Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîlgesû Erenûs jiyana we ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îmzeyek ji bo demokrasiyê û paşeroja me ya hevpar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalên ‘Qanûna Çarçoveyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Tenê bi yekîtiyê bersiv ji polîtîkayên qirkirinê re dikare bê dayin’
Rojava

‘Tenê bi yekîtiyê bersiv ji polîtîkayên qirkirinê re dikare bê dayin’

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Talat Yûnûs bal kişand ser girîngiya yekîtiya ji bo berjewendiyên gelê Kurd û got, "Tenê bi yekîtiyê em dikarin li ber polîtîkayên qirkirinê rabin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Talat Yûnûs li ser girîngiya yekîtî û hevgirtina gelê Kurd axivî.

Talat Yûnûs got, “Dijminên gelê Kurd ji dîrokê û vir ve ji bo yekîtiya gelê Kurd pêk neyê hewl dan gelê Kurd parçe bikin. Ji bo em karibin li dora berjewendiyên hevpar tevbigerin, divê yekîtiya Kurd pêk bînin. Ji bo em karibin li ser xaka xwe bimînin û hebûna xwe dewam bikin, ji bo karibin li hemberî polîtîkayên qirkirinê bisekinin divê em li seranserê cîhanê xwedî yek nêrîn û yek helwestê bin. Hewldanên dijmin ên ji bo parçekirinê, polîtîkayên dagirkeriyê û têkbirina yekîtî û hevgirtinê li pêşiya bidestxistina mafên gelê Kurd astengiya herî mezin e. Ji ber vê yekê wPYD ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan, bi berjewendî û nêrîna hevpar tevgeriya û ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê gelekî hewl da.”

‘BI DESTÊ DEWLETA TIRK HEVDÎTIN HATIN TÊKBIRIN’

Talat Yûnûs bi bîr xist ku di destpêka Şoreşa Rojava de ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan Konseya Kurd a Bilind hate avakirin û got, “Ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û Rojavaya azad, di destpêka şoreşê de me hewl dan yekîtiya gelê Kurd pêk bînin. Ji bo pêşî li polîtîkayên qirkirin û komkujiyê bînin bi partiyên siyasî û saziyên Kurdan re me diyalog danîn. Her wiha em bang li Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo yekîtiya Kurd bibe alîkar. Bi ENKS’ê re ji bo kar bê kirin me hewl dan.

Gelê me ji vê yekê kêfxweş bû, lê belê me nekarî encama tê xwestin bi dest bixin. Li gel vê yekê hewldanên me dewam kirin. Ji ber berjewendiyên şexsî yên partiyên siyasî yên Kurd û destwerdana dijminên gelê Kurd encam nehate bidestxistin. Lewma karên Konseya Kurd a Bilind hate rawestandin. Lê belê hewldanên PYD’ê yên ji bo yekîtiyê ti carî nesekinînin. Ji bo bi Kurdên li Rojava re konferanseke hevpar bê lidarxistin, ji bo kongreyeke neteweyî ya ku çar parçeyan digire nava xwe pêk bîne, me hewl dan.

Partiyên siyasî yên ku di bin sîwana PYNK’ê de li hev kom bûn bi pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navbeynkariya koalîsyona navneteweyî hewl dan bi ENKS’ê re rûnên. Weke PYNK ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd me timî anîn ziman ku em ji nîqaşên bi vî rengî re vekirî ne. Pêkanîna yekîtiya Kurdan ji bo me karê sereke ye; me ti astengî dananîn pêşiya vê daxwazê. Ji ber têkiliya aliyan bi dewleta Tirk û hêzên cuda re me nekarî encamê ji vê hewldanê werbigirin. Weke PYD’ê me pêşengî ji înîsiyatîfeke nû re kir. Partiyên siyasî yên Kurd ên li Sûriyeyê, nêrîna xwe çi dibe bila bibe me hewl dan înîsiyatîfê bi kar bînin û li hev kom bibin. Nêrînên me yên hevpar çi ne, parşeroja Sûriyeyê divê çawa be, em dixwazin Sûriyeyeke çawa ava bikin, me hewl dan ji bo paşeroja gelan pêşnûme û nêrînekê biafirînin. Ev yek ji bo hevdîtinên li Şamê wê gelekî baş be û ev înîsiyatîfa me hîn jî dewam dike. Di vê çarçoveyê de me komxebatek lidar xist û wê dewam jî bike. Armanca me ya esasî pêkanîna yekîtiya gelê Kurd e. Ji bo vê yekîtiyê jî çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘KURDAN PÊŞENGÎ JI ŞOREŞÊ RE KIRIN, DIKARIN JI SÛRIYEYA NÛ RE JÎ BIKIN’

Talat Yûnûs diyar kir ku piştî hilweşandina rejîma Sûriyeyê li Sûriyeyê demeke nû destpê kir û got, “Ji bo karibin tevlî avakirina Sûriyeya nû bibin, ji bo parastina mafên gelê Kurd, ji bo misogerkirina mafên xwe di destûra bingehîn a nû de gelekî girîng e ku partiyên siyasî yên Kurd xwedî nêrîneke hevpar bin. Gelekî girîng e ku li Sûriyeya nû em bi fikrekî hevpar tevbigerin. Dem ew dem e ku em bibin yek reng, yek deng, yek kulm. Çawa ku gelê Kurd pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin, ji paşeroja Sûriyeya nû re gelê Kurd dikarin pêşengiyê bikin.

Bêguman ji bo vê jî divê yekîtiya gelê Kurd bê pêkanîn. Bi hemû partiyên siyasî yên di bin sîwana PYNK’ê de ne û hemû partiyên siyasî yên li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em xwedî heman nêrînê ne. Di vê çarçoveyê de me bang li ENKS’ê kirin. Me bang li partiyên Kurdistanî hemûyan kirin ku ji bo pêkanîna yekîtiya Kurd bibin alîkar. Bi navbeynkariya Fransa û DYE’yê hewldan dewam dikin. Kar dewam dike ku heyeta biçe Şamê bi fikrekî hevpar tevbigere û gelê Kurd temsîl bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşa Azadiyê destpê kir: Ji bo çareseriyê em dimeşin Enqereyê
Nûçeya Pişt re QSD: Hevdîtinên ji bo agirbestê bê encam man
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Dayikên Aştiyê banga hevpar: Diyariya herî mezin ji bo dayikan, aştî ye

Meclîsa Dayikên Aştiyê li Amed, Stenbol, Şirnex û Mêrdînê li ber girtîgehan daxuyanî dan çapemeniyê.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tişrînê li aliyekî êrîş li aliyê din jî dîlan û stran

Omer Elûş ku du caran ji bo tevlî berxwedanê bibe berê xwe daye Bendava Tişrînê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran bêne şermezarkirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku biryarên Doza Kobanê wê li 3 bajaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Eyşe Efendî: Rêber Apo civak ji pencên qirkirinê rizgar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Ehmed El Şera civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rûken Cemal: Heta ku mîrateya me neyê misogerkirin wê têkoşîna me dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şara li Şamê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?