekirin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Erxeniyê qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên li Erxeniyê hatin kirin de, hevşaredarên berê yên Erxeniyê jî di nav de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Ewropayê paketa pêkanînan a 21’emîn a li dijî Rûsyayê erê kir

Welatên Yekîtiya Ewropayê li ser paketa pêkanînan a 21'emîn a li dijî Rûsyayê li hev…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?