Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Welat Qerejdax (Seyîdxan Temel) ê ku 23’yê Cotmehê di qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê de şehîd bûbû, bi merasîmekê hat veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê cenazeyê şehîd Welat ji pêşiya Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik ve oxir kir.
Karwanê cenaze dema gihaşt pakrewangehê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re şehîd” hat pêşwazîkirin.
Li pakrewangehê piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê Îhsan Şiblî axivî û got: “Zehmet e bi çend gotinan em karibin mezinahiya şehîdan bibêjin; ji ber ku şehîd dîroka hebûn, nasname û azadiya me ye. Armanca wan azadiya gelan e. Şehîd pira ku me ber bi azadiyê ve dibin e.”
Ji fermandarên QSDˈê Xalid Elî bal kişand ser rihê neteweyî yê şehîd Welat û ev tişt anî ser ziman: “Şehîd Welat ji baweriya bi felsefeya Rêber Abdullah berî da Rojavayê Kurdistanê û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyey cihê xwe di nava HREˈyê de girt û heya dawiyê têkoşîn kir.”
Serokê Rabîteya Al El Beyet a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Seydûş jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got, êrişên wê yên li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaziya wê nîşan dide, bi rêya van êrişan dixwaze aloziya navxweyî binixumîne.
Sînan Seydûş bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û ev bang li gelê herêmê kir “Divê em xeta şehîdên xwe bişopînin û destkeftiyan biparêzin. Divê em ji bo rizgarkirina welatê xwe fedakar bin.”
Piştî axaftinan wesîqefeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tîlîliyan hat veşartin.