Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) di daxuyaniya nivîskî de got, “Milîsên me şeva 24’ê Cotmehê di derdora saet 22.00’an de li taxa Cudî ya Cizîrê li hêzên Tirk ên dagirker xistin. Di çalakiya li dijî nuqteya kontrolê ya wesayîtên zirxî hatî kirin de, milîsên me bi bombeyan êrîşî dagirkeran kirin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Piştî teqînên tund, gelek wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. Di encama çalakiyê de yek ji wesayîtan derbe xwar, lê nehate zelalkirin ka dagirkerên birîndar hene yan na. Piştî çalakiyê dagirkeran qad dorpêç kirin û êrîşî gel kirin. Milîsên me bi rengekî biewle ji qadê vekişiyan.”
Di daxuyaniya MAK’ê ya têkildarî çalakiya li Geverê de, ev tişt hatin diyarkirin:
“Milîsên me sihara 24’ê Cotmehê di saet 07.00’an de li taxa Eskî Kişla ya Geverê li dijî wesayîteke zirhî ya bi tîpa Ford Ranger a dagirkeran, bi bombeyên destçêkirî çalakî pêk anîn. Di encama bombeya destçêkirî ya li binê wesayîtê hat avêtin de teqîneke dijwar çêbû. Di encama çalakiyê de wesayît derbe girt, nehat zelal kirin ku bê ka dagirker birîndar bûne yan ne.”
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Divê gelê me bizanibe ku şerê azadiyê dewam dike, gerîla li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide, gelê me li çar parçeyan bi qehremanî li ber xwe dide. Yekane hêza ku wê şerê rawestîne Rêber Apo û PKK ye. Çalakiyên me yên bersivdayînê yên li dijî komkujiyên Rojava wê dewam bikin. Divê hemû milîsên me ji bo her zarok û gelê me yê tê qetilkirin, bersiva pêwîst bidin dewleta Tirk a hov.
Em hevrê Asya Alî û Rojger Hêlin ku li Enqereyê bi ruhê fedaî derbeya herî mezin li dijmin xistin, bi bîr tînin û çalakiyên wan ên dîrokî silav dikin. Tevahiya gelê me divê li ser rêya şehîdên me yên qehreman li dijî dagirkeriya Tirk a hov û qirker li ber xwe bide û şerê azadiyê mezin bike. Roj hatiye ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.”