Heqîqet ne têgeheke nediyar e. Heqîqet carinan kolana ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirine. Li kêleka gola ku Ferhat Tepe lê hatiye dîtine. Li salona werzîşê ya ku Metîn Goktepe hatiye qetilkirine. Li çiyayên ku Gurbetellî Ersoz di dilê xwe de neqişandiye. Tiliyên Mehmet Şenol ê ku hêzên tarî teşhir dike ye. Li ser kevirê ku bedena Hafiz Akdemîr hatiye dîtine. Kolana ku Hrant Dînk ser devkî lê ketiye.
Û heqîqet Seyît Evrane û di hibra pênûsa her rojnamevanek ku perwerde kiriye de ye.
Şagirtên ku perwerde kiriye, îro li ser şopa Seyît Evran, Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe û Mehmet Şanolayan dimeşin û ji bo bibin ronahiya heqîqetê têdikoşin.
Rojnamevanê şoreşger Seyît Evran ê ku got, “Çîrok dewam dike û wê berdewam bike” ji aliyê şagirtên xwe ve hat vegotin.
‘SEYÎT EVRAN BI TENA SERÊ XWE MÎNA AKADEMIYEK ÇAPEMENIYÊ BÛ’
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Roj Denîz, diyar kir ku gelek caran navê Seyît Evran bihîstiye û ev yek meraqa naskirinê çêkiriye û wiha got, “Di dawiya sala 2020’an de li bajarê Qamişloyê firsenda min a naskirinê çêbû. Mirov dibêje qey bi salan e min nas dike. Di xebatên çapemeniyê de nû bûm. Min jê pirsî ka ew min nasdike an na, gotibû ‘belê ez nûçeyên te dişopînim.’ Cesaret dida min ji bo xebatê. Mirovek dilnizm bû. Têkiliyên wî bi zarokan re zarok, bi ciwanan re ciwan û bi extiyaran re extiyar bû. Ez ji Efrînê me lê hevrê Seyît Evran ji min baştir wir, erdnîgariya wir û mirovên wir nas dikir. Diçû serdana malbatan û li serpêhatiya wan guhdarî dikir. Digot ‘divê hûn serpêhatiya van malbatan binivîsînin. Hevrê Seyît Evran bi tena serê xwe mîna akademiyek çapemeniyê bû. Zanînê xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir. Li her bûyerekê bi çavê rojnamevaniyê dinêrî. Têkilî û diyaloga wî ya bi civakê re zêde bû. Digot ‘rojnamevanek ji civakê qut be, ew ne rojnamevan e.’ Eger em bala xwe bidinê nûçe, nirxandin û analîzên wî bi giştî bi civakê ve girêdayî ye.”
‘RUHÊ HEVRÊTIYÊ NE BI GOTINÊ BI JIYÎNÊ RE DIDA HÎSKIRIN’
Endamê Produksiyona Nefel Zinar Cafer, jî da zanîn ku ew di sala 2012’yan de hevrê Seyît Evran nas kir û da xuyakirin ku xebatên çapemeniyê li Rojava wê demê nû pêş diket. Cafer, anî ziman ku yê xebatên çapemeniyê bi pêş xist û hîmên esasî danî Seyît Evran bû. Cafer got, “Hevrê Seyît her tim ji min re digot ‘divê hûn xwedî li civaka xwe derên’. Digot her tişt bixwîne. Nêzîkatî û tecrûbeya wî ya rojnamevaniyê hişt ku çapemenî li Rojava pêş bikeve û hêz bide. Ew hevrê û mamosteyek bû. Ruhê hevrêtiyê ne bi gotinê bi jiyînê re dida hîskirin. Ji bo naskirina çand, dîrok û kevneşopiya civakê, me teşwîq dikir. Seyît Evran stûna çapemeniya azad bû. Ji bo ku heqîqetê ragihîne her tim ked dida û di vê wateyê de gavek jî bi paşve ne diavêt. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hevrê Seyît destek da min. Hebûna wî hêzeke mezin da min. Wê keda hevrê Seyît ti carî jibîr nebe. Gotinên wî, wê rê nîşanê me bide. Ji bo ku em xeyalê wî pêk bînin em ê bêhtir bixebitin.”
‘DI DILÊ HER KESÎ DE JIYANEK AVA KIR’
Edîtorê Rojnameya Ronahî Abdurrahman Mihemed jî ev tişt gotin, “Min di perwerdeyeke ku li ser taybetmendiyên rojnamevanekî di çapemeniya azad de da, derfet dît nas bikim. Şoreşgerek bû û mîna şoreşê nêzî pîşeyê xwe dibû. Zanîna wî ji vê helwesta wî bû. Ruhê wî ciwan bû. Coş, moral, kelecan û hezkirina wî ya ji pîşeyê xwe re diyarker bû. Der barê çapemenî û xebatên çandî de nîqaşên me hebûn. Ew lêgerînvanekî heqîqetê bû. Hevrêyekî ku dîrok baş xwendibû. Kedek mezin li ber kedkarên çapemeniyê da û çapemeniya azad mezin kir. Kedkarekî çapemeniya azad, şoreşger û rojnamevan bû, lê di heman demê de xwedî kesayetiyek bû ku heyranê çand û hunerê bû. Dilsoziya wî ya bi hevrêyên xwe yên şehîd re gelekî xurt bû. Min Şehîd Halîl Dag bi rêya Heval Seyît nas kir; Ez çîroka wî, têkoşîna wî, jiyana wî hîn bûm.”
‘BI HEZARAN KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD PERWERDE KIR’
Xebatkarê Ronahî TV’yê Osman Bulut, diyar kir ku dil û hêza Seyît Evran hebû ku her kesî fêhm bike û hembêz bike û wiha got, “Bi awayekî xurt empatîk çêdikir. Teqez ji bo her pirse bersivek wî hebû. Heta mirovê li hemberî xwe nede famkirin û îqna kirin nedisekinî. Eger di xebatên çapemeniyê de em gihêştine vê astê, ev bi saya keda Hevrê Seyît e. Di encama hewldanên xwe yên demdirêj de bi hezaran kedkarên çapemeniya azad perwerde kir. Xebatkarekî çapemeniya azad ku perwerdehiya Hevrê Seyît negirtiye, tune ye.”
‘CESARET DIDA’
Edîtorê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Kendal Şêxo jî wisa qala Seyît Evran kir, “Di sala 2013’yan de li Efrînê nûçegîhanê ANF’ê bûm. Hevrê Seyît di bihara 2013’yan de hat Efrînê. Di 1′ ê Adara 2013’yan de ANHA hat ragihandin û yê pêşengî jê re kir Hevrê Seyît bû. Em ji wî hînê gelek tişt bûn. Ew ne tenê di çapemeniyê de mamosteyê me bû, di jiyanê de jî mamoste bû. Ya herî girîng jî cesaret dida me. Ji ber ku ew bi xwe bi cesaret bû. Xwe digihand mirovên ku kesekî din nedikarî xwe bigihîne wan. Li ku derê xeterî hebû, Hevrê Seyît li wir bû. Bi Erebî nediaxivî, lê bi gelê Ereb re xwedî têkiliyeke xurt bû. Xwedî kesayetekî dilnizm bû. Hewce nedikir carinan biaxive, bi sekna xwe mekanizmaya rexne û rexnedayînê pêk dianî. Hevalek bû ku li çareseriyê digeriya. Ji bo ku mifteya çareserîyê bibîne kedek mezin dida.”
‘DÎROKEK BÛ’
Xebatkarê Radyo Xabûr Mîrxan Mehmûd Îmadî jî got, “Rojnamevanek wisa bû ku rastî radixist pêş çavan. Digot, ‘Rojnamevanî ruhê fedaî dixwaze, ger ne fedaî be nikare rastiya dijmin derxîne holê’. Tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gelekî giran bûn jî, xwe ji karê xwe venegirt. Ji bo perwerdekirina kedkarên nû bi kelecanî bû. Ji bo moralê hevrêyên xwe xurtir bike, kedek mezin dida. Bi rengekî ku şoreşê ji cîhanê re ragihand, xebitî. Ji bo paradîgmaya Neteweya Demokratîk belav bike û ji cîhanê re ragihîne rojane xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi pêş xist. Dîrokek bû. Zanakirina ciwanan ji bo wî erka herî sereke bû.”