Çarşem, 30 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sudanî: Artêşa Tirk divê ji xaka Iraqê vekişe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî biryara beraaatê ya di doza Komkujiya Garê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya Na ji Cezayê Darvekirinê re: Di hefteyekê de 20 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê tedawiyê yê girtî Ersîn Çîçek tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Migenda: Têkoşîna Ocalan a azadiyê bo me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Girtîgeha Merîwanê gef li girtiyên siyasî tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê: Li Îranê jiyana bi hezaran girtiyên siyasî di talûkeyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo greva 29’ê Tîrmehê banga piştgiriyê kir: Parêzvanên xwezayê ne bi tenê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana rojnamevan Umêd Beroşkî hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal û 8 meh cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Edene du jin hatin kuştin, li Amedê jî mirina biguman

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Qersê bi jinan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Efûya Navneteweyî rapora li ser revandina jinên Elewî eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    13 welat 100 jin: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şopa Marzieh Ahmadî de: Têkoşîna jin, helbest û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Jinên Kurd: Zimanê me rûmeta me ye, em ê bi hemû hêza xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YJA Starê Jiyan Herdem bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

YJA Starê Jiyan Herdem bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê milîtana PAJK’ê û fermandara YJA Starê Jiyan Herdem bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em li ber jiyan û berxwedana wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:

“Milîtana jin a pêşeng, şoreşgera hêja û jina serhildêr a xelkê me yê Mêrdînê, yek ji fermandarên YJA Starê hevrê Jiyan Herdem 30’ê Mijdara 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser wezîfeya xwe, di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Di heman demê de hevrê Jiyan Herdem yek ji pêşengên partiya jinên azad PAJK’ê ye. Em hevrêya xwe di salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û li ber jiyan û berxwedana wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di şexsê hevrê Jiyan de em hemû şehîdên civaka exlaqî û polîtîk, Netewa Demokratîk bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanc û xeyalên wan pêk bînin. Bi şehadeta her hevrêyek me re, îdîa û biryardariya me ya ji bo serketinê mezintir dibe. Bila hemû gelê me bizane ku em ji her demê bêhtir nêzî avakirina jiyan û welatekî azad in ku armanca şehîdên me yên leheng e. Em ê ji bo vê yekê ji her demê bêhtir têkoşîna xwe mezin bikin.

Weke hevrêyên wê, di serî de malbata hêja ya hevrêya me Jiyan Herdem, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wê ya binirx bikin sedemê mezinkirina têkoşîna xwe.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Jiyan Herdem, bi vî rengî ne:

Nasnav: Jiyan Herdem

Nav û Paşnav: Murvet Gulsever

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Kamîle – Abdulkadîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 30’ê Mijdara 2023’yan / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Malbata hevrêya me Jiyan, ruhê Kurdîtiyê li gorî heqîqeta wê dijî. Hevrêya me Jiyan jî di nava vê çanda Kurdîtiyê de mezin bû. Di salên ciwantiyê de, şahidî ji ruhê welatparêzî, berxwedan û serhildana salên 1990’an re kir. Di heman demê de dewleta Tirk a mêtinger, qirker û dijminê gelê Kurd, ji nêz ve nas kir. Dijmin bi destê JÎTEM û Hîzbûl Kontrayê welatparêz, rewşenbîr û pêşengên hêja yên gelê me qetil dike û diavêje bîrên asîtê. Hevrêya me şahidî ji vê yekê re û ji şehadeta bi hezaran mirovên me re kir. Ev hemû tiştên qewimîn hêrs û îdîaya tolhildanê ya hevrêya me Jiyan a li hemberî dijmin, mezintir kir.

 

Lewma di sala 1992’yan de, bi zanebûna welatparêziya kûr, xwesteka tolhildanê û ruhê serhildanê beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Di her kêliyê de xwe bi felsefe û fikrê Rêber Apo tejî kir û xwest tolê ji dijmin bistîne. Di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de bi hêvî û baweriyê ji bo dagirkeriya li ser welatê me, fikrê me û xaka me tune bike, bêsekin têkoşiya. Hevrêya me Jiyan her tim çalakî, hevrêtî û jiyaneke mezin esas girt. Bi vê felsefeyê jiyan kir. Hevrêya me Jiyan dît ku jiyan bi destê modernîteya kapîtalîst a ku lûtkeya zihniyeta desthilatdariya mêr e, tê qirêjkirin. Her tim ji bo bedewkirina jiyanê, ket nava hewldanê.

 

Hevrê Jiyan bi ked, jiyana xwe ya milîtanî û hevrêtiya xwe di nava tevgera azadiya jinê de mezin bû. Ji bo vê jî bû yek ji fermandarên pêşeng ên tevgera jina azad û artêşa wê. Hevrêya me Jiyan li qada Botanê di nava şerê dijwar de tecrûbeyên xwe yên ewil ên şer, jiyana gerîla, fermandarî û pêşengiyê bi dest xist. Di nava şert û mercên dijwar de weke şoreşgereke jin, îrade û hêza xwe, afirîneriya xwe, pêşengiya xwe ya di taktîkên şer de û jêhatîbûna xwe di çareseriyê de, li vê qada têkoşînê ya dijwar hîn bû. Hevrêya me Jiyan a ku ji herêma Botanê derbasî qada Rêbertî bû, li vir yekser ji Rêber Apo perwerde dît. Li vê derê hevrêya me Jiyan derfet dît fikir, jiyan, îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bike, di rastiya Rêber Apo de kûrbûn û wate dayîn ji xwe re kir armanca bingehîn. Ji bo Rêber Apo rast fêm bike, bi jiyanî bike û bigihêje kesayetek azad bi hemû hêza xwe ked da. Bi pratîk û hêza xwe ya baweriyê re, rastiya Rêber Apo kir bingeha felsefeya jiyana xwe. Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de vê felsefeyê jiya û zindî hişt. Hevrêya me Jiyan ku 31 salan awaza jiyana azad nivîsand û gihîşt rastiya vê jiyanê, di yek ji nirxandinên xwe de wiha gotibû, ‘Çûyîna ba Rêbertî ji bo min weke mîladek bû. Çawa ku vejîn mîna gava ewil a jiyaneke nû ye, çûyina ba Rêbertî jî ji bo min bû destpêka jiyaneke nû. Li qada Rêbertî herî zêde di rastiya jin de kûr bûm. Ji ber vê yekê ji bo min çûyîna ba Rêbertî hem ji bo xwe naskirinê hem jî ji bo naskirina rêxistinê gaveke girîng bû. Ya herî girîng jî min herî zêde pirsa ez kî me lêpirsîn kir’.

Hevrêya me jiyan ji ber artêşbûna jinê gelek bi kelecan bû. Ked û pêşdîtina hevrêya me Jiyan bi pêşketinên têkoşîna me ya azadiyê re, îro bi pêşengiya YJA Starê hîn bêhtir wate bi dest xist. Ji ber ku her çend di nava 28 serhildanên dawî yên di dîroka Kurdistanê de tevlîbûna jinan hebû jî, bi taybetî ji bo azadiya jinê tu rêxistinek nehat pêşxistin û avakirin. Lê belê bi derketina Rêber Apo re jinan karîbûn rêxistinbûyîna xwe, artêşbûn, partîbûn û sîstema xwe ya konfederal ava bikin. Hevrêya me Jiyan bû şahidê van hemû pêşketinên di nava rêxistina jinê de û di heman demê de bû pêşenga şoreşa jinê. Ji ber vê di kesayeta hevrêya me Jiyan de hezkirina jinê di astek jor de bû. Hevrêya me jiyan di wê ferqê de bû ku hezkirina hemcinsê xwe tê wateya hezkirina jiyanê. Ji ber vê di pêşketina jin û hişmendiya wê de, di rizgarkirina jinê ji zincîrên koletiyê de, kedeke mezin daye. Hevrêya me ya ku baş dizanî rêxistinbûyina jinê di heman demê de rêxistinbûna jiyanê ye, li dijî hemû paşverûtiya ku hişmendî û sîstema serdestiya ku mêr li ser jinê ferz dike, têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrêya me Jiyan, da zanîn ku jiyan tenê bi şer dikare were bidest xistin û ji ber vê dil, zanabûn û ruhê xwe heta dawî ji şer, têkoşîn û berxwedanê re vekir. Di heman demê de rêgezên partiya me PKK-PAJK’ê di kesayet û jiyana xwe de bi awayekî şênber ava kir û bû milîtanek Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak bê girtin.

Hevrêya me Jiyan dizanî ku welatparêzî rêgeza herî bingehîn a îdeolojiya rizgariya jinê ye, li gorî vê rêgezê jiyan kir, xwe û her qada ku lê maye bi rêxistin kiriye. Hevrê Jiyan bi ruhê neteweyî ya ku welat, çand, felsefe, jiyana azad û rûmeta mirovahiyê dide bidestxistin, têkoşîna xwe dewam kir. Ev ruhê neteweyî pêdiviya xwe bi zanebûn, hezkirin û parastina civaka xwe, nirxên xwe, welatê xwe û hemû civakên din heye. Mirov nikare mirov û ax ji hev cuda bigire dest. Hezkirina ji axê, ji bo hezkirina mirovan şertê ewil e. Hevrêya me Jiyan ev ruh gelekî kûr jiya ye û ev ruh ber bi hişmendiyeke neteweyî ya rast ve biriye. Hevrêya me Jiyan bû xwedî jiyaneke bi îrade û berhemdar a 31 salan. Hevrêya me Jiyan welatparêziya ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatî afirandin, bi hezkirin û baweriyeke mezin jiyan kir û da jiyandin. Hemû nirxên civakî dîtin û jê hez kir û rizgarkirina wan a ji tunebûnê, ji bo hevrêya me Jiyan bû felsefeya jiyana azad. Ji ber ku di tevahiya têkoşîna 31 salan de, li her parçeyê xaka Kurdistanê şerê azadiyê meşand. Di heman demê de pêşengî ji gelek xebatên girîng re jî kir. Hevrêya me Jiyan ji bo afirandina sîstema KCK’ê jî ked daye, bi taybetî jî ji bo afirandina sîstema edalet û hiqûqê pêşengî kir û wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Bi îdîa û biryardariyeke mezin beşdarî hemû xebatan bû û bû xwedî pratîkeke li gorî mîsyona xwe.

Bila gelê me yê welatparêz û hemû jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, baş bizanibin ku weke hevalên têkoşînê heta ku em jiyan û welatekî azad ava dikin, em ê girêdayî bîranîna hevrê Jiyan bimînin. Em ê nirxên ku hevrê Jiyan ji bo têkoşiyaye û ji bo têkoşîna xwe, li her qadê mezin bikin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Divê hemû ciwan û jinên dilsozê azadî û rûmeta xwe, xwedî li mîrateya têkoşîn û berxwedanê ya hevrê Jiyan derbikevin. Divê ruhê têkoşînê ya ku hevrêya me Jiyan li dijî dagirkerî, zilm û dijminahiya li hemberî Kurdan derxistî holê, li her qada jiyanê bê mezinkirin. Li ser vî bingehî em car din di şexsê hevrê Jiyan de, hemû şehîdên Şoreşa Azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya serketinê dubare dikin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qirkirina siyasî: 9 kes hatin girtin
Nûçeya Pişt re Qelebalixiya zêde ya li girtîgehên Fransayê, gihişt lûtkeyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ala ku bi salan di malan de veşartî, vaye li her derê bilind bûye’

Ji şahidên şoreşa Rojava diyar kirin ku ev şoreş ji mîraseya berxwedaniya zindanan tê û…

Ji aliyê Stêrk TV

2 girtiyên din jî piştî 32 salan hatin berdan

Ahmet Başboga û Şakir Akkurt ên ku li Antalyayê girtîbûn, piştî 32 salan hatin berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Şerîfe Mihemedî: Hêzên Îranê êşkence li min kirin

Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya ku li girtîgeha Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Girtîgeha Merîwanê gef li girtiyên siyasî tê xwarin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê: Li Îranê jiyana bi hezaran girtiyên siyasî di talûkeyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê ji bo greva 29’ê Tîrmehê banga piştgiriyê kir: Parêzvanên xwezayê ne bi tenê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdana rojnamevan Umêd Beroşkî hat paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?