Çarşem, 20 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li 3 bajaran çalakî
Rojane

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li 3 bajaran çalakî

Endamên ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna xwe ya edaletê domandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 815’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” lidar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Tevî barîna baranê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta ferdên malbatên Dîlek (3), Gulîzar (34) û Duzalî Serîn (34), Hatun (25), Elîf (20), Yeter (18) û Haydar Işık (60) ên di 24’ê îlona 1994’an de li mezraya Mirikê ya ser bi gundê Seyidxana Dêrsimê ve ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn û her wiha li faîlên Alî Işik ê li biniya Qereqaola Cendirmeyan a Gokçek cenazeyê wî hat dîtin, pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî, serpêhatiya windakirina ferdên her du malbatan xwend.

Berfîn Elçî tiştên hatine serê ferdên malbata Işik û Serîn wiha vegot: “Mezraya Mirikê her tim bi serdegirtina leşkeran re rû bi rû maye. Leşkerên girêdayî Fermandariya Tûgaya Komandoya Bolû Dagiyê ya di bin fermandariya Tuggeneral Yavûz Erturk de diavêjin ser mezraya. Mal û milkên gundiyan tên bombebarankirin û şewitandin. Leşker paşê jî ji her du malbatan Hidir Işik, Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Duzalî Serîn, Gulîzar Serîn û Dîlek Serîn a 3 salî dikin binçavan. Carek din ji van kesan agahî nayê wergirtin.

Alî Işik jî tiştên hatine serê malbata wî paşê dibihîze û diçe mezrayê. Alî Işik jî tê kuştin û di 8’ê cotmeha 1994’an de bi awayek ku serê wî hatiye perçiqandin tê dîtin. Cenazeyê wî li biniya Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê tê dîtin. Malbat serî li her deverên qanûnî didin. Lê Qereqola Gokçekê ji malbatan re dibêje, ‘Me jî wan nedîtiye’. Dozgerê Komarê naçe cihê bûyerê û lêkolînê nake. Malbat, bi daxwaza ku Meclis lêkolînê bike serlêdanê dike. Lê di bersiva Meclisê de ya ji bo malbatan tê dayîn dixin stûyê rêxistinê. Ji wê rojê ve tu agahî ji her heft ferdên malbata Serîn û Işik nayên wergirtin.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna 7 kesên winda, Alî Işik û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH  

Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 551’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tevlî çalakiyê bûn.

Di çaçakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li Farqîn3e ji aliyê Hîzbûlahê ve hat revandin û windakirin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê parêzer Sînan Îslam Gegîn daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û serpêhatiya windakirina Akyildiz xwend.

Çîroka Mehmet Zekî Akyıldiz ê ku di sala 1993’yan de li navçeya Farqînê ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hat revandin û windakirin wiha ye: “Mehmet Zekî Akyildiz di sala 1992’yan de dema li Dibistana Navîn a 60. Yilê dixwîne, ji aliyê Hîzbullah a îlegal ve gelek gef li wî tên xwarin. Rojekê dema li Farqînê li mala xwîşka xwe bûye, diçe sûkê û careke din venegeriya malê. Carek din aagahî ji wî nayê girtin. Piştre jî li gorî agahiyên ku malbata wî bihîstine, li gundê Sûsayê yê Farqînê sitargehek hebûye û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi hewldana xwe ji vê stargehê direve. Li gorî agahiyên ku ev kes dide, di stargehê de 7-8 kes hebûne. Kes kesî nedidît. lê wan nav, paşnav û navên gundên xwe bi qîrkirinê ji hev re gotine. Ew kesê ji wir rizgar dibe ji malbatê re dibêje ku kesek wisa li wir bûye. Malbat serî li Qereqola Cendirmeyan a Farqînê dide lê bersivek qanihkirî û piştrast nadin malbatê.

Piştî salan ji şaxa leşkeriyê kaxezê gazîkirinê ji bo bavê M. Zekî Akyildiz tê. Bavê wî Salîh Akyildiz diçe qereqol û ji wan re dibêje ku di sala 1992’yan de Hîzbûllahê lawê wî revandiye û winda kiriye. Lê belê şaxa leşkeriyê guh nade gotinên Salîh Akyildiz û naxwaze jê bawer bike. Leşkerî jê re dibêje, ‘lawê te tev li PKK’ê bûye. Neyê ji me re nebêje Hîzbullahê wî revandiye’. Ji wê rojê ve agahî ji Akyildiz nayê girtin û winda ye.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 141’emîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr ên ku di çalakiya li dijî rûxandina goristanan de 6’ê kanûna 2013’an de li Geverê ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin, hat pirsîn.

Metna daxuyaniyê rêveberê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin xwend û qala bûyerê kir û xwest ku faîl ango kujerên Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr bên dîtin. Baskin got heta ku winda bên dîtin û faîl bên girtin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê ji bo Morsumbul hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Li Sirînê şevbuhêrka hunerî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 5’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Salvegera êrişa li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û serketina îradeya gel

Sê sal berê, Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê ji aliyê sîxurên Parastin û MÎT’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di meha 146’an de bîranîna Komkujiya Roboskî

Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskiyê di meha 146’an a komkujiyê de li ber Şaxa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?