Şerê Gel ê Şorşgerî li beramberî tevahî şert û mercan xwe û civaka xwe parastine. Dî dîroka mirovahiyê de ji bo ku mirov bikaribe nifşê xwe pêş bixe û bi tenêbûnê re rû bi rû nemîne xwe parastin kiriye mercekî sereke yê jiyanê ye. Bi pêşketina jiyanê re xweparastin hîn bêhtir bi awayek sistematîk pêşket. Mînake herî ber bi çav ku ji tevahî cîhanê re bûye nimûne, gelê Kurd e. Rûxmî hemû êş û azarên ku li ser wan tên meşan din, lê hêmana bingihîn a jiyana wan parastin e.
Di heman çarçoveyê de li bajarê Qamişlo gel li taxan ji seatên êvarî hata sibehê parastina xwe dikin û dibin alîkar ji hêzên xwe yên leşkerî re. Welatiyên ku parastinê dikin, ji ajansa me ANF’ê re axivîn û behsa girîngiya xweparastinê kirin.
‘PARASTINA WELAT PARASTINA HEBÛNÊ YE’
Salih Omer ê ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye diyar kir ku komînên taxa Enteriyê giştî û bi hev re parastiya kolanên xwe dikin û got, “Di van demên dawî de ku êrîş li ser gelê me yê Efrîn-Şehba bi dijwarî hat kirin. Em weke gelê Qamişlo me xwest piştgiriyê bidin hêza xwe û parastina taxên xwe bi xwe bikin. Bi hemû îrade û berxwedaniya xwe me dest bi parastina xwe û gelê xwe kir. Tişta herî girîng di jiyanê de parastine, eger mirov parastina xaka xwe neke, wê nikaribe parastina xwe jî bike. Parastina welat parastina hebûnê ye. Divê em şev û roj li ser piyan bin, da ku jiyanek bi ewle û bê şer ava bikin. Gelê me bi giştî ketiye nav seferberiyê, ji bo gelê me yê Şehba, me jî wek taxa Enteriyê pêşniyar kir ku her êvara em kolanên xwe biparêzin û ji her tiştî re hişyar bin.”
‘YAN MIRIN YAN SERKETIN’
Omer, destnîşan kir ku dijmin çiqas şer bike jî wê tu carî nekaribe îradeya gelê Kurd bişkîne û wiha domand, “Berxwedan roj bi roj mezintir dibe. Jiyana ku bê parstin be ew jiyan bê wate ye. Ji destpêka mirovahê ve xweparstin erka herî bingehîne. Ji ber wê em dibêjin xweparstin di vê rewşê de ji bo me ji av û xwarinê girîngtire. Em wek gelê Kurd di her xak û kolanekî de parastina me ya bingehîne, em şervanên xwe yê di çeperên şer de parastina welatê xwe dikin, silav dikin û berxwedaniya wan ya dîrokî pîroz dikin. Em ji wan re dibêjin em ê her tim li pişta we bin. Di dawiyê de em dibêjin, dijminê hov çidike bila bike Kurd wê hebin û tune nabin. Wê ji zarok hata kal û pîrên me parastina xwe û gelê xwe bikin. Yan mirin yan serkettin.”
‘ARMANC DESTEKDAYÎNA HÊZÊN XWE NE’
Leyala Resûl jî jineke ku her êvara ji bo parastina gelê xwe derdikeve nobetê, diyar kir ku ew dema derdikeve parastinê pir kêfxweş dibe. Leyla Resûl wiha got, “Em di rewşek nexweş de ne pêwîste em hinekî bi tevger bin da ku dijmin nikaribe êrîş me bike. Dema em derdikevin nobetê jiyana zarok û xelkên me bi ewle dibe. Ji ber em her tim hişyar in. Bi vê yekê em alîkariyê didin hêzên xwe jî ku pir newestin û li kolanan nemînin. Em ji seat 12:00’an derdikevin nobetê hata berbanga sibê em vedigerin malên xwe. Mirov dema parastina xaka xwe dike wê bikaribe parastina gelê xwe jî bike. Em vê yekê bi armaca hişyarî û destekdayîna hêzên xwe dikin. Di dawî de ez hêvê dikim ku hemû komîn û gelê me di nav vê seferberiyê de cihê xwe bigre û welatê xwe biparêze.”
‘ME JÎ CIHÊ XWE DI SEFERBERIYÊ DE GIRT’
Hikmet Şakir jî ji bo parastina xak û gelê xwe derdikeve nobetê û da zanîn ku ji bo piştgirtiya hêzên QSD’ê û hemû hêzên leşekrî bi Rêveberiya Xwerser re ketin nav seferberiyê de. Hikmet Şakir, wiha axaftina xwe dewam kir, “Dema êrîş li ser gelê me yê Şehba hatin kirin û ji neçarî koçber bûn, Rêveberiya Xweser seferberî ragihand, her kes di vê seferberiyê de cihê xwe girt. Weke şêniya taxê jî em tevî vê pêngava parastinê bûn. Hemû hêzên me yên leşkerî ketin nav liv û tevgerê da ku gelê xwe biparêzin. Em jî weke gel bûn alîkar bi wan re û em xwe bi xwe parastina kolanên xwe dikin. DI her komînekê de nêzî 300-400 mal heye, tensîq hat kirin û her komînek taxa xwe bi şev diparêze.”
‘EM Ê HÊZA XWE YA LEŞKERÎ XURT BIKIN’
Şakir, anî ziman ku şerê gel ê şoreşgerî wê bi serkeve û tu carî rê nedin dijim ku êrîşî wan bike û wiha domand, “Me hazirtiyên xwe û her tiştî kir, me perwerdeyên çekan ji jin û mêran re vekir da ku em bikaribin bi hev re parastina xak û gelê xwe bikin. Her roj komîn 7 kesan hildibijêre ku parastinê taxê bikin ji 12:00 êvarê heya 5 sibehê. Em bi vê alîkariyê pir serbilind in, ji ber ku di van rewşên bi vî rengî de pêwîste em yek dest bin û hêza xwe giştî bikin yek da ku dijmin nikaribe êrîş me bike. Soza me bi Rêveberiya me ya Xweser re ew e ku jiyana me wê bi berxwedanî bidome hata em neghêjin asta serketinê. Erka ku dikeve ser milê me parstine û destekdayîn bi hêza me re ye. Em soz didin ku roj bi roj hêzên xwe yên leşkerî xurt bikin û xortên xwe tevahî tevlî vê têkoşînê bikin.”