Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’yê rojnamevan Seyît Evran bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê rojnamevan Seyîd Evran cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Manîsayê êrişa çekdarî li ser dibistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrka sor Stenbolê: Egîd Tolhildan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna li biryara MEB’ê ya têkildarî Zazakî: Armanc afirandina dudilî û polemîk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nobeda azadiyê’ ya li Mexmûrê bi koma 221’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Em ê hiqûqa ku Elewiyan wekhev nebîne qebûl nekin
Rojane

Bakirhan: Em ê hiqûqa ku Elewiyan wekhev nebîne qebûl nekin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bi rêxistinên Elewî re li Enqereyê civiya û got, "Hiqûqa ku Elewî xwe lê weke welatiyên wekhev hîs nekin, em ê wê hiqûqê qebûl nekin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li Enqereyê bi nûnerên rêxistinên Elewî re civiyan. Di civînê de bûyerên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û fikar, rexne û pêşniyarên Elewiyan hate nirxandin.

Tûncer Bakirhan li hevdîtinê axivî û got, “Em îro ji ber nîqaşa li ser mijara Elewiyan û fikarên Elewiyan civiyan. Em dem bi dem bi saziyên Elewiyan re tên li cem hev. Civînên bi vî rengî pir girîng in. Ji bo me guhdarkirina rexne û fikarên saziyên Elewiyan pir girîng in. Me bi Elewiyan re heman êş jiya û bi hev re ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ked û berdelên mezin da û bi hev re têkoşiyan. Em ne tenê ji bo siyaseta rojanê li vir in lê ji bo pêşerojê jî li vir in. Taybet jî di vê pêvajoyê de divê em bi hev re bibin pir û li rex hev bisekinin. Ev hevdîtin ji bo pêşerojê heviyên me mezin dike û nexşerêya me diyar dike. Em ê bi hemû bindestan re pêşerojê ava bikin.”

Tûncer Bakirhan anî ziman ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk eger bigihêje encamê wê gel bi serbikevin û wiha domand: “Gihiştina encamê ya pêvajoyê wekhevî, azadî û demokrasî ye. Ji bo wê jî bila fikarên Elewiyan di vir de tunê bin. Nasnameya kesî nayê înkarkirin û hemû kes bi hev re wekhev bijîn. Heke Elewî azad bibin Kurd dê azad bibin. Pêvajoya Aştiyê ne tenê pêvajoya Kurdan e. Pêvajoya me hemûyan e. Hemû gel û bawerî di vê pêvajoyê de ne. Armanca serekê ya pêvajoyê aştî û demokrasî ye. Helbet piştî vê merhaleyê gavên serekê yên hiqûqî û demokrasiyê ne. Hemû bindestan dixwazin bikin kirdeya hiqûqê. Bila hemû kes û taybet jî welatiyên me yên Elewî bizanibin ku em rizatiyê tenê hiqûq, demokrasî, wekhevî û azadiyê re didin. Heke tiştekî Elewî nerazîbin DEM Partî razî nabe. Bizanibin ku em nasnameya xwe diparêzin û li ser masayê rûdinin. Niha şûn ve jî em ê wisa rûnin. Li hemberî welatiyên Elewî jî em vê sozê didin. Aştî dema Elewî wekhevbûn, Cemxanê bûn xwedî statu, hemû gel û bawerî dema azad bûn aştî dê pêk were.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê destnîşan kir ku piştî qanûna çarçoveyî ew ê derbasî merhaleya nû ya pêvajoyê bibin û wiha pê de çû: “Merhaleya 2’yemîn demokratîkkirina komarê ye. Em ê têkoşîna vê bidin. Em têkoşîna welatiya wekhev û hevpar didin. Divê em bi hev re têbikoşin. Li ser entegrasyona demokratîk hin nîqaş tên kirin. Entegrasyona demokratîk ne wateya Elewî bibin sûnî û Kurd bibin Tirk. Berovajî vê hemû bawerî û nasnamê wê bibin kirde. Dixwazin hin nîqaşan bidin destpêkirin. Sedema vê jî dixwazin Elewî û Kurdan cuda bikin. Me heta têkoşîna rûmet a Elewiyan mînak girt û niha şûn vê jî em ê mînak bigirin. Em bang li kesên van cudekariyê dikin ku dev jî vê yekê berdin. Êşên berê hê jî di bîra me de zindî ne. Lê divê em pêşeroja xwe li gor van êşan diyar nekin. Ji bo careke din ew êş neyên jiyîn em ê zemîneke demokratîk ava bikin. Helbet em êşên xwe ji bîr nakin. Em dê çawa ji bîr bikin. Lê ew nabe sedem ku ji pêvajoyeke wisa paşguh bikin. Berê me dê pêşerojê bibe û ji bo ew êş neyên jiyîn zemîneke erênî ava bikin. Elewî wê di avakirina pêşerojê de cih bigirin. Elewî dikarin vî welatî demokratîk bikin. Tirkiyeyeke ku Elewî, Kurd û hemû bindest bûn xwedî gotin dikare bibe welatekî xurt.”

Di dawiya axaftina xwe de Tûncer Bakirhan bi lêv kir ku ew ji hemû rexne û pêşniyaran re vekirî ne û bi vê bernameyê jî dixwazin li rexne û pêşniyaran guhdarî bikin.

Piştî Tûncer Bakirhan Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mûstafa Aslan jî ji bo bernameyê spasiya xwe ji DEM Partiyê re kir û ev tişt anîn ziman: “Ew bername ji ber nîqaşên dawî yên li ser fikarên civaka Elewiyan pêk tê û em ê li ser pêvajoyê û van nîqaşan biaxivin. Tu kes nikare li ser navê Elewiyan, Kurd û baweriyên vî welatî gotin bêje. Em ê ne tenê bi DEM Partiyê re lê di pêjerojê piştî meclis vebû bi Serokê Meclisê û hemû partiyên komên wan di parlamentoyê de hene re hevdîtin bikin û li ser pêvajoyê nîqaşan bikin.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê
Nûçeya Pişt re Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TJA, DEM Partî û DBP’ê Jîna Emînî bi bîr anî

Tevgera Jinên Azad, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê hate ragihandin

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê li Colemêrg, Wan, Erzirom û Stenbolê bi pêkanîna hin…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Çareserî bi axaftina li gel Abdullah Ocalan û naskirina Kurdan re çêdibe

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser geşedanên li Sûriye û Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’yê rojnamevan Seyît Evran bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

YRA’yê rojnamevan Seyîd Evran cangoriyên çapemeniya azad bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Manîsayê êrişa çekdarî li ser dibistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?