Hore hunereke civaka Zagrosî ye û dîroka wê vedigere nêzî çar hezar sal berî niha. Gelek cureyên wê hene û li gorî cografyayên cuda diguhere, wekî horeya Cafî, Kelhurî, Pawemûrî, dudengî, yekdengî û kêwçir û hwd. Li rojhilat û başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Germiyanê, ev huner heta niha zindî maye û pispor wê wek dêya hunerên din dihesibînin. Der barê vê yekê deXalid Kerîm, ku bi navê Rence Bawenûrî tê naskirin, nivîskar û lêkoler, ji ANF’yê re axivî.
Rence Bawenûrî diyar kir ku cara yekem wî di sala 1992’an de li ser horeyê xebat kiriye û got: “Mixabin hin kesan nivîsên min birine û bi navê xwe belav kirine. Di 2011’an de min careke din nivîsa xwe berfirehtir kir û wek pirtûk weşand.”
Rence Bawenûrî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku min li ser horeyê kar kir, ez gihîştim wê baweriyê ku hore nêzîktirîn mûzîk e li xwezaya mirov. Yanî cara yekem di destpêka hebûna mirov de dema ku mûzîk di sînga mirov de teqiya, ew hore bû.”
Wî her wiha got: “Hore qadeke gelekî fireh e eger xebat li ser bê kirin. Dema ku mirovên vê herêmê rastî bûyerên xwezayî yên wekî lehî, bahoz û erdhejê hatine, pêwîstiya wan bi hêzeke manewî çêbûye, ew hêz teqiyaye û bûye hore. Tê gotin ku ev şêweya horeyê bêtir a herêmên Kelhur û Qelxanî ye, lê hore li cem min firehtir e. Siyaçemane û lawik jî hore ne, lê navên wan li gorî herêman guherîne.”
Rence Bawenûrî da zanîn ku hore li herêmên din belav bûye û her herêmekê navek lê kiriye û wiha domand: “Hore li ba Ereban bûye meqam. Dema ku hatine vê herêmê, çand û hunera Kurdî nas kirine. Ji ber ku desthilatdar bûn, wan bi xwe nav lê kiriye û kirine meqam. Bi baweriya min, ya ku wan jê sûd wergirtiye, horeya herêmên Kifrî û Kerkûk û Qadir Keremê ye.
Hore hunereke bê rîtm e, li dîwanxaneyan û li ba kesên xwedî paye û rutbe hatiye gotin, ango ev huner xwedî payeyeke bilind e. Mixabin Kurd jî dibêjin meqam, lê ew bi xwe hore ye.”
Wî her wiha ev tişt anîn ziman: “Eger em bixwazin xwe biparêzin, wek Kurd divê em çanda xwe biparêzin. Ez mirov im û yên din jî mirov in, ji aliyê mirovbûnê ve tu cudahiya me tune ye, ya cuda çand e. Eger em horeyê biparêzin, mîna ku me serweriya xwe parastiye, wisa ye.
Hore ketiye nav hemû qadên Kurdan, di xweşî û nexweşiyê de, di şer de, heta di dema karê zibareyê de ku afirandina Kurdan e, bi hev re kar kirine, di çêkirina xaniyan û çinînê de, di wê demê de jî hore gotine.
Min gelek hewl da bi wan kesan re ku karê mûzîkê dikin, em dabeşkirinekê ji bo horeyê bikin, lê belê wan nekarî. Hore ew qas mezin e ku mirov nikare wê bixe nav çarçoveyekê. Horebêjek dikare bi yek lerza deng awazeke din a horeyê bibêje. Hore tekane huner e ku nayê kedîkirin.
Li her derê taybetmendiyeke hunerê heye û gava ku mirov lê guhdar dike, mirov wê nas dike. Bo nimûne, gava ku em guh didin hunera Azerbaycanê, em wê nas dikin, lê hunera Kurdî nayê naskirin. Her huner an stranek ku venegere ser horeyê ne Kurdî ye.”
Rence Bawenûrî her wiha amaje pê kir ku di salên 70’yî de dema ku Radyoya Kirmaşanê hebûye, wî cara yekem bi dengê Elî Nezir hore guhdar kiriye û wiha got: “Dema ku min guh da dengê Elî Nezir, dilê min hejiya. Min hest kir ku sêhrek di horeyê de heye. Sedema ku min li ser horeyê kar kir ew e ku ez dibêjim ez Kurd im, xwedî çandeke cuda me. Eger çandeke min a cuda tune be, tu cudahiya Kurdbûnê nabe.”