Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr anî ziman ku yek ji sedemên koçberiya karkeran a ji cih û warê xwe qeyûm e.
Nîhat Demîr têkildarî polîtîkaya qeyûm û bandora darbeya qeyûm a li karkeran ji ANF’ê re axivî. Demîr diyar kir ku AKP nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabire û got, “Hemû hikumetên dibin rêveber ji dewletê re, ji bo desthilatdariya xwe biparêzin gelê Kurd tine dihesibînin. Her desthilatdarî karên ne li rê, kuştinên kiryar nediyar, bêhiqûqî, newekhevî, bêedaletî, krîzên aboriyê, bêkarî, zêdebûna zarokên bi birçî radizên, hejmara malbatên nikarin nan bibin mala xwe, xisara li xwezayê, tundiya li jinê, destavêtin, destdirêjî, kuştin, krîza sîstema xwe bi şeytankirina gelekî vedişêrin.”
Demîr destnîşan kir ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e, bi cografya, dîrok, ziman û çanda xwe bêhempa ye û got, “Ji bo desthilatdariyan her tim bûye karekî hêsan ku li ser gelekî bi vî rengî hebûna xwe dewam bike, li şûna ku tiştekî nû biafirîne, nirxên heyî talan bike.”
Demîr bal kişand ser karakterê netewe dewlet a Tirk ku hebûna xwe li ser înkarkirina gelê Kurd ava kiriye û got, “Netewe dewlet a Tirk li şûna ku mafên xwezayî û rewa yên gelê Kurd teslîm bike, êrîş dike. Di demekê de ku atmosfera pêvajoyeke danûstandinê di rojevê de hate afirandin, qeyûm danî ser Şaredariya Esenyûrtê û şaredariyên bi îradeya gelê Kurd hatin hilbijartin. Bi van polîtîkayên şer sedan sal in gelekî zerar li gelên Tirkiyeyê, karker, jin û ciwanan hate kirin. Netewe dewlet a Tirk di serî de gelê Kurd hemû gelên din ên li vî welatî tine hesiband; ev gel jî bi asîmîlasyonê ketin nava pêvajoya îmhayê. Em, karkerên înşaetê vê polîtîkaya înkar û îmhayê red dikin.”
‘QEYÛM KOÇBERIYÊ LI KARKERÊN KURD FERZ DIKE’
Demîr destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm yek ji sedemên koçkirina karkerên Kurd ji cih û warên xwe ye û anî ziman ku di dema qeyûm de hîn bêhtir karkerên Kurd koç kirine. Demîr got, “Gelê Kurd doh li ber xwe da, îro li ber xwe dide, sibe jî wê li ber xwe bide. Mejiyê qeyûm yek ji sedemên krîza aboriyê û koçberkirina karkeran ji cih û warên xwe ye. Li şûna ku karkerên herêmê bide xebitandin, qeyûm ji bajarên Tirkiyeyê yên mîna Trabzon, Artvîn, Konya, Sînopê karkeran tînin herêmê û tevlî kar dikin. Qeyûman ev pratîk berê jî kirin.”
Demîr diyar kir ku qeyûm bi çavê ‘xenîmetê şer’ li çavkaniyên şaredariyê dinihêre û got, “Ji ber vê yekê jî divê kedkar ji bo têkoşîneke kolektîf xwe bi rêxistin bikin. Berpirsyariya her mirovekî xwedî wijdan e ku vê rastiyê ji nedîtî ve neyê.”