Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser serdana şanda Iraqî ya bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên ê PDK’yî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku PDK’yî ye û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji bo berdewamkirina komplo, plana dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê, qirkirina gelê Kurd li Enqereyê civiyan û dest bi çêkirina planeke nû ya li dijî Tevgera Azadiya Kurd, xeta neteweyî û azadîxwaziyê ya gelê Kurd kirin. Piştî peymana bi navê 27 xalî ya di navbera hikûmeta Erdogan û hikûmeta Sûdanî ya li Bexdayê û Barzanî ya li Hewlêrê de, artêşa Tirk bi alîkariya PDK-Barzanî di nîvê Hezîrana 2024’an de bi armanca dagirkirina xalên stratejîk yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê êrîşî herêmên Zap, Gare û Metînayê kir. Lê belê ji ber berxwedana leheng ya Hêzên Parastina Gel, heta niha nekarîne armancên xwe yên leşkerî pêk bînin.
Li hember vê yekê hikûmeta Iraqê bi rêya dadgehê daxwaza Tirkiyê bicih anî. Sê partiyên neteweyî yên xwedî destûra yasayî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê bi sûcên nehiqûqî û neqanûnî bi awayekî ne yasayî qedexe kir. Yekane sûcê van her sê partiyan ew bû ku pêşengiya xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên berpirse ji parastina serweriya xak û esmanê welatê xwe ye. Lê di helwestên xwe de weke parçeyek ji xeta xiyanet û hevkariya bi dewleta Tirk re xuya dike. Lewma divê hêzên niştimanî yên Iraqê û Parlamentoya Iraqê ew heqaret û rûreşiya ku li dijî qanûn, serweriya xak û her welatiyekî Iraqî yê welatparêz tê kirin, qebûl nekin.
Em weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li dijî hemû planên dagirkeriyê û êrîşên artêşa dagirker in. Her wiha em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî dikin ku bêdeng nemînin û helwesteke neteweyî nîşan bidin.”