Di 3’ê Cotmeha 1993’an de bajarokê Vartînîs ya navçeya Korkut a Mûşê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin û ji malbata Ogut 7 jê zarok 9 kes hatin qetilkirin. Nova Medîa ku belgefîlma Komkujiya Vartînîsê çêkir, bi şahidên komkujiyê re hevdîtin kir û bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li ser Kurdan. Derhênerê belgefîlmê Omer Bîçer têkildarî belgefîlmê ji ajansa me re axivî. Bîçer destnîşan kir ku yek ji mînakên herî şênber ên polîtîkayên xalî kirina mirovan ji Kurdistanê ye ku di salên 1980’an de dest pê kir û di salên 90’î de zêde bû û wiha got: “Yek ji minakên herî diyar ên vê pêvajoyê gundê Vartînîs û komkujiya li wê derê ye. Fîlm bi taybet balê dikişîne ser komkujiya li ser malbata Ogut, rûxandina aborî û civakî ya gund, bûyerên windakirina di bin çavan de. Fikra çêkirina vê belgefîlmê piştî bihurîna demê ya doza komkujiyê, ji aliyê xelkê Vartînîsê ve hat rojevê. Bi vî belgefîlmê tê armanckirin ku bîranîna bûyerê zindî bê hiştin.
SALVEGERA KOMKUJIYÊ: 3’Ê COTMEHÊ
Bîçer diyar kir ku fîlm ji aliyê komeke ji 9 kesan pêk tê ve, li Vartînîs, Navenda Mûş, Bedlîs, Enqere û Stenbolê hatiye kişandin û wiha got: “Weke min got, fikra vê projeyê ji aliyê xelkê Vartînîsê ve hat. Gundê Vartînîs û komkujiya li wê derê heta wê demê ji bo min tenê yek ji trajediyên bêhêjmar ên li Kurdistanê bû. Lê dema ku daxwaza çêkirina belgefîlmek wiha hate, min wê demê hemû projeyên li ber destê xwe hişt û em bi temamî li ser vê projeyê rawestiyan. Me ewil koma kêşana belgefîlmê ava kir û piştre plansaziya kişandinê diyar kir. Armanca me ew e ku em fîlmê bigihînin 3’ê Cotmehê ku salvegera komkujiyê ye û bi vî rengî tevkariyê li rojeva wê demê bikin.”
LI GUND ŞOPÊN KOMKUJIYÊ DIMÎNIN
Bîçer destnîşan kir ku Komkujiya Gundê Vartînîs di 3’ê Cotmeha 1993’an de bajarokê Vartînîs ya navçeya Korkut a Mûşê qewimî û wiha got: “Bûyer 2’ê Cotmehê dema ku piştî şerê di navbera leşkerên Tirk û gerîlayan de leşkerek dimire, dest pê dike. Piştî bûyerê fermandarê cendirmeyan ê navçeyê di saetên êvarê de gef li gundiyan dixwe. Şeva 3’ê Cotmehê di dema operasyona li gund de, li dijî malbateke hovîtî tê kirin. Ev malbata ku ji dayikek ducanî, bav û 7 zarokan pêk tê tên şewitandin. Tevî ku 30 sal bi ser komkujiyê re derbas bû jî pêkan e ku mirov şopên vê bûyera hov bibîne. Avahiya şaredariyê ku hatiye gulebarankirin, niştecihên sivîlan û mala malbata Ogut ku bi tevkariyên Şaredariya Nisêbîne veguheriye muzeyê, şahidên bûyerê yên nayên jibîrkirin e. Her wiha roportajên ku bi xelkê gund re hatin kirin, travmaya bûyerê eşkere dike û dide hîskirin ku ev êş hîna teze ye.”
PROJEYEKE KOLEKTÎF
Bîçer, wiha got: “Weke min li jor diyar kir, armanca fîlmê ew e ku bîranîna vê bûyera trajîk zindî bihêle û di doza ku wê demê pêş li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) bê vekirin de, hişyarî li raya giştî ya navneteweyî bike. Ji xeynî vê yek ji armancên bingehîn ên vê fîlmê ew e ku vê komkujiyê bigihîne girseyeke berfireh. Di pêvajoya çêkirina fîlmê de xelkê Vartînîsê ku bi awayekî kolektîf tevkariyê li projeyê kirin, ji bo têkiliyê bi şahidan re deynin alîkariyeke mezin dan. Di heman demê de bi mêvanperweriya xwe re hiştin ku pêvajo biencamtir derbas bibe. Em di fîlmê de bi giranî cih didin şahidbûnêên gundiyan. Di heman demê de me bi siyasetmedarên weke parlementer û şaredarên demê re, parêzerên dozê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan re roportaj girt.”
Bîçer, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bûyera mijara fîlmê û bêhiqûqiyên di dema pêvajoya dozê de, sedemên pirsgirêka Kurd eşkere dike. Koma me di tevahiya kişandina fîlmê de pir bandor bû, ev pêvajo ji bo me hemûyan bû tecrubeyeke bihestyar û zehmet. Eger ev belgefîlm tevkariyê li pêvajoya hiqûqî ya navneteweyî ya komkujiyê bike û alîkarî ji bo pêkanîna edaletê bike wê demê hîs bikim ku fîlm gihiştiye armanca xwe.”