Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Edlê Bekir têkildarî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî. Edlê Bekir destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê, ew li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî amadekariyên xwe dikin.
‘EM Ê BI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ HER CURE DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN’
Edlê diyar kir ku ew ê bi hêza Şerê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikevin û wiha got, “Em li ser vê axê mezin bûne. Ti kes nikare vê axê ji me bistîne, ev ax axa pêşiyên me ye, kes nikare axa me dagir bike. Têkoşîna me ya li hemberî her cure tundiyê bilind e. Em ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî dagirkeriyên ku dixwazin axa me û warê me talan û wêran bikin, têk bibin.”
‘EM SÎNORAN NAS NAKIN’
Edlê ev tişt jî bilêv kir: “Ti kes nikare îradeya me bişkîne û sînoran li pêşiya me deyne. Me bi salan xwe bi rêxistin kiriye û xwe li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî perwerde kiriye. Vaye gelê me li her derê berxwedaniyeke dîrokî raber dike. Faşîzmê digot, Kobanê ket ha wê bikeve, lê bi berxwedaniya şervanên Rêber Apo û gel, faşîzm bi xwe têk çû û ket. Gerîlayên me weke tîrêjên rojê dawî li wê tarîtiya reş anîn.”
‘JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ, EM Ê RABIN SER PIYAN’
Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Edlê Bekir destnîşan kir ku Şerê Gel ê Şoreşgerî dagirkeriyê nas nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ti kes nikare gelê Kurd tune bike, em bi Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin. Me xwe îsbat kiriye, em hene. Em li dora Rêveberiya xwe û gerîlayên xwe ne û em ê dagirkeriyê têk bibin. Em ê ji 7 salî heta 70 salî ji bo vê axê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin.”