Sira di hevoka ‘Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe bidin’ veşartî ye, li dijî êrîşên faşîzm û qirkirinê weke felsefeya jiyanê ya gerîla di şerê azadiyê de dewam dike û nîşan dide ku li vê xakê divê jiyan çawa be. Gerîlayên Azadiyê ku îro li Kurdistanê şerê ji bo rûmet û azadiyê dimeşînin, bi vê felsefeyê bedena xwe dikin kelehên berxwedanê, bersiva herî bi wate didin heqîqeta hebûnê û bi ebediyetê re dibin yek. Hevalê Rustem Hemdem (Sedat Ozen) jî tevlî karwanê van lehengan bû ku xwe gihandin vê heqîqetê.
Biryardayina li ser jiyana azad, şervaniya wê û meşandina berxwedana herî mezin û bi wate ya di vê oxirê de, sekna herî mirovî û bi rûmet a serdemê ye. Şerê qirêj ê li dijî nirxên bingehîn ên mirovahiyê û bedewiya xwezaya me tê meşandin, ji bo çikandina çavkaniya çand û exlaqê ya civakê ye. Gerîlayên Azadiyê ku bi wêrekî li ber vê radibin, şer dikin û li ber xwe didin, di têkoşîna xwe ya bi biryar de bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve diçin. Di demeke welê de ku êrîşên qirkirinê li ser jiyan û paşerojê têne kirin, artêşa gerîla ya ku xwe bi felsefeya Apoyî xemilandiye, li dijî êrîşên dagirkeriyê kêlî bi kêlî şer dikin û kesayetên bêhempa yên şoreşgerî diafirînin. Wan ji bo bicihanîna berpirsyariyên xwe yên li pêşberî mirovahiyê, weke encama xwegihandina cewhera heqîqetê û jiyana ku li wateya hebûnê tê, ‘heqîqeta fedakariyê’ afirandin.
Ji Mazlûm Dogan heta bi Kemal Pîr û Zîlanan gerîla ji bo xwegihandina li vê heqîqetê têdikoşin. Di rewşeke welê de ku tinekirin li ser her tiştên bi navê jiyanê tê ferzkirin, yên ku li dora felsefeya jiyana azad civiyan e, hewl didin ya herî zehmet bi ser bixînin û bi ser dixînin. Di demên herî zor û zehmet de di nava şert û mercên zindanê de ku derfet nebû, heqîqeta ku bû sedem Mazlûm bibêje ‘Berxwedan jiyan e’, Zîlan bibêje ‘Dixwazim xwedî jiyaneke bi wate û rûmet bim’, Kemal bibêje ‘Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku dikarin di oxira wê de canê xwe feda bikin’, bû nîşaneya herî şênber a dilsoziya bi jiyanê re. Û jiyanê fedaî afirandin ku li dora vê heqîqetê zêde dibin û heta vê serdemê bi têkiliyên xurt dewam dikin.
Felsefeya her gerîlayeke-î îro bi gotina ‘Em ji jiyanê gelekî hez dikin ku di oxira wê de dikarin canê xwe feda bikin’ li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst û li dijî PDK a di nava xiyanetê de ye şerê azadiyê dimeşîne, felsefeya ‘Berxwedan jiyan e’. Li dijî mejiyê faşîst ê ku bûye belayê ser mirovahiyê û li hemberî xiyaneta ku ji aliyê hêzên noker ve heta niha tê meşandin, jiyana bi rengê Kemal, şerê bi rengê Bêrîtan, fedakariya bi rengê Zîlan artêşeke fedaî ya tevgera Apoyî afirand. Ev tevgera Apoyî radixe pêş çavan ku civakîbûn bi rengê herî xurt tê jiyîn.
DERIYÊ AZADIYÊ VEKIRIN
Li dijî bombardûman û êrîşên dagirkeriyê yên ku her roj li vê xaka qedîm têne kirin, yên ku bi fedaîtî şer dikin, teslîmiyetê parçe parçe dikin û mîna Zîlan dibin fedaî, jiyanê diafirînin. Şehîd Rustem Hemdem yek ji wan gerîlayan bû ku li gorî ruhê çalakiyê yê Kemal Pîr û Zîlan têkoşiya, bû fedaî û tevlî karwanê nemiran bû.
Hevalê Rustem mîna her ciwanekî Kurd li xaka ku lê ji dayik bû û mezin bû, li dijî êrîşên dagirkeran kete nava lêgerîna li jiyana azad. Xewn û xeyalên wî mîna êşa di dilê wî de mezin bûn. Nekarî xwe li êşên gelê xwe rabigirta û dilsoziya bi xak û koka xwe têkoşîn û şer lê ferz dikir. Ev yek bi kûrahî hîs dikir. Ji ber vê yekê digoti ‘Em ê tiştên ku bi zorê ji aliyê dijmin ve ji destê me hatine girtin, hemû nirxên xwe bi mezinkirina hêrsa xwe, bi hilanîna tolê careke din diyarî gelê xwe bikin’. Bêguman diviyabû bersiva pêwîst ji dijmin re bihata dayin. Ji bo Rustem deriyê azadiyê êdî heta dawiyê vekirî bû.
Çawa ku li zindanên dijmin berxwedana ku bi pêşengiya Kemal û Sarayan birîneke mezin xist dilê faşîzmê ku ti carî neyê pêçandin, hevalê Rustem jî li zindanên dewleta Tirk ku dîl lê hatibû girtin teslîmiyet parçe parçe kir û mîna Kemal bi serbilindî li ser piyan ma û di berxwedanê de israr kir. Dema ku xwe gihand çiyê, hîn bêhtir fêhm kir bê çiqasî bi azadiyê dilsoz e, çiqasî ji jiyanê hez dike. Vê hestê enerjiyeke bêdawî, moral û hezkirina jiyanê ya hevalê Rustem raxist pêş çavan. Bi armanca ku bibe gerîlayekî Apoyî ku van hestên xwe yên bi wate bi çalakiya li dijî dijmin nîşan bide, berê xwe da Metînayê. Zor û zehmetî yek bi yek ji pêşiya xwe rakir, wate li her gaveke xwe zêde kir û rêwîtiya xwe dewam kir. Bi Çekdar û Azê re hevrêtî kir ku li Girê Hekarî destan nivîsandin. Bi lehengên Girê Hekarî re li dijî dagirkeran sekneke bi wate nîşan da.
Şehîd Rustem mîna dareke jiyanê ya dilsozê xaka xwe, di her kêliya jiyana xwe de Roj di kesayetiya xwe de hîs kir û bi vî rengî têkoşiya. Zanîbû ku her ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û rûyê herî qirêj ê xiyanetê şer bike wê hebûna xwe biparêze û rêbaza şer û jiyanê ji Kemal Pîr, Zîlan û Bêrîtanan hîn bû. Bi rêbertiya wan biryar li ser fedaîbûnê da û li Metînayê di şerê dijî leşkerên Tirk ên dagirker de teslîmiyet parçe parçe kir, bi îrade û wêrekiyeke bêhempa pîmê bombeya xwe kişandibû. Gelo mirovekî ku ne dilsozê azadî, xak û welatê xwe nebe dikare çalakiyeke ewçend mezin bike? Yekî ku li dijî dijmin ne ewqasî bi hêrs be, baweriya xwe bi serketinê neanî be dikare bibe parçeyek ji vê ronahiyê? Hevalê Rustem Hemdem ji bo bibe parçeyek ji vê meşa bi heybet ev çalakiya bi rengê Zîlan pêk anî bû. Destana berxwedanê ya Rustem bi strana çiyê re bû yek û bû qîrîna raperînê ya gelê Kurd.