Bi deh hezaran koçberên ji Kantona Efrîn û Şehbayê, bajarê Helebê û gundewarên wê ji ber sedema êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) neçar man ji wir werin koçber kirin û derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin. Di dema xwe gihandina Herêma Rêveberiya Xweser de gelek êş û zehmetî derket pêşberî wan. Piştî gihiştina hijmareke mezin ji koçberan, Rêveberiya Xweser û tevahiya gelên herêmê ji bo pêşwazîkirina wan ketin nava seferberiyê. Yek ji van malbatên ku di dema derketina wan ji Şehba di rê de çete dikevin pêşiya wan, malbata Leyla Leyla ye.
Leyla Leyla ya ku zarokên wê di dema koçberiyê de ketin destê çeteyan de û bi zehmetî xwe ji wan rizgar kirin, tevî keça xwe Almaza Îdrîs a ducanî, ji ajansa me ANF’ê re axivîn.
‘ÇETE EM BI HOVANE KOÇBER KIRIN’
Leyla Leyla, ewil behsa ka çawa ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve du caran hatin koçber kirin kir û wiha got: “Em li Efrîn bûn, jiyana me di nava aramiyek de bû. Ez dikarim bêjim ku Efrîn ji bo me ruh bû. Di şevekê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî me kir û bi êşkence me ji Efrîna me dûr kirin. Em koçber bûn û hatin Şehbayê me gelek zehmetî li Şehbayê jî dîtin. Em 7 salan li wir man, Rêveberiya Xweser ji me re kampa çêkirin. Heta em hinekî fêrî jiyana Şehba û kampan bûn, carek din çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) êrîş me kirin.”
‘ÇETEYAN JINÊN ME GIRTIN’
Leyla, anî ziman ku wan pir zehmetî di êrîşa li ser Şehbayê de kişandine û bi zorê ew ji Şehbayê koç bûne. Leyla, got ku êrîşa li Şehba qewimî wan pir êşand ji ber ku nema zanîn wê bi kûr ve biçin û wiha domand, “Di dema derketian me ji kampa Efrîn ya Ehdasê li Şehba, di rê de çeteyên girêdayê dewleta Tirk a dagirker em girtin. Me nema zanî em çawa xwe ji destên wan xilas bikin. Destavêtin keçên min û kurê min girtin. Ew pir êşandin û pir li wan dan. Keça min ducanî bû ew girtin û bi awayek hovane xwestin lê bixin. Hema hema me xwe bi zorê ji wan xilas kir, lê her zarokek min di derekê de çû û min nema zanî zarokê min li kur mane. Wesayît jî nebû em bi peyatî derketin di rê de Hêzên me QSD alîkariya me kirin û em gihandin herêmên Rêveberiya Xweser yên bi ewle. Dema em hatin min ji nû ve zarokên xwe dîtin.”
‘DIVÊ EM DESTÊ XWE BIDIN HEV Û BIBIN YEK’
Leyla, diyar kir ku ew ê bi berxwedanê êşên xwe bipêçin û hêviya xwe ya vegera Efrînê zindî bigirin û got, “Em ê bi berxwedaniyê, xwe ji vê êşê xelas bikin. Bila dijmin bizane em ê nekevin û hezkirina me ji Rêveberiya me re roj bi roj zêdetir dibe. Daxwaza me ew e ku em tev bibin yek dest û xwe azad bikin.”
Keça Leyla Almaza Îdrîs a ducanî jî bal kişand ser hovîtiya wan çeteyan û çawa xwestin ku wan dîl bigirin û wiha got: “Li ser êrîşê çeteyan me hewl da ji Şehba derkevin û derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin. Di rê de erebeya çeteyan ket pêşiya me û em xistin erebê de. Xwestin min û xwişkên min birevînin, lê ruxmî ez ducanî bûm min xwe ji erebeyê avêt, malbata min, zarok û kalên me jî giştî xwe ji erebeyê avêtin. Em ji wan reviyan lê me hemûyan hev winda kir. Malbata min her yek bi derekê ve çû. Bi meşê me xwe gihandiye cihek ku hêzên me yê QSD tê de hebûn û wan alîkariya me kir. Piştre em gihandin herêmên xwe yên bi ewle.”