Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ev 3-4 sal in îdîa dike ku gerîla li Bakur qedandiye, êdî nemaye yan jî pir kêm maye û pirs kir ku gelo eger qediya be çima niha jî operasyon tê kirin? Mûrat Karayilan destnîşan kir ku rewşa li Bakur weke ku dewleta Tirk dibêje nîne û got: “Em hêza xwe li cih û demeke rast dixin dewrê. Em stratejiyekê pêş dixin; hîn zêdetir pisporbûn, di rêbazên têkbirina hemû tedbîrên teknîkî û fîzîkî de, kûrbûn. Ne rêbazên amator, ji rêzê û klasîk. Bi encamên hîn bi sebirtir, hîn stratejîktir û rêbazên profesyonteltir. Mijara dem û cihê rast, girîng e. Em weke esasî li ser vê disekinin. Di vê demê de em dem bi dem bi dayîna hin peyaman, têrker dibînin û ev ji me re hîn rasttir tê. Hem ji aliyê siyasî hem aliyê leşkerî ve ji bo hevsengkirina pêvajoyê, nêzîkatiyeke wiha hîn guncawtir e.”
Hevpeyvîna beşa dawî ya Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan a bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re, bi vî rengî ye:
Hat gotin ku li dijî tarzê we yê şerê tîmên bi tevger û tunelan, artêşa Tirk li dûrî tunelan daket û qad girt; bi vî rengî xeta Zergelê hate girtin û hate xwestin ku peywendiya di navbera qadan de bê qutkirin. Gelo hûn dikarin vê hinekê şîrove bikin?
Fermandariya Giştî ya Tirk yan jî wezareta şer têkildarî taktîkê ku bimeşîne, tengasî dijî. Mirov dikare ji pêkanînan vê encamê derxe. Artêşa Tirk tevî ku li qada Zapê ev 3 sal in her cure rêbaz û teknîkê bi kar tîne, nikare tunelan têk bibe. Hîna li wan tunelan berxwedan dewam dike. Li vir bi êrîşên bersivdanê yê gerîla re, artêşa Tirk timî windahî dide. Gerîla jî bi windahiyên herî kêm vî şerî dimeşîne, dibe ku ev windahî di dîroka şer de, windahiyên herî kêm bin. Bê guman ev rewş generalên vê artêşê pir ditirsîne.
Fermandarê şer ê niha, bi encamên ku ji vê derxistî, li qadên ku îsal nû dagir kirî, li dijî tunelan taktîkek cuda dimeşîne. Li cihekî bi gotina “ez vale vale hêza xwe xerc nekim; jixwe bi hêsanî nakevin. Wê demê ez ji dûr ve qada wan dagir bikim, ez baskên lojîstîk û teqwiye yên gerîlayên di tunelê de qut ikim. Bi vî rengî bêyî ku ez windahî bidim, wê bi dorpêçeke demdirêj encam bigirim”, bi vî rengî pêkanînek heye ku pêşbînî dike bi taktîka dorpêça demdirêj encam bigire. Ev dişibe dorpêçên ku di dîrokê de li dijî hêzên li kelhan li ber xwe didin dihate kirin. Ev taktîkeke welê ye ku demdirêj di dorpêçê de digirin, li bendê dimînin ku lojîstîk biqede û hêzên li wir bêlojîstîk mane bi xwe wan qadên berxwedanê berdin. Yanî li ser erdê vê taktîkê dimeşîne.
LI HEMBERÎ TUNELAN HER RÊBAZÊ BIKAR TÎNE
Di heman demê de, di tunelên ku ev 3 sal in şer dikin de bi pergala şerê nêz hewl dide têk bibe. Hem taktîka xwe ya kevin didomîne, hem jî ji bo qadên nû yên dagirkirinê taktîkek nû pêk tîne. Du taktîkan di heman demê de, lê li cihên cuda pêk tîne. Niha li Metîna Girê Bihar taktîka ji dur ve dorpêçkirinê dimeşîne. Lê li hemberî tunelên ku berê dixwest bi dest bixe jî, tevî hîn zêdetir gazên kîmyewî û çekên giran, bi droneyan teqemenî berdide deriyan, dixwaze bi kûçikan hundir keşif bike û hwd… Yanî hemû rêbazên ku tê bîra wî, bikar tîne. Me pêwîstî pê nedît ku van hemûyan di ragihandinê de bidin, lê ev hemû niha li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tê pêkanîn. Cihên ku dixwaze nû dagir bike jî, li nêzî kîlometreyekê tunelên şer disekine û bi çekên giran û hewayî êrîşan dike û dixwaze bi vî rengî lojîstîkê biqedîne.
TAKTÎKÊN KU PÊK TÎNIN DI DU-SÊ SALAN DE ENCAM NAGIRE
Niha Wezîrê Parastina Tirk Yaşar Guler hem taktîkekê ku ji bo wan di du-sê salan de encam nagire pêk tîne û hem jî dibêje, ‘em ê kîlîdê di meha Mijdarê de temam bikin.’ Ev aşkere xapandina rayagiştî ye. Tiştekî wisa di meha Mijdarê de encam bigire nîne. Di mijara taktîkê de tengbûn û bêçaretiyekê jiyan dikin, ev teqez e. Di nav xitimandinekê de ne.
KOMÊN WAN ÊN BI TEVGER JÎ NIKARIN BI SER BIKEVIN
Taktîkekê Yaşar Guler ê gelek caran bipesin behs kiriye heye. Tiştê ku jê re dibêjin, “operasyona nayê pêşdîtin, naye bendewarkirin û domdarî” di esasê xwe de taximên bi tevger ên ku ji 20-30 kesan pêk tên û veşartî dikevin ereziyê û derdikevin in. Di nav vê salê de tiştê nû ev bû. Taktîkên din ên ku pêk anîbûn, bê encam mabûn. Ev taktîkê komên bi tevger ê nû jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê nikare encam bigire. Dibe ku li cihekî wek Bakur ê berfireh hinekî encam bigirin, lê cihekî wek Behdînan a ku şer lê zêde ye nikarin encam bigirin. Jixwe ew hêzên wan di astekê de derbe xwarin, lê li gorî min dikarîbû hîn zêdetir jî derbe bixwin. Carekê xwestin bikevin Garê. Hîn nêzikî çend sed metre nêzî Garê ketin kemînê. Derbekê giran xwarin û jê vegeriyan. Li cihekî wek quntarên Girê Bihar û li hin cihên din jî çend carên din derbe xwarin. Wekî min got; ev taktîk, tiştekî nû ye, lê ev jî feyde nade. Ev tiştekî berê li Bakur dihat pêkanîn bû.
Bi kurtasî xeta Sergelê, yanî di wê xeta rê giştî de bi tevlîbûna aktîf a PDK’ê re rê çêdikin û digirin, ev hemû ji ber vê ye. Ev fealiyetên ku di çarçoveya taktîka dorpêçkirina tunelên şer de, tên pêşxistin e.
Li gorî Navenda YJA Starê; Bi tevlîbûna PDK û Iraqê di nava êrîşên dagirkeriyê de bi girtina xeta Goşînê re, dagirkirina tevahiya Lolanê û bi vî awayî qutkirina xeta di navbera Qendîl û Xinêre, Garê û Qendîlê, Garê, Metîna û Zapê tê hedefkirin. Gelo di vî alî de gavek hatiye avêtin, çi hatiye kirin, gerîla ya ku vê yekê pêşbîn dike çi dike?
Hevrêyên me yên ji baskên siyasî û leşkerî car caran li ser pêşketinên di qada leşkerî de zû nêrînên xwe parve dikin. Hin nirxandinên wekî tiştên ku dijmin nefikiriye ango fikiriye û nexistiye pratîkê, bi armanca deşîfre kirine tên kirin. Nêzîkatiyek wekî ku eniyê dijmin çi plan dike pêk dike, her tişt difikire û bi şêweyekî plankirî pêk tîne tê nîşandan, ev yek ne rast in. Divê di aliyê leşkerî de hinek bi tedbîr nêzîkatî çêbe. Di dem û cihê wê de axaftin û nirxandin çêbibe.
Îsal li herêma Goşînê operasyoneke bi vî rengî ya hêzên Iraqê û PDK’ê wekî ku dihat fikirandin pêş neket. Hêzên eleqedar jî dizanin ; Operasyoneke li vê derê pêk were, wê were wateya şerekî yekser. Heta niha tiştek wiha nebûye, em hêvî dikin ku dê jî qet nebe. Eger pêk were, weke min gotî wê rê li ber şer û pevçûnên mecbûrî veke. Ji ber ku tenê dikarin li ser esasê tasfiyekirina hêzên me bi pêşve biçin.
Li aliyê din rast e; Dewleta Tirk taktîka dorpêçkirina herêman hem li Bakur û hem jî li Başûr pêk tîne. Taktîka ku di navbera herêman qut bike, çûn-hatin asteng bike, pêşî li hevgirtina herêman a bi hev re bigire û ji hev veqetîne, pêk tîne. Ev nayê wê wateyê ku dê vê taktîkê li Behdînan yekser pêk bîne. Zehmetiyên wê hene. Ji ber vê yekê piraniya planên ku wan hevrêyan ji bo îsal behs kirin, pêk neanîn an jî nekarîn pêk bînin.
Di nava şert û mercên îro yên teknîkî de, hûn jî zehmetiya gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê dipejirînin. Îsal ji Eyaleta Serhedê heta Botanê şehadetên mezin çêbûn. Hûn rol û girîngiya hebûn û têkoşîna gerîla ya li Bakur di pêvajoya heyî de ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çawa dinirxînin?
Belê, îsal me li Bakurê Kurdistanê windahiyên mezin dan. Par jî me li Bakurê Kurdistanê windahiyên mezin dabûn. Me fermandarên giranbuha yên mîna Leyla Sorxwîn, Axîn Mûş û Dilgeş Guzereşê di sala 2023’yan de şehîd dan. Îsal jî wisa ye. Şer û pevçûnên mezin rû dan û di encama wê de gelek fermandar bi taybetî Endamê Komîteya me ya Navendî Bawer Dersim û şervanên me yên giranbuha, şehîd bûn. Li eyaletên Serhed, Wan, Botan, Gabar, Amed û Mêrdînê pevçûn çêbûn û windahiyên me çêbûn.
Dewleta Tirk jixwe îdîa dike ku di nava sê-çar salên dawî de hêza me li Bakur qedandiye û dibêje êdî gerîla nîne yan jî gelekî kêm ji wan mane. Ev yek ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ê wê demê Suleyman Soylû ve hatibû gotin. Hinek jî vê yekê ji bo ranta siyasî dixist rojevê. Niha kes nikare paşve gavê bavêje, her kes heman tiştî dibêje. Di rojên dawî de gelek şîrovekarên siyasî jî tiştên dişibin vê tînin ziman. Eger wisa be, çima ev operasyonên bêdawî li Bakurê Kurdistanê tên meşandin? Di vê kêliyê de jî operasyon hene. Operasyoneke domdar heye. Ligel vê di sala 2023’yan de diyar kirin ku bi qasî 29 hezar operasyon hatine pêkanîn. Heke qediyabe, heke di rewşeke wiha de be ku nikaribe tevbigere, çima ewqas operasyon û mesref têne kirin? Ji ber ku rewş ne weke ku ew dibêjine. Hinek cuda ye. Em hemû lehengên xwe yên îsal li Bakurê Kurdistanê gihîştin şehadetê, di şexsê fermandarê hêja Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersim, Herekol Şiyar Gever, Brûsk Kato û hevrê Hebûn Amed de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Soza ku me daye wan ez dubare dikim.
LI BAKUR ARMANCA SEREKE NE ÇALAKÎ YE
Ev çar sal in armanca me li Bakur di çarçoveya ‘Projeya JinûveAvakirinê’ de nûbûn û guhertin çêkirine. Lê belê ji ber zor û zehmetiyên cuda me ev pêvajoya guhertinê hînê bi temam nekiriye. Ev jî dikare weke kêmasiya me ya şêwaz û tempoyê bê nirxandin. Guhertin û nûbûnên ku tên pêşbînkirin, di dema xwe de pêk neanîne. Êdî şêwaya gerîlatiya kevn/klasîk hatiye derbaskirin. Ev yek ji bo me encameke zelal e. Divê em gerîlatiya serdema nû ku em jê re dibêjin gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pêş bixin. Em dizanin ku heta ev yek nebe li Bakur ti pêşketina gerîla çênabe. Ji wê hêlê ve em dixwazin şêweyekî nû yê gerîla bi pêş bixin. Li ser wê bingehê, gerîla dikare pêş bikeve û şerekî profesyonel pêş bixe. Heta vê yekê neke wê derbe bixwe. Ji ber vê yekê li ser vê mijarê tê rawestandin. Niha armanca pêşî ya gerîlatiya li Bakur ne çalakiye, jinûve avakirin û guhertine. Hê bêhtir li ser vê tê seknandin. Em difikirin ku heta di vê mijarê de jinûve avakirin çênebe, di çalakî û şêwayê tevgerê de guhertinên bingehîn pêk neyên, çalakiyên ku bên kirin jî wê nebin xwedî wate. Ji bo gerîlatiya Bakur xebatek wiha heye û li ser tê seknandin.
Hin yekîneyên girêdayî Tevgera Azadiyê ya Kurd berê li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên leşkerî wekî (hedefgirtina wesayîtên leşker-polîs û navendên wan) dihatin lidarxistin. Rawestandina van çalakiyan gelo weke ku dewleta Tirk îdîa dike encama ‘tedbîr û operasyonên serketî’ ye, an jî encama biryareke navendî ye?
Bandora her duyan jî heye. Weke we behs kiriye diyardeyeke ku di nava hevsengiyê de ye û hev temam dike heye. Em baş dizanin ku li hemberî teknolojiyê yên weke kamera, hwd. û tora sîxuriyê ku di salên dawî de pêşketine, bi rêbazên pêşketî û zirav ku vê yekê têk bibe nebe, Em tevgereke xwedî tecrûbe ne. Di vê hawîrdora ku êrîş li ser bingeha teknîkî bi tora sîxuriyê a pêşketî û sîstema îstîxbaratê ya bi teknolojiya pêşketî xurt dibe de, em hêza xwe hema yekser naşînin cihên wisa bi rîsk. Di demên buhirî de me tecrûbeyên wisa gelek bi dest xist. Rewşên hêz şandina cihên ne ewle û bi cih kirin, di salên 90’î de jî gelek hatin kirin û bû sedema windahiyên mezin. Ji vî alî ve li hemberî êrîşên ku tedbîrên wê bi awayekî têrker nehatine girtin, divê em bi baldarî nêz bibin û hêza xwe biparêzin. Mînak polîtîkaya sivik kirina teqwiyeyên zêde ya ji bo eyaletên Bakur, bi zanabûn ango bêzanebûn ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve bi awayên cuda tê şîrovekirin û ji bo manîpulasyonê weke bingeh û amûr tê bikaranîn. Dibe; Lê dema wext hat rastî çi ye ew ê bibînin.
RÊBAZÊN PROFESYONEL BI SEBIR Û STRATEJÎK
Em stratejiyek pêş dixin: bi vê stratejiyê re armanca me têk birina vê rejîmê ye û em ê di vê armancê de bi ser kevin. Di vî alî de em armanc dikin ku li cih an jî demên ku divê em bi hişyar bin tişta pêwîst bikin, rê li ber serketinê vebikin. Encamên serketî tenê bi pisporî û kûrbûna rêbazên ku dê hemû tedbîrên îstixbaratî yên ji aliyê teknîkî û fîzîkî ve hatine pêşxistin têk bibe, dikare bê bidestxistin. Heta ev yek pêk neyê, wisa bi rêbazên amator, ji rêzê û klasîk berê xwe bidin şerê vê serdemê, wê têkçûnê bi xwe re bîne. Ji vê hêlê ve girîng e ku mirov encamê bi sebirtir, rêbazên stratejîktir û profesyoneltir bistîne û di encamê de vî şerî bi ser bixîne. Pêdiviya me mîna alîgirên AKP’ê bi propaganda, gotin û tevgerên ku girseya gel manîpûle dike nîne. Pêdiviya me serketina şoreşgerî ye û em li ser lêhûrbûnê dikin. Niha jî bi lêhûrbûna li ser wê û kûrkirina rêbazên encamgir, em dikarin li ser esasê aktîfkirina hêza xwe di dem û cihê rast de encamên serketî bi dest bixin. Di vî alî de cih û dema rast girîng e. Tişta ku em li ser disekinin ev e. Di vê pêvajoyê de, di hin deman de car caran peyam dayîn ji bo me rasttir tê. Nêzîkatiyek ku hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê siyasî de pêvajoyê xistina nava hevsengiyekê wê girîng be.
Dema ku em li kapasîteya leşkerî û piştgiriya gel a li her çar parçeyên Kurdistanê dinêrin ku balê dikişînin ser rola hêzên cîhanî û herêmî jî, astengiyên sereke yên li pêşiya artêşbûna antî-dagirkeriyê çi ne?
Dibe ku îro li Kurdistanê li pêşiya pêşxistina şervanên azadiyê û girêdayî vê yekê li pêşiya birêxistinkirina artêşbûnê hin zehmetiyên pratîkî hebin. Lê belê çareserkirina wan ne zehmet e. Rê û rêbazên ku hemû zehmetiyên pratîkî çareser bikin, hene. Bi esasî pirsgirêka artêşbûna gerîlayan ya encamgir heye. Di wê xalê de zehmetî hene. Beriya her tiştî rastfêmkirina serdemê gelekî girîng e. A rastî xala herî girîng ev e.
HIKMÊ FORMÛL Û TEORIYÊN KLASÎK NEMA
Rêber Apo di destpêka di sedsalê de guherînên ku bi ihtîmala rêya şoreşa zanist û teknîkê derkevin holê, analîz kirine ku ev yek jî ji bo me avantajeke mezin e. Di serdema me de şoreşa zanist û teknîkê bi xwe re guherîn û pêşketinên mezin tîne. Her roj îcat û teknolojiyên nû tên derxistin, tevî ku ev yek li seranserê cîhanê bandorê li şêwejiyana civakan, têkiliyên civakî, çandî aborî dike jî di heman demê de bandorê li qada leşkerî jî dike û rê li ber guherînên mezin vedike. ÇEkên teknolojîk yên tên pêşxistin, teoriyên kevn ên klasîk û formûlên leşkerî serûbin dikin. Yên ku guhertinên zanist û teknolojiyê yên li ser rastiya şerî nebînin, nikarin di şerî de serkeftinê bi dest bixin. Divê ev yek bi tenê di çarçoveya guherîn û pêşketina çekan de neyê nirxandin. Di roja me ya îroyîn de êdî leşkerên jirêzê nikarin di nava şerî de xwedî rol bin. Êdî hêza avaniyeke leşkerî bi hejmara kesan nayê pîvandin. Îro bi şervanên xwedî bawerî, bibiryar, profesyonel û pispor encam tê standin. Heya ku ev rastî neyê zanîn terzê tevgera rast, pêşxistina leşkeran ya rast, mewzîgirtina rast û çekdardarkirina rast ne pêkan e. Ji ber wê yekê jî di şer de serkeftin jî nayên bidestxistin.
JI TÊKÇÛNÊ RE MÎNAK, ARTÊŞA ERMENISTANÊ
Ev yek ne tenê ji bo gerîlayan ji bo her kesî derbasdar e. Îro li seranserê cîhanê gava ku hêzeke leşkerî ev pêvajo rast fêm nekir, nikare artêşa xwe jî nû bike û girêdayî van yekan wê têk jî biçe. Em dikarin artêşa Ermenistanê weke mînak bidin. Ger generalên artêşa Ermenistanê ev yek rast fêm bikirana wê mewzîgirtinên klasîk yên weke bicihkirina tankan û bicihkirina leşkeran ya ji bo mewziyên servekirî derbas kiriban. Her wiha artêşa Azerbeycanê ya piştevanî ji dewleta Tirk distand, wisa bi awayekî hêsan encam bi dest nedixist. Bi nimûne di şerê salên 90’î de artêşa Ermenistanê serkeftîtir bû lê belê artêşa Ermenistanê piştre xwe spart wê serkeftinê û xwe pêş nexist; xwe nû nekir û weke artêşa bipergal a klasîk di cihê xwe de ma. Ji ber wê yekê nekarî li hemberî çekên teknolojîk ên nûjen li ber xwe bide. Heman tişt ji hemû gerîlayan jî derbasdar e.
ASTENGIYA SEREKE YA LI PÊŞIYA ARTÊŞBÛNÊ PIRSGIRÊKA XETÊ YE
Her wiha li Kurdistanê ji bo me rastfêmkirina xeta Rêbertî û şikilstandina di çarçoveya felsefeya Rêbertî de gelekî girîng in ku em serkeftinê bi vê yekê ve girê didin. Pratîk û Rêbertiyeke ku xwe girêdayî Şerê Şoreşgerî yê Gel rast kûr neke, xwe di taktîk û detayên wê de kûr neke û li gorî wê hêz û civakê amade neke, serkeftinê bi dest naxe. Rast e ku di vê mijarê de em bi hin zehmetiyên cidî re rû bi rû ne. Ger em rast ketibana xeta Şerê Şoreşgerî ya Gel xalên ku min di çarçoveya pirsa we ya ewil de anîn ziman, pêk nedihatin. Şerê Şoreşgerî yê Gel ne tarzê şerê gerîlayan yan jî şerê bi tenê hin milîtanan e. Em qala hêmaneke wisa dikin ku gel jî di nav de cih digire û civak hemû di pozîsyona parastinê de ye. Ger tiştekî bi vî rengî bûya ma li Sûrê 60 fedaiyan dikarî bi tena serê xwe 105 rojan di nava dorpêçê de şer bikirana? Wê tevahiya bajêr tevlî wî şerî bibûya. Pêknehatina vê yekê nîşan dide ku em neketina ser xeta Şerê Şoreşgerî yê Gel. Aha herî zêde em di vê yekê de zehmetiyan dibînin. Bi awayekî tam neketina xetê, mana li derveyî xetê. Ev yek li pêşiya pêşxistina artêşbûna me de astengiya herî sereke ye. Helbet di van salên dawîn de di vêmijarê de hin geşedanên diyar hene; kûrbûn jî zêdetir bû. Em di wê baweriyê de ne ku wê pirsgirêka xetê nebe.
DIJMINÊ HERÎ MEZIN, FÊRBÛNÊN ME BI XWE NE
Dîsa jî di pratîkê de hin caran helwestên kevneperest û yên ne nû derdikevin pêşiya me. Di nava civakên Rojhilata Navîn de û bi taybetî jî li Kurdistanê parêzkerî zêde ye; guhertin pêk nayê. Beriya niha Rêber Apo serê xwe gelekî bi vê ve êşand; gelek analîz kirin, pirtûk amade kirin û perwerde dan. Neguherîn û nûjennekirina kesayeta kevneklasîk pirsgirêkeke cidî ye. Em dikarin bi têkoşîna li hemberî vê yekê li gorî şert û mercên serdemê û xeta xwe artêşbûneke Apoyî pêş bixin. Ji bo me dijminê sereke, fêrbûnên me bi xwe ne. Pêşneketin û tim dubarekirina heman tiştî sedemên sereke ya windahiyên cidî ne. Qada şerî tim nûbûn û guherînê pêwîst dibîne. Dema ku mirov ji cihekîderbasî cihekî din bû, êdî divê cara duyan jî ji heman cihî derbas nebe. Divê mirov bi taktîkeke nû û bi rêbazeke nû nêzî bibe. Dema ku mirov di çarçoveya hînbûniyan de heman tişt dubare kir, wê rê li ber windakirinan veke.
Heya ku em asteke fermandariyê ya pêşeng ya milîtanbûyî ya di felsefeya Rêbertî de xwe kûrkirî û pêşxistî neafirînin û pêş nexin ne pêkan e ku em serkeftinê bi dest bixin. Bi taybetî jî jiyana azad û wekhev ya modern û xwe dispêre azadiya jinan ya di nava artêşa me de ji bo rêgeza jiyanê ya herî girîng e. Sekna milîtanî ya sereke ya ku wê serkeftinê bi xwe re bîne, xwe dispêre vê yekê. Di paratîkê de her kesî baş dît ku hevrêyên me yên jin ên xwe dispêrin vê yekê çi afirandine û pêşengtî çawa pêş xistine. Aha artêşbûneke ku li hemberî pergalên kevneklasîk, modernîteya kapîtalîst, paşverûtiyên ku xwe dispêrên helwestên feodal dikare li ber xwe bide, xwe nû bike û asta pêşengbûnê bi dest bixe, wê serketinê bi dest bixe û misoger bike. Em bi taybetî jî li ser van xalan disekinin û giraniyê didinê.