Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, bi pêşengiya Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê civînek hate lidarxistin.
Civîna ku gelek jin û mêr tevlî bûn, bi du beşan hate lidarxistin. Mijar destpêkê rola jinê di nava civakê û desthilatdariyê û mijara duyemîn jî rola mêr û jinê ji aliyê zanistî û hişmendî ve bû.
Civîn ji aliyê Rêveberiya Hevserokê Meclîsa PYD’ê ya Kantona Firatê Bozan Xelîl û Mamosteya Zanîngeha Kobanê Firyaz Berkel ve hate birêvebirin.
Firyaz Berkel li ser rola jinê ya di nava civakê de û dîroka 25’ê Mijdarê nirxand. Di heman demê de qala berxwedana jinan a di nava Şoreşa Rojava de kir ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û têk birin.
Di beşa duyemîn a civînê de jî Hevserokê Meclîsa PYD’ê ya Kantona Firatê Bozan Xelîl qala hişmendiya serwer a mêr kir û got, “Mêr du caran kole ye. Koleyê dewletê ye, koleyê civakê ye. Lê jinê êdî ew hêza koletiyê şikandiye.”
Di dawiya civînê de Navenda Çand û Hunera Baqî Xido de şanoyek pêşkêş kir.
Civîn bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.