Komîteya Amadekar a konferansê, îro civîneke çapemeniyê li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Qamişloyê lidar xist.
Endamên komîteyê Luqman Ehmed û Hêvîn Mistefa di civînê de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
“Ji ber pêşketinên bilez ên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê pêk tên û guhertinên kûr ên li gel wê, rasterast bandorê li gelê Kurd ê li Sûriyeyê kiriye. Nemaze piştî rûxîna rejîma Partiya Baas, pêwîst û mecbûrî bûye ku bi hev re bixebitin da ku hewldanên yekalî bikin û daxwazên neteweyî bi awayekî ku xizmeta berjewendî û mafên gelê me bike, diyar bikin.
Li ser vê yekê em destpêkirina amadekariyên lidarxistina konferanseke kurdî bi beşdariya partiyên Kurd, kesayetên serbixwe û saziyên civaka sivîl radigihînin.
Komîteyeke amadekar hatiye pêkanîn ku ji nûnerên partiyên cuda pêk tê, bi armanca lidarxistina vê konferansê û xebata pêşxistina nêrîneke yekgirtî ku di vê qonaxa girîng de hêviyên gelê me pêk bîne.
Konferansa Kurd armanc dike;
1. Formulekirina daxwazên yekgirtî yên Kurdan; bi nêrîneke lihevkirî ku maf û daxwazên gelê Kurd li Sûriyeyê tîne ziman, derkeve holê.
2. Avakirina komîteyên nûnertiyê; komîteyên dîplomasiyê û siyasî, ji bo nûnertiya gelê Kurd bixebitin û bi aliyên peywendîdar re li hundir û derve têkiliyan deynin.
3. Bihêzkirina yekitiya neteweyî ya Kurd; bi nîqaşkirina rêbazên hevkariya partî û saziyên Kurdan û derbaskirina cudahiyan. Em vexwendinê li hemû partiyên Kurd, hêzên siyasî, sazî û kesayetên neteweyî dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî vê konferansê bibin û vexwendina komîteya amadekar û çalakiya hevbeş qebûl bikin da ku ev însiyatîf bibe serkeftinek ku li gorî berjewendiya her kesî ye.
Qonaxa heyî ji me hemûyan dixwaze berpirsyariyeke dîrokî bigirin ser milê xwe û ji bo mîsogerkirina mafên gelê xwe û pêkanîna hesretên wan ên rewa bixebitin.”