Sêşem, 2 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li bejahiya Cizîrê piştî avêtina topan şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ewropa polîtîkaya herî hişk a koçberiyê ya dîroka xwe qebûl kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Komînalê ya Hezîranê derket: ‘Civaka birêxistî şert e!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd beşdarî Hevdîtina Tora Jinan a MEL li São Pauloyê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên şerê taybet bi mezinkirina jiyana rêxistinbûyî dikare bêne pûçkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê tîmên agirkujiyê seferber bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelên kantona Cizîrê komplo şermezar kirin
Rojava

Gelên kantona Cizîrê komplo şermezar kirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê bi meş û mîtîngên girseyî hat şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Di çalakiyan de gelê Kurd, Ereb, Çerkes, Asûrî û Suryanî yên li Hesekê û Qamişlo dijîn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Gelek kesên ji Til Birak, Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Dirbesiyê û Erîşa li qada Şehîd Arîn Mîrkan a Hesekê hatin cem hev.

 

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên partiyên siyasî û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û her wiha gaziyên şer jî beşdarî meşê bûn. Beşdaran bi berzkirina dirûşmeyan têkoşîna Rêberê Gelê Kurd silav kirin û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Meş li Qada Xîto veguherî mîtîngê. Li wir endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: “Em komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dagirkirina bajarên Serêkaniyê, Girê Spî şermezar dikin û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

Foza Yusif diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, doz û nasnameya Kurd, têkbirina ewlehiya Rojhilata Navîn û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de, şikandina vîna gelên azad û şoreşa jinan bû û wiha domand: “Komplo bi destê modernîteya kapîtalîst bû. Ev komplo li dijî hêviyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tev de bû. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn pêşkêş kir, dewletên komploger ên li dijî aştî, edalet û azadiyê bi komployekê ew dîl girt.”

Foza Yusif berxwedana gelê herêmê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir û wiha pêde çû: “Ji destpêka komployê ve, gel li qadan bû. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên bindest û mezlûm e.”

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê şaxê bajarê Holê Emmar Mûsa jî got gelên herêmê ramanên Rêber Abdullah Ocalan kirin bingeha têkoşîn û berxwedana xwe.

Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku durûtiya xwe rawestîne, erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bîne û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

QAMIŞLO

 

Welatiyên ji bajarên wekî Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê û 25 bajarokên girêdayî van bajaran li Xaçerêya Osman Sebrî ya Qamişlo kom bûn.

Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan û serokên eşîran jî beşdarî meşa bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat lidarxistin.

Meş heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivîn.

Aldar Xelîl bal kişand ser komploya 26 salan û diyar kir: “Di sala 27’an de bi rêya komployê hebûna gelê me û rêberê me hedef digirin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedaneke dîrokî tê meşandin û ji bo pûçkirina bandora vê komployê, li hemû qadên têkoşînê yên li Kurdistanê û derveyî wê têkoşînek heye, berxwedaneke dîrokî didome.”

Şîraz Hemo jî di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin, silav kir û wiha pê de çû: “Her qîrînek û her bihosteke vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komployê ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hincetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zanista ku dê Rojhilata Navîn bi pêş bixe û azad bike.”

Şîraz Hemo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hegemonyayê û wiha anî ziman: “Di dirêjahiya salan de her dem hewl dan hêza gelan bişikînin, jinan kole bihêlin lê tu carî nikarin bigihêjin serî. Çi qas dijmin hovîtiya xwe berdewam bikin jî ew ê nekarin hêza gelan, jiyana hevbeş û demokrasiyê têk bibin. Bê guman sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî berbiçav e. Ev hevgirtina pêkhateyan e ku ji bo desthilatdariya wan xetere ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya rojnamevanan serdanên xwe yên li Silêmaniyê temam kir
Nûçeya Pişt re Li Şehbayê wesayîtek hat bombebarankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pitika li ber du darbestan

Tala pitikeke 7 mehî ye ku ewqasî biçûk e, dayik û bavê wê nikare bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Zêdeyî 520 kesî daxwaza rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Zêdeyî 520 kesayetan ku parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar jî di nav de ne, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt hat taloqkirin

Berdana rojnamevan Alî Bariş Kurt li ser rapora ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê amadekiriye ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Serêkaniyê milkê şêniyên resen têne talankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hejmara Komînalê ya Hezîranê derket: ‘Civaka birêxistî şert e!’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jinên Kurd beşdarî Hevdîtina Tora Jinan a MEL li São Pauloyê bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Konseya Mafên Mirovan a NY’ê wê bi rojeva hawirdor û mafên mirovan bicive

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?