Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd de ev tişt anî ziman:
“Fermandarê Eyaleta Wanê ku yek ji milîtanên pêşeng ên fedaî yê partiya me PKK’ê ye hevrêyê me Gever Zafer û Andok Tendurek yê ku pê re bû, 28’ê Cotmeha 2018’an di encama êrîşeke hewayî ya li qada Kato Ortê ya navçeya Wan Xîzanê de şehîd bûn. Em fermandarê xwe yê leheng hevrê Gever Zafer û milîtanê fedaî yê Apoyî Andok Tendurek di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrê Gever weke ewladekî eşîra Gewdan a ku bi esalet, qehremanî û welatparêziya xwe tê naskirin tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Gever ê ku meşa wî ya azadiyê di sala 1993’yan de destpê kir, ji Zagrosan heta Botanê, ji Kelareş heta Qendîlê, ji Xakurkê û Xinêre heta Herêma Metîna, Heftanîn û eyaleta Wanê 25 salan bênavber dewam kir.
Hevrêyê me Gever di encama pevçûn û şerê li dijî xayînên hevkar û dagirker de 3 caran bi giranî birîndar bû. Tevî bi gelek bêderfetî û zehmetiyan re rû bi rû ma jî, bênavber têkoşîna xwe dewam kiriye. Weke fermandarekî leheng û biryardar di şerên li Bakur û Zapê de bi roleke dîrokî rabû û gelek çalakiyên serketî û operasyonên şoreşgerî meşand. Bi cesaret û şervaniya xwe lehengekî rasteqîn bû. Ew şoreşgerekî fedaî bû, ku di her astê de ji şervaniyê heta fermandariya manga, taxim, yekîne û tabûr destpêkir û heta fermandariya eyaletê bi erka xwe rabû. Ew fermandarekî Apoyî bû ku lehengiya eşîra Gewdan a ku çanda kevnar a bêhempa ya gelê Kurd di nava xwe de vedihewîne, bi îdeolojiya Apoyî re di şexsê xwe de da rûnişkandin û bi avabûneke nûjen tevkariyên mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Meşa destana azadiyê ya hevrêyê me Gever ku 25 salan bê navber dewam kir wê ji aliyê hemû ciwanên Kurd bi taybetî ciwanên leheng ên eşîra Gewdan û hevrêyên wî ve mînak bê girtin û bîranîna wî wê di têkoşîna me de her tim zindî bê hiştin û armancên wî teqez bi ser bikevin.
Hevrêyê me Andok Tendurek weke ewladekî bi qîmet yê gelê me yê Serhedê jidayik bû. Li dijî sîstema kapîtalîst, nûnertiya durustî, fedekarî û paqijiya erdnîgariya ku lê ji dayik bû û mezin bû kir û bi tevlîbûna nava refên azadiyê re xwe bi felsefeya Apoyî perwerde kir û bi xwe avakirinê re weke şervanek heqîqetê bi ser ket. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve hevrêyê me bi kelecana girêdanbûna bi doza xwe re, berê xwe da her karî. Weke gerîlayek azadiyê yê jêhatî, erk û berpirsyariyên xwe yên pêvajoyê bi cih anî û bû milîtanek ku divê hemû ciwanên Kurd ji bo xwe mînak bigire. Hevrêyê me Andok ku di dema herî dijwar a şer de tevlî têkoşîna azadiyê bû bi wêrekiya xwe hat naskirin. Têkoşîn û şerê li dijî dewleta Tirk a mêtinger ku bi salan e li ser gelê me êrîşên qirkirinê pêk tîne, weke deynekî dît û mîna her ciwanên Kurd ên bi rûmet heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û hewl da bibe layiqê gelê me. Hevrêyê me bi vê helwesta xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî têkoşîna hevrêyê xwe Andok bin û xeyalên wî pêk bînin.
Di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, ji eşîra Gewdan a welatparêz, Çildêran û tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe zindî bihêlin û armancên wan pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Gever Zafer Nav û paşnav: Alî Bor Cihê jidayikbûnê: Feraşîn Navê dayik û bav: Sînem -Mehmet Dem û cihê şehadetê: 28 Cotmeh 2018/Kato |
Nasnav: Andok Tendurek Nav û paşnav: Mîrhac Karakuş Cihê jidayikbûnê: Wan Navê dayik û bav: Gulçîn- Kemal Dem û cihê şehadetê: 28 Cotmeh 2018/ Kato |
GEVER ZAFER
Hevrê Gever piştî ku tevlî nav refên PKK’ê bû, mîna fermandarekî xwe perwerde kir û bi pêşket, di îdeolojiyê de xwe kûrtir kir û zanabûna xwe ya dîrokî û civakî bihêztir kir. Hevrêyê me Gever di raporeke berfireh de ku ji partiya me PKK’ê re nivîsî, civaka ku jê hatiye, taybetmendî, kesayetî û pratîka xwe bi hevokên bi cewher vegotibû. Hevrê Gever xwe bi pênûs û gotina xwe wisa dabû nasîn:
‘Eşîra me eşîra Gewdan girêdayî konfederasyona eşîra Ertûşê ye. Eşîra Ertûşê ji 12 eşîran pêk tê û li herêmên Wan û Colemêrgê bi cih bûne. Di dîrokê de destek dane gelek serhildanan û bi rêxistinên ku nasnameya wan a Kurdayetî li pêşe re têkilî danîne. Eşîra Gewdan bi giştî ji xizmên nêz pêk tê û gelek girêdayî hev in. Malbata min yek ji pêşengên vê eşîrê ye û peyva wê di nava eşîrê de derbasdar e. Bi pêşketina Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistanê re, weke li tevahiya Kurdistanê eşîra ku ez tê de jî di gelek aliyan de hat guhertin. Bi pêşketina tevgera PKK’ê re, nûbûnên mezin çêbûn. Avaniya eşîrtî û malbatî ku berê ji bo yên din dixebitî û dihat lîstikên dewletê, îro gihaştiye asteke pêşketî ku ji bo xwe, welatparêzî û netewperestiyê bixebite. Malbata me ji Feraşînê ye. Ez li Feraşînê weke zaroka pêncemîn a malbatê ji dayik bûm. Piştre hem ji ber nakokî û şerên di navbera eşîran de û hem jî ji ber êrîşên dijmin ên li dijî Kurdistanê û şewitandina gundan, me ji Feraşînê koçî navçeya Geverê kir. Ji ber ku malbata min li Geverê bi cih bû, taybetmendiyên min ên ewil li vir pêş ket. Gever ji aliyê erdnîgarî ve yek ji niştecihbûna mirovahiyê yê destpêkê ye, ji şaristaniyê re dayiktî kiriye û li ser erdekî deşta mezin a li ber quntarê çiyayê Zagrosê ye pêş ketiye. Çiyayên bilind ên li çar aliyên deştê bi hemû heybeta xwe mîna ku nobedariya deştê bikin disekinin. Li başûr Çiyayên Cîlo û li rojhilat jî berdewamiya çiyayên Zagrosê hene. Ev li dora deştê di çemberekê de digihêjin hev. Min zarokatiya xwe li erdnîgariyeke bi vî rengî derbas kir.
Ji ber ku xwişk û birayên min ên mezin neçûn dibistanê û di malbatê de ez yekemîn bûm ku diçûm dibistanê, eleqeyek mezin ji bo min hat nîşandan. Ji bo min dihat gotin ku mirovekî dihat hezkirin û xweşbîne. Cara pêşî dema ku ez çûm dibistanê, ewil li wir min zimanê Tirkî nas kir û hîn bûm. Ji ber ku bendewariyên malbatê jî hebûn, bi keda xwe derketim pêş, bi awayekî cidî nêzî dibistanê bûm û ji aliyê mamoste û hevrêyên xwe ve hatim hezkirin. Lê belê piştî qedandina dibistana seretayî, zarokatî û hawirdora civaka xwezayî hîn bêhtir bala min kişand û min dev ji dibistanê berda. Ez li ser lingên xwe sekinîm û ez di hin karan de xebitîm ev yek jî di kesayeta min de pijandinek çêkir.
Dema ku mezin bûm, nayê bîra min ku ji bilî tevgera PKK’ê li Geverê ti tevger an jî îdeolojiyeke din hebû. Gel li ser îdeolojiya PKK’ê û şerê ku dida meşandin nîqaş dikirin. Ji ber zexta dewletê, ev mijar bi awayekî veşartî dihat nîqaşkirin. Min dizanîbû ku ev têkoşîn ji bo Kurdistanê ye. Piştî salên 1989-1990’î şerê gerîla li hemû herêmê belav bû, serhildan li her derê destpêkirin û ji derdora min yekser mirov tevlî gerîla bûn. Ev geşedan min xist nava lêgerînan. Çend caran derfeta min çêbû ku yekser hevalan bibînim û ligel wan sohbetê bikim û ev yek bandor li ser min kir. Hevalên min ên nêz tevlî Partîbûyînê bûn. Ciwanên ku tevlî gerîla dibin û bêyî tirs li dijî dijmin şer dikirin, biryardariya min a tevlîbûnê xurtir kir. Li ser vê bingehê, di bihara sala 1993’yan de bi komeke ji 20 hevalan li Zagrosê tevlî nava gerîla bûm.
Pêşî ji ber tevlîbûna xwe ya hestyarî pir bi kelecanî bûm. Ez ji bo perwerdeya xwe ya şervaniya nû çûm Xakurkê. Ez bi kêfxweşî beşdarî perwerdeya leşkerî bûm. Helwest, pratîk, tevger û axaftina hevalan bandor li min dikir û pêş dixist. Min di dawiya sala 1994’an de li herêma Gerdiyan dest bi pratîka xwe ya yekem kir. Di yekîneya ku ji hevrêyên kevin û bi tecrûbe yê ARGK’ê pêk tê de, di demeke kurt de têkiliyên min pêş ketin. Di nîvê sala 1995’an de şerê bi PDK re pêş ket û min di wê serdemê de erka alîkarê fermandarê mangetiyê kir. Di êrîş û pevçûnên xayîn ên PDK de parçe li herdu lingên min ketin û ez birîndar bûm. Di dawiya sala 1995’an de me li Xakurkê 3 mehan perwerdeya bîrdozî dît û di bihara sala 1996’an de ferza min ji bo herêma Elbakê çêbû û li vir min dest bi pratîka xwe kir. Her çend zor û zehmetiyên giran hebûn jî min karî derbas bikim û di sala 1997’an de weke fermandarê mangê hatim erkdarkirin. Sê salan min li herêmên Colemêrg û Elbakê yên Botanê xebat meşandin.
Di bihara 1998’an de li navçeya Peyîzava ya Wanê di çalakiya li dijî qereqola polîsan de bi 6 guleyan ji her du lingên xwe ve birîndar bûm. Ji bo tedawiyê çûm eyaleta Kelareş. Li vê derê hem min tedawî dît û hem jî alîkarî dida perwerdekirina hevrêyên nû yên li nava gerîla. Bi pêvajoya vekişandinê ya sala 1999’an re min berê xwe da herêma Qendîlê û piştî perwerdeya bîrdozî weke fermandarê tabûrê li herêma Şehdan min erk girt ser milên xwe. Du salan min ev erka fermandariya tabûrê domand.’
Hevrêyê me Gever, ji Zagrosan heya Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê 9 salan li hemberî dagirkerî û îxanetê bi awayekî bênavber li ber xwe da û du caran birîndar dibe û bê navber têdikoşe. Di van salên ku pêvajoyên dijwar ên dîroka têkoşîna me îfade dikin de, hevrêyê me Gever bi wêrektî, biryardarî û xîreta xwe tevlî gelek çalakî û pevçûnan dibe. Ji van pêvajoyên dijwar tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Di sala 2002’yan de tevlî pêvajoya perwerdeyê ya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan dibe, hem van tecrûbeyên xwe yên zêde bi hevrêyên xwe re parve dike, mihasebeya pratîka xwe dike û hem jî ya herî girîng guherîna paradîgmayê ya ku di nava PKK’ê de pêk tê, girêdayî parastinên Rêber Apo hewl dide, fêm bike. Hevrêyê me Gever di pêvajoya ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî, netewedewletên herêmê û xaînên hevkarên wan dawiya PKK’ê plan dikin û ji bo ku nirxên PKK’ê dersteser û talan bikin bi awayekî nemerdane deq û dolaban pêş dixin de, bi dilsoziya xwe ya ji Rêber Apo û şehîdan re dibe milîtan û fermandarekî ku di xeta Apoyî de israr dike. Hevrêyê me Gever ê ku girêdayî parastinên Rêbertiya me mihasebeya kesayeteke dîrokî û gelekî bihêz dike û xwe li gorî vê yekê dişêwîne. Hevrêyê me Gever asta kûrbûn, îdîa û biryardariya xwe ya di pêvajoya vê perwerdeyê de bi van gotinan bilêv dike:
‘Dilsoziya ji Rêbertî re û nêzîkatiya herî rast, beriya her tiştî girêdayî rastfêmkirina parastinên Rêbertî û di warê îdeolojîk de dabînkirina kûrbûnekê û di ruh û fikrîyatê de bi jiyîna wê pêkan e. Bi xwedîderketina têkoşîn û nirxên wî, bi parastina wî û fêmkirina fikrên wî yên felsefîk û jiyîna li gorî wê dilsoziya ji Rêbertî re pêk tê. Divê kadro û rastiyên Partiyê baş werin naskirin, girêdayî teoriyê di nava pratîkê de li gorî wate û esasan wê were meşandin û ji bo vê yekê hewla wê were dayîn. Divê dilsoziyek hebe û mirov dirust be. Divê mirov li gel xwe şoreşa wijdan û zîhniyetê pêk bîne. Weke mîlîtanekî Apoyî ez amade me ku beşdarî pêvajoya nû bibim. Bi taybetî jî bi van perwerdeyan ez di wê baweriyê de me ku ez ê îdîa û biryardariya xwe zêdetir pêş bixim û ji bo ku awayekî êrênîtir û serkeftîtir tevlî pêvajoya pêş bibin hêza ku min ji perwerdeyê standî wê ji bo xizmetkirina ji bo partî û gel min li ser piyan bigire. Ez dikarim bibêjim ku min hem di warê tecrûbeyan de hem jî di warê hişmendiya îdeolojîk de astek bi dest xistiye. Girêdayî vê yekê ji bo pratîkbûna baştir û çalaktir, ez di wê baweriyê de me di hemû erkên ku partî guncav bibîne de bi awayekî baş kar bikim. Weke tercîh; min demeke dirêk li Bakur xebatên pratîkê bi rê ve biribûn. Hin tecrûbeyên min ên diyar hene. Ez dikarim li van qadan partîkê bi rê ve bibim. Weke din dikarim li her deverên ku Partî guncav dibîne, kar bikim. Tu tişt nikare li pêşiya xebat û pratîkê ji bo min bibe asteng. Ez soz didim Rêbertî, Şehîdan, Partiyê û hemû gelê xwe ku ez ê bibim mîlîtanekî xwediyê pratîkeke serkeftî.’
Hevrêyê me Gever ê ku bi van gotinan sekna xwe bi awayekî jidil û duris tîne ziman, di sala 2002’yan de weke fermandarekî HPG’ê yê serdema nû berê xwe dide Botanê. Di pevçûneke sala 2004’an a li gel dewleta Tirk de dîsa ji her du piyên xwe birîndar dibe, lê belê tevî birîndarbûna xwe jî li ber xwe dide û dorpêça dijmin perçe dike û dikare dijminî têk dibe. Hevrêyê me Gever, bi rastî jî bi vîn, birdaryarî û kesayet û sekna xwe ya xurt îspat kir ku îdeolojiya Apoyî milîtanên xwe çi qasî xurt dike. Hevrêyê me Gever, ji sala 2002’yan heya sala 2010’an li deverên cuda ên herêma Botanê bi awayekî bênavber têdikoşe, li hemberî dijminê dagirker gelek çalakiyan li dar dixe, ji bo têkoşîna me gelek çalakiyan bi rê ve dibe û dibe yek ji afirînerê serkeftinê.
Têkoşîna hevrêyê me Gever, sekna wî ya ku cesaret, bawerî û hêvî dida gelê me û li hemû qadên ku pratîk dimeşand, bandoreke mezin li gelê me kir. Hevrêyê me Gever bi tevlîbûn û pratîka xwe li gel gelê me bandoreke mezin li eşîra xwe jî dike. Gelek xizmên nêz ên hevrêyê me Gever ên ku tevlîbûna wî mînak digirin, berê xwe didin nava refên gerîlayan. Hevrêyê me Gever demeke xwe di zîndanan de û demeke xwe jî li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîneke bêhempa derbas dike. Keçmamên hevrêyên me Pîroze Bor di sala 1995’an de Evîndar-Aysel Bor di sala 2016’an de li Bestayê û kurmamê wî Boran- Agîd Bor di sala 2016’an de li Bestayê tevlî karwanê şehîdan dibin. Gelek jin û mêrên hêja û leheng ên ji malbata hevrêyê me hê jî di nava refên têkoşînê de li ber xwe didin. Ev hevrêyên me yên ku berê xwe didin nava refên têkoşînê û tevlî karwanê şehîdan dibin, bûn wesîle ku hevrêyê me Gever tevlîbûneke xurt pêk bîne û têkoşîna xwe mezintir bike.
Hevrêyê me Gever ê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe, di sala 2011’an de beşdarî perwerdeya Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz dibe. Di serdema ku şerê me yê şoreşgerî di astên herî bilind de ye, mihasebeya pratîka xwe dike, têkildarî pêşxistina rêyên gerîlatiyên serkeftinê zêde li ber xwe dide û li ser çareseriya pirsgirêkên di terz û taktîkê de hûr dibe. Di kêliyên perwerdeyê de bi awayekî wêrekî xeta û kêmasiyên xwe nîqaş dike, têkildarî van yekan rexneya xwe dide û hêzeke mezin distîne. Hevrêyê me Gever encamên ku ji perwerdeyê distîne, bi van gotinan tîne ziman: ‘’Weke kesayet min hemû caran ji bo xwe ya herî dijwar hilbijart û min xwest li qadên herî dijwar bimînim. Ji niha û pê ve jî wê ev nêzîkatiya min berdewam bike. Lê belê weke di paşerojê de; Li hemberî Rêbertî, gel û tevgerê ji nêzîkatiya hestiyarî ya ku wijdana xwe rehet bikim wêdetir; ez dikarim bibêjimku ez ê têkildarî esasên xetê yên zanedar, birêxistinkirî, kolektîf paratîka ku serkeftinê tîne, esas bigirim. Çimkî encama ku têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibe, dikare bes bi vî awayî were bidestxistin.’’ Bi van gotinan û hêza ku ji perwerdeyê distîne bi armanca ku pêngava şerê me yê şoreşgerî yê gel pêş bixe, derbên giram li dijmin bixe û serkeftinên mezin bi dest bixe derbasî Zapê dibe. Li Zap û Zagrosan di pêşengtiya hevrêyên me Reşîd Serdar, Azad Sîser û Rojîn Gewdan de ku fermandarên pêşeng û leheng ên dîroka têkoşîname ne, tevlî pêvajoya pêngavçê dibe. Di salên 2011 û 2012’yan de li Zapê di çalakiyên gelekî girîng de weke pêşeng cihê xwe digire û weke fermandarekî ku bi cesaret û sekna xwe baweriyeke mezin dide hemû hevrêyên xwe, rola xwe lîst.
Hevrê Gever ê ku xwedî pratîkekê serkeftî bû, ji bo berpirsyartiyên hîn mezintir bigire di sala 2012’an de tevlî pêvajoya perwerdeya Ocaxa PKK’ê bû. Hevrê Gever di Ocaxa PKK’ê de li ser hemû pirsgirêkên têkoşînê ya Partiya me lêhûr bû û riyên çareseriyê nîqaş kir, ji nirxandin û danahevên rêveberiya Partiya me sûd wergirt û vê perwerdeyê bi serkeftî temam kir. Wek fermandarek xurt a pêşeng di qada pratîkê de berpirsyartî girt ser xwe. Hevrê Gever piştî hikûmeta AKP’ê pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo bi ked û sebrekê mezin dixwest biafirîne sabote kir, vala derxist, li her derê qerekol û kalekol çêkir, êrîşî gelê me kir û qetil kir û di siyaseta şer de israr kir û paşde vekişîna gerîla hat sekinandin û di sala 2014’an de wek fermandarê tabûra bi tevger derbasî Qada Botanê bû. Piştî ku dewleta Tirk a qirker-dagirker di 24’ê Tîrmehê 2015’an de biryara “çok danînê xist meriyetê û bi topyekûn êrîşî gelê Kurd kir, hevrê Gever jî wek fermandarek pêşeng a qada Botanê bi tabûra bi tevger re çalakiyên gelek girîng li dar xistin. Çalakiya di 24 û 25’ê Îlonê 2015’an de li Elkê hemberî hemû hedefên pêk hatî û di encama çalakiyê de 75 dagirker hatibû cezakirin de wek mîmarê operasyona şoreşgerî û fermandarê pêşeng rol lîst. Piştî wê li gorî pêwîstiyan wek endamê Fermandariya Eyaleta Wanê wezîfe girt ser xwe û kar û xebat meşand.
Hevrê Gever dema Gerîlayên Azadiya Kurdistan ket pêvajoya ji nû ve avabûnê û pêvajoyekî ku di terz û tektîkên demê ya tevgerê pêkanînê de pirsgirêk hebûn, ji bo li ser van hemûyan lêhûr bibe di payîza 2017’an de tevlî pêvajoya perwerdê ya Akademiya Mahsum Korkmaz bû. Ev perwerdeya ku di berxwedana serdemê ya Efrînê û têkoşîna li herêma Xakurkê di sala 2017-2018’an de dihat meşandin pêk dihat, hîşt ku hevrê Gever li ser pirsgirêkên têkoşînê û riyên çareseriyê hîn bandortit lêhûr bibe. Di akademiya leşkerî de hem xwe perwerde kir û rexnedayîna pratîka xwe da, him jî wek fermandarê akademiyê ji bo gerîlatiya serdema nû pêk bînê hevalên xwe amade kir. Hevrê Gever a ku vê perwerdeyê jî bi serkeftî temamkir, lêhûrbûn û îdîaya xwe ya perwerdeyê bi van gotinan anî ziman:
“Di herêmê me de pêvajoya ku di Însîyatîfa Rêber Apo de didome, bi her awayî wek têkoşîna rastî, başî û jiyana watedar pêş dikeve. Dîsa wek derbaskirina xitîmîna modernîteya Kapîtalîst û di pêkhateya heqîqeta civakî de jiyana nû avakirin û xistina meriyete pêş dikeve. Nakokiya modernîteya Kapîtalîst ku tu carî bi rastiya herêmê me re nebûye yek hîn zêdetir kûr dibe û qeyran her roja ku derbas dibe zêdetir mezin dibe. Ev rewş ji gelên herêmê re dibe ku êş bide jiyandin, lê ewqas jî dihêle ku çand li ser koka xwe şîn bibin û di vê wateyê de ji zîncîrên modernîteyê rizgar bibin û bingeha jiyana azad û watedar biafirînin. Di her hawirê qeyranê ya çareseriyê, îhtîmala rastî û çêkirinê jî heye. Lê çareserî û rastî bêyî ked û têkoşînê, beyî têkoşîna heqîqetê jiyanî nabe. Halê herî şênber û rojane ev e. Ji ber vê li hemberî qirkirina ku modernîteya Kapîtalîst dixwaze di şexsê gelê Kurd de li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk bîne. Têkoşîna Azadiya Kurd bersiva herî mezin û bi adîa ye. Ev yek bi perspektîfa Neteweya Demokratîk û civaka exlaqî-polîtîk re ji qeyranê re dibe hêviya alternatîf û derketinê. Netew-dewleta ku hespê mahşerê ya Modernîteya kapîtalîst bi hişmendiya Rêbertiya me ya Neteweya Demokratîk û têkoşîna tevgera me ya azadiyê re têkçûna xwe ya dîrokî jiyan dike. Rêber Apo tespîta, ‘salên 2000’î wê bibin cejna gelan a azadiyê’ kir. Paradigmaya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo pêş xist pêk tê. Li hemberî vê jî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku fîguranê modernîteya Kapîtalîst bûn, di şexsê rastiya Rojava û Başûr de têk çû û ket sergoyê dîrokê. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku wek çeteyên DAÎŞ’ê ne, her çiqas li Efrîn û Bakurê Kurdistanê serî li komkujî û êrîşan dan jî, wek DAÎŞ’ê wê ji têkçûnê nikarin birevin. Li ku derê dibe bila bibe serkeftina ku dewleta Tirk a faşîst destbixe wê bibe Serkeftina Pirûsê.”
Hevrê Gever bi vê bawerî û lêhûrbûnê perwerdeya xwe bi dawî kir û di bihara 2018’an de wek fermandarê Eyaleta Wanê wezîfe girt û berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrê Gever ê ku bi danaheva xwe ya 25 salan re wek fermandarê gerîla vegerî ax û zozanên Faraşînê ya ku çavên xwe lê vakiribûn, bi awayek lez ket pratîkê. Li hemberî Rêber Apo, şehîdan û gelê me xwe deyndar dît, pir zêde kar kir û hewl da berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Hevrê Gever dema bi van fikir û hestan tevdigeriya di 28’ê Cotmeha 2018’an de êrîşa hewayî ya ku di Kato Ortê çêbûyî de gihîşt şehadetê.
ANDOK TENDUREK
Hevrê Andok ê ku ewladekî agît a gelê me yê Serhedê bû, li navçeya Çildêranê Wanê di malbatekî welatparêz de hate dinê. Ji ber ku malbata wî çanda xwe bi awayek herî sade jiyan dikir, hevrê Andok jî girêdayî cewhera xwe mezin bû. Wek her zarokê Kurd a ku li Kurdistanê jiyan dike, di temenekê biçûk de rastiya dijmin nas kir. Hevreyê me hîn roja destpêkê di zanabûna zext, êşkence û komkujiya ku dewleta Tirk li hemberî gelê me pêk dianî de bû û tu carî xwe bi pergala dewleta Tirk ve girêdayî hîs nekir. Berovajî li hemberî pergala metînger hîn di temenê biçûk de bi hêrs bû. Her ku mezin bû ket ferqa pêwîstiya mezinkirina hêrsa xwe û li hemberî dijmin kirina hinceta têkoşînê. Bi taybetî ji 2010’an şun ve piştî ku gerîla bi stratejiya gelê şoreşgerî derbên giran li dijmin xistin, pê bandor bû û li hemberî gerîla sempati hîs kir. Hevreyê me yê ku ji her derbê gerîla li dijmin dida moral girt, berê lêgerînên xwe jî diyar kir. Hevreyê me wek ciwanekî Kurd a di ferqa siyaseta qirkirinê ya dijmin de tu carî li dewleta Tirk bawer nekir û her tim xwe di şertên herî zehmet de têkoşînê re amade kir. Piştî ku dewleta Tirk a qirker ji gerîlayan derbên giran xwar û hat asta têkçûnê bi riya çeteyên ku birêxistin kiribû êrîşî gelê me kir, ev yek ji bo hevrê Andok bû noktaya herî dawî. Taybetî êrîşên ku 2015’an destpêkir, şehadetên ku hatin jiyandin û şerkirina gerîla ya fedaîne ya li hemberî dijmin bandor bû. Wek ciwanekî Kurd a birûmet fikirî ku xwe bigihînê çiyayan û di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên mekanê azadiyê ne.
Hevrê Andok ê ku li Faraşînê tevlî refên gerîla bûyî, perwerdeya xwe ya destpêkê jî ji hevalên vir girt. Hevreyê me yê ku dixwest avantajên ji Bakur tevlîbûna gerîla herî baş binirxîne, ji bo vê hevalên xwe baş guhdar kir. Hevreyê me yê ku armanc dikir ku bibe mîlîtanek Apoyî ji tecrubeyên hevalên xwe yê dehan salan sûd wergirt û ji ber eleqeya xwe ya perwerdeyan zû gihîşt vê armanca xwe. Hin ji roja tevlî gerîla bûyî bi duristbûna xwe, kesayeta xwe ya paqij ku qirejiya pergalê negirtî û dilê xwe yê paqij re hezkirin û rêza hemû hevalên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ya ku kesayeta xwe ya durist û samîmî bi çand û exlaqa Apoyî xwedî kirî, bû mîlîtanekî Apoyî. Hevreyê me yê ku di heman demê de bi kedkarî û fedakariya xwe ve derdiket pêş, bi tevlîbûna xwe ya bêsekin re xwest tevlî hemû xebatan bibe. Hevrê Andok ê ku di pêvajoyê êrîşên dijmin asta herî jor de bû tevlî gerîla bû û baweriya xwe ya serkeftinê anî ziman, di vê wateyê de xwe ji her alî ve xwe gihand û xwest bibe bersiva pêvajoyê. Ji bo vê her çiqas di asta akademîk de derfeta perwerde girtinê nebe jî, ji zanîn û danahevê hevalên xwe sûd wergirt û gelek tektîkên gerîla fêr bû. Hevrê Andok ê ku dixwest wek gerîlayekî azadiyê ya Apoyî li hemberî êrîşên dijmin tevlî çalakiyan bibe di vê de pir israr kir. Hevreyê me yê ku dixwest hêrsa xwe di çalakiyan de nîşan bide û li gelê me berpirsyartiyên xwe bi cih bîne, bi vê sekna xwe ji hemû hevalên xwe re bû mînak.
Tevlîbûna Hevrê Andok a bi moral û daxwaz, çavên wî yên her tim bi ken û hevaltiya wî ya bi her hevalek ku bi hev re têkoşîn dimeşan re, şopên kûr hîştin. Ji heval Gever a fermandarê me hêja re bi hev re tevdigeriya felsefeya Apoyî, ziraviyên hemû jiyana gerîla û daxwaza jiyana azad fêr bû û bi gavên ji xwe bawer ber bi serkeftinê meşiya. Hevreyê me her kêliya xwe ya gerîlatiyê dijî derbas kir û bû xwedî têkoşînekî bi wate û tevlî kerwanê şehîdan bû. Wek hevalên wî em dubare soz didin ku em ê xeyalên hevrê Andok ê nîvco mayî pêk bînin û Kurdistana azad di şexsê wî de bikin diyariya hemû şehîdên xwe.”