Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, nobeda berxwedanê ya li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kiriye, di roja 15’an de ye. Li gel serma û seqemê jî şêniyên navçeyê serê sibehê li ber avahiya şaredariya desteserkirî li hev kom bûn û pankarta bi nivîsa “Ne qeyûm, lê demokrasî” li qada nobeda berxwedanê daliqandin.
Li gel Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên DEM Partiyê yên navçeyên Hewag û Bêrecûkê jî beşdarî nobedê bûn.
Nobeda berxwedanê dewam dike.