Çirûska şoreşê ya ku di sala 2012’an de li Kobanê vêket, bû werçerxeke ku Şoreşa Rojava mohra xwe li dîrokê xist. Ev şoreş ji têkoşîna leşkerî û siyasî wêdetir, pêvajoyek bû ku bû sedemê jinûve şînbûna wêje, huner û fikir. Di dema rejîma Baasê de azadiya xwe îfadekirinê bi awayekî ku têk neçe, hate çewisandin. Nivîskaran nedikarîn fikrên xwe bi rengekî azad diyar bikin, ango pir zorî dikêşandin. Zimanên dewlemend ên gelan hatin înkarkirin, zimanê fermî tenê weke Erebî hatibû diyarkirin. Nivîskarên ku berhemên Erebî didin, eger di îdeolojiya rejîma Baas de guncaw nemînin berhemên wan tenê bi qedexekirinê namînin; di heman demê de tên şewitandin, komkirin yan jî tên girtin û bi vî rengî tên bêdengkirin. Ev dema tarî afirêneriya hunerî asteng dike û di asteke cidî de azadiya fikrî ya mirovan tehdît dike. Lê belê Şoreşa Rojava vê tahakuma demdirêj şikand, feraseteke wêjeyê ya nû, cîhaneke fikran a dewlemend û zanebûneke civakî zindî kir. Bi şoreşê re şêwazekî îfadekirinê ya bi pirzimanî û pirçandî çêbû û ji bo ziman û çîroka gelan jinûve zindî bibe, zemîn amade kir. Nivîs, helbest û berhem bûn sembola piştevanî, berxwedan û hêviyê. Nivîskar êdî bêyî ku di bin tirs û zextê de bimînin dikarin rastiyên civakî, têkoşîn û xeyalan binivîsin. Wêjeya nû ya li Rojava çêbûyî, îfadeya dewlemendiya çandeke berfireh, rewşa mirovahiyê û hafizaya kolektîf e. Ev wêje êşên dîrokî, çîrokên berxwedanê û lêgerîna azadiyê tîne ba hev û bangeke gerdûnî jî di nava xwe de dihewîne. Em bandora van bangan jî di Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol de dibînin.
143 HEZAR PIRTÛK JI XWÎNERAN RE HATIN PÊŞKÊŞKIRIN
Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol cara ewilî 20’ê Tîrmeha 2017’an destpê kir. Ev fûar ji bo hezkiriyên wêjeyê bûye cihekî hevdîtinê û îsal cara 8’emîn deriyên xwe vekir. Fûar bi dirûşmeya “Em xwendinê bikin tarzê jiyanê” 15’ê Cotmehê destpê kir û piştî pêvajoya amadekariyê ya 4 mehan, pêk hat. 54 weşanxane û saziyên wêjeyê bi zêdeyî 15 hezar pirtûkan beşdar bûn û bi giştî 143 hezar pirtûk pêşkêşî xwîneran kirin. Gelek weşanger û nivîskarên ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistan, Sûriye, Lubnan, Iraq, Belçîka, Îngilistan, Misir, Quweyt û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî hatin, di vê festîvala wêjeyê ya bi coş de hatin ba hev. Qada fûarê ji dewlemendiyeke pirzanî ya mîna Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Tirkî, Îngilizî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Elmanî re malûvanî kir. Çîrok, roman, helbest, serpêhatî, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, polîtîka, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, pirtûkên zarokan û gelek berhemên cur be cur di rafan de bûn.
ZÊDEBÛNA BERHEMÊN KURDÎ
Nêzî nîviya pirtûkên di fûara îsal de hatine pêşkêşkirin, ji Kurdî pêk tên; her wiha, hema bêje nîviya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine nivîsîn û ev yek jî hilberîneriya çandî ya herêmê radixe ber çavan. Di fûarê de berhemên jinên nivîskar jî xwedî cihekî taybet bûn; ji sedî 25’ê pirtûkên hatine pêşkêşkirin ji aliyê jinên nivîskar ve hatine nivîsîn, ev yek bal dikişîne ser girîngiya jinê ya ji bo wêjeyê. Li gorî salên borî hem temsîla jinên nivîskar hem jî zêdebûna berhemên di Kurdî de hatine nivîsîn, nîşan dide ku Rojava û rewşa wê ya wêjeyî ya li derdora wê bi rengekî dînamîk pêş ketiye. Pirtûkên Rêber Apo yên bi navê Şaristanî: Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Nixumandî, Şaristaniya Kapîtalîst: Xwedayên Bê Maske û Serdema Qralên Tazî, Sosyolojiya Azadiyê, Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk û Çareseriya Netewa Demokratîk: Di Pencê Qirkirina Çandî De Parastina Kurdan ya bi 5 beşî, xwedî cihekî girîng bûn.
DI BERHEMÊN JINAN DE DESTNÎŞANKIRINA BERXWEDANÊ
Weşanxaneya Akademiya Jineolojiyê, dengê xurt ê jinên nivîskar bi dika wêjeyê da qezenckirin û bandora xwe ya balkêş didomîne. Di vî warî de berhemê Zozan Sîma ya bi navê “Notên Dersên Jineolojî”, ya Nagîhan Akarsel a bi navê “Xwelî” û ya Rojbîn Denîz a bi navê “Berxwedana Zeriyan” û gelek berhemên din, şahidiyên jinan, têkoşîn û cîhana wan a xeyalê bi rengekî xurt nîşan dide. Ev berhemên ji aliyê jinên nivîskar ve hatine nivîsandin, hafizayeke kolektîf, berxwedan û werçerxekê tîne ziman. Her pirtûkek hêmanên girîng ên guhertina civakî, têkoşîna azadiyê û wekheviya zayendî digire nava xwe. Bi taybetî ev xebatên ku di wateya Jineolojiyê de şêwe girtine, rola jinan a di nava civakê de, mîsyona wan a dîrokî û potansiyela wan a pêşerojê destnîşan dike û nîşan dide ku wêje di rastiyê de dikare bibe amûreke têkoşînê. Ev berhemên ku bi felsefeya kûr a “Xwelî” û vegotina balkêş a “Berxwedana Zeriyan” bûne yek, ji bo xurtbûna dengê jinan tevkariyê dike. Kovara “Asoya Jinan” a demsalî, di rafan de ji xwe re cihekî girîng bi dest xist û platformeke xurt pêşkêşî deng, nêrîn û ezmûnên jinan kir. “Asoya Jinan” mijarên cur be cur dinirxîne û nêrîn û têkoşîna jinan nîşan dide.
BI 11 BERHEMAN DI NAVA SZK’Ê DE CIH GIRT
Saziya zimanê Kurdî jî cara ewil beşdarî Fûara Pirtûkan a Şahîd Herekol bû. 11 berhemên wê yên di fûarê de hatin pêşandan di warê xurtkirina çandî û akademîk de xwedî roleke girîng in. Hewlên Saziya Zimanê Kurdî yên ji bo pêşketina ziman û wêjeya şoreşê, têkildarî zimanî pêşketina zîhniyeta civakê, bi rêya zimanî armanca veguhastina nirxên civakî û yên di pêşxistina wêjeya Kurdî de rê vedike ku ji aliyê xwîneran ve eleqeyeke mezin were nîşandan. Her wiha beşdarbûna Saziya Zimanê Kurdî ya ji bo fûarê di warê nasandina ziman û çanda Kurdî de gelekî girîng e.
BEŞA ZAROKAN JÎ ELEQEYEKE MEZIN DÎT
Bi armanca mezinkirina nifşekî nû ya girêdayî bingehên rast, di fûarê de ji bo zarokan jî beşek hate vekirin û di beşa zarokan de kovar, xêzeroman û çîrokan cih girt. Berhemên ku li ser mijarên weke jiyana kolektîf, aşitî, edalet, demokrasî û wekheviyê disekinin, gelekî bala zarokan kişandin. Ji ber vê yekê zarokan jî eleqeyeke mezin nîşanî pêşandanê dan. Her wiha di beşa zarokan de karîkatûran jî cih girt.
BI SEMÎNER Û PANELAN FIKIR HATIN XURTKIRIN
Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol ji bilî platformeke ku berhem lê hatin pêşandin, di heman demê de bû navenda nîqaşên dewlemend ên têkildarî wêjeyê. Semînerên weke; ‘’Wêjeya Rojavayê Kurdistanê û Rexneya Wêjeyê’’, ‘’Qonaxa Nû ya Romana Sûriyeyê û Bandora Şerî’’ û ‘’Dîroka Wêjeya Kurdî’’ ji bo beşdarên fûarê bûn derfeteke mezin ku li ser warên cuda yên wêjeyê bisekinin, nîqaş bikin û xwe pêş bixin. Di van semîneran de nîvîskar û xwîner ne tenê li ser pêvajoya afirandina berhemên wêjeyî disekinin, di heman demê de li ser têkiliyên civakî û dîrokî jî disekinin û di wê çarçoveyê de nîqaş tên kirin. Her wiha paneleke bi navê ‘’Rews, Nêrîn û Nifşên Nû’’ jî hate lidarxistin. Di vê panelê de jî têkildarî pêşeroja wêjeyê axaftin hatin kirin ku ev yek jî ji bo pêşketina wêjeyê girîng e. Nîqaş û çalakiyên cuda yên di vê fûarê de di warê pêşketina wêjeyê de pêngavên girîng in û cîhana ramanê ya beşdaran dewlementtir dikin.
Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku wê di 22’yê Cotmehê de bi dawî bibe, ji sala 2017’an ve ji bo bîranîna nivîskarê şoreşger Şehîd Herekol (Hisên Çawîş) tê lidarxistin.