Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bang hate kirin ku medyaya şerê taybet li Başûr were qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Serdeştê: Em serî natewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Wê bi yekîtiya gelê Kurd şer têk biçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmanî îro jî ji bo Rojava li qadan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Şirnexê daxuyanî: Bijî berxwedana Rojava!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Berxwedana li Rojava wê bi yekîtiya neteweyî bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan bang kir: Em ji vê desthilatdariya dijminê ekolojiyê rizgar bibin
Rojane

Bakirhan bang kir: Em ji vê desthilatdariya dijminê ekolojiyê rizgar bibin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li konferanseke ekolojiyê ya li Balikesîrê axivî û got, "Em ji vê desthilatdariyê rizgar bibin ku me, Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dehf dide."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Balikesîrê li Navenda Çandê ya Reha Yurdakul a navçeya Burhaniyeyê “Konferansa Ekolojiyê ya Balikesîrê” li dar dixe. Konferans, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Li gel Balikesîrê, ji bajarên derdorê jî gelek welatî tev li konferansê bûn.

Konferans, bi pêşandana belgefîlma derhêner Hakan Tosun a têkildarî qirkirina ekolojiyê dest pê kir. Niha jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.  Bakirhan, ji ewil Reşît Kîbar bi bîr anî ku di 3’yê îlonê de dema li Borçka ya Artvînê hewl dida daristanan biparêze hatibû kuştin. Bakirhan, got ku Kîbar ji ber xwedîderketina li ax, av, dar û zindiyan hate qetilkirin. Bakirhan, wiha domand: “Ên ew qetil kirin gelek biyanî nînin. Sermaye û şirîkên wan bûn. Ji bo bêhtir rantê bixwin, xwezayê talan bikin wisa kirin. Em ê Reşît ji bîr nekin.”

Bi domdarî Bakirhan got ku îktîdar û sermaye bi heman zîhniyetê tevdigerin û wiha got: “Bi awayekî herî hovane êrişî hemû kesên dixwazin pêşiya ranta wan bigirin dikin. Lê em ê soza xwe ya avakirina welatekî xwezaya wê pêşkeşî sermayeyê nayê kirin bi cih bînin.” Bakirhan, bal kişand ser Hevdîtinên Nan û Edaletê. Bakirhan got ku li gel têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd, têkoşîna dostên kurdan a li Ege, Balikesîr, Çiyayên Kazê û hwd. a li dijî qirkirina ekolojiyê pir girîng e.

Bakirhan, diyar kir ku tevahiya gel di nava krîzê de ye, xwendekar birçî diçin dibistanê, kedkar di nava rewşekî giran de ne û wiha domand: “Tevî ku welêt di nava krîz û nebaşhaliyê de ye jî, şîrketên madenan gelek keyfxweş in. Ji ber ku îktîdar jî mîna wan difikire. Ji bo qirkirina ekolojiyê bi hêsantir bikin, bênavber komeqanûnan tînin Meclisê. Dema li hemberî wan muxalefeteke qels hebe, hemû derqanûntiyên xwe pir bi hêsantir dikin.”

Di berdewamê de Bakirhan bi lêv kir ku AKP li ku derê çiyayekî yan jî rûbarekî, daristan û bendavekî bibîne, bi çavê talanê lê dinêre. Bakirhan, diyar kir ku desthilatdariyê di 22 salan de 32 caran qanûna daristanan guherandiye. Bakirhan, wiha pê de çû: “Em li dijî desthilatdariyeke dijminatiyê li daristan, şînkatî, çem, çiya, kurdên berxwedêr û jinan dike re rû bi rû ne. Cara ewil e li vir dibêjim. Ji bo şîrketên madenê niha amadekariya pêşniyarqanûnekê dikin. Ji bo şîrketên madenê bi hêsantir rantê bixwin û xwezayê talan bikin, li pey qanûnên nû ne. Dixwazin tu astengiyên îdarî li pêşiya wan nemînin. Karê me zehmet e lê ji sedî 80’ê civaka Tirkiyeyê mîna me difkire. Tenê kêmasiyeke me heye ku ew jî rêxistinbûn e. Divê em bên ba hev û li dijî vê desthilatdariya ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.”

Bakirhan, da zanîn ku raporên ÇED’ê bi awayekî bêperwa tên amadekirin û wiha bi dawî kir: “Tişta herî trajîkomîk jî ew e ku Serokê Meclisa Madenvaniyê yê TOBB’ê Îbrahîm Halîl Kirşan, lêgerînên madenê weke karekî sûdewer ê cemaweriyê dinirxîne. Dê sermaye rantê bixwe, texrîb bike lê ev dê ji bo cemaweriyê sûdewer be. Wê demê Mehmet Cengîz jî bikin wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê û astengiyên îdarî yên li pêşiya wî rakin. Em bi desthilatdariyeke wiha re rû bi rû ne.

Li Balikesîrê 155 madenên şîrketê bi giştî 279 ruxsetên lêgerîn-bikaranîna madenê wergirtine. Hemû navçeyên Balikesîrê di heman rewşê d ene. Armanca ji vir rant e. Divê em xwe ji vê desthilatdariya Tirkiye aniye ber hilweşînê xelas bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BALIKESÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê ji bo 4 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari wê li Ewropayê dest bi danûstandinên dîplomatîk bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sekreterê Giştî yê NATO’yê diçe Enqereyê

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte wê serdana Enqereyê bike. Di plansaziya serdanê de TUSAŞ…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Biryargeha ewlehiya hundirîn a Îranê hate îmhakirin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz ragihand ku balafirên hêzên hewayî ‘biryargeha ewlehiya hundirîn” a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Libnanê di êrîşa sîberê de herî kêm 9 kes mirin, bi hezaran jî birîndar bûn

Li Libnanê di encama teqandina amûrên bangkirinê de herî kêm 9 kes mirin û zêdetirî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?